
İkram Oguz
Pêşmerge, lawê Mele Mistefa Barzanî…
Serokê Partîya Demokrat a Kurdistan…
Di navbera salên 2005-17an da Serokê Herêma Kurdistan a Federal…
Ji dema zarokatîya xwe pê va jî Mesûd Barzanî ye.
Herçiqas gelek nasnavên Medûd Barzanî yên girîng û bi rûmet hebin jî, ew herdem xwe wek Pêşmerge bi nav dike.
Loma li seranserê cîhanê jî ew wek Pêşmerge tê naskirin û rûmetê dibîne.
Sedem vê yekê, ew hefteyek berê ji alî Şaredara Parîsê Anne Hidalgoyê va hatibû vexweandin, ku ew beşdarî merasima vekirina rêya ku nave wê Pêşmerge lê hatîye kirin, bibe.
Mesûd Barzanî û Anne Hidalgo bi merasimeke girseyî rêya Pêşmerge vekirin û di merasimê da axifîn.
Hidalgo di axaftina xwe da bal kişand ser rola Peşmerge ya ku li dijî DAIŞê lîstîye û got; „Êdî Pêşmerge li ser nexşeya Parîsê xwedî cih e û berê wê li dîmenê bêhempa yê Çemê Seineyê ye.“
Mesûd Barzanî jî di merasimê da axifî û dû ra kanala France 24ê pê ra hevpeyvînek kir.
Barzanî di axaftin û hevpeyvîna xwe da bal dikişîne ser Rojavayê Kurdistanê û wiha dibêje; “Rojavayê Kurdistanê xeta me ya sor e. Ji alî kî û kê va êrişek bê kirin, ew me li hemberî xwe dibîne.”
Herwiha Mesûd Barzanî di axaftina xwe da dibêje, ku wî ji Serokeşîrên Ereb ra jî name şandîye, ku ew di cîhê xwe da bisekinin û êrişi birayê meyên li Rojava nekin. Ger ku tiştek wisa qewimî, ew dê wek Pêşmerge bi birayên xwe ra di nav parastina welatê xwe da cîh bigrin, ku ew jî wek Peşmergeyek di nav da be…
Mesûd Barzanî wek her sîyasetvanek zêde naxife, lê dema ku biaxife û tiştekî bibêje jî, li paş gotina xwe disekine û tine cîh.
Sedem vê yekê mirov dikare bibêje, ger ku Rojava rûbirû êrîşek bibe, bêguman Barzanî bêdeng namîne û gor ev peyama xwe ya ki ji Parîsê dide, tevdigere û tine cîh.
Îspata vê peyamê jî heye, ku wî di sala 2014an da ji bo alîkarîya birayên xwe û parastina bajêr hêzeke Peşmerge di ser axa Bakurê Kurdistanê ra şandibû Kobanîyê.
Bêguman ev peyama Mesûd Barzanî peyameke pîroz e.
Ji bo yekitîya Kurd û Kurdistanê mizgînîyeke behempaye, ku hemû kurd li benda wê ne.
Lêbelê qasî vê mizgînîyê, ccavê her kurdek li dayîna mizgînîyeke din jî heye, ku ew jî kar û barên ji bo yekitîya Başûr e.
Ew karekî giran û pîroz li ser milê Pêssmerge Barzanî ye, ku qasî peyama ku ji Rojava daye pîroz e.
Divê di vî warî da jî derengî nemîne, ji zû va gav bavêje û bîne cîh.
Ew kar jî yekitîya axa Başûr û bicîhkirina rêvebireyeke hevpar e.
Wek tê zanîn, ji sala 1992an va Başur wek heremeke federal ji alî PDK û YNKê va tê birêvebirin.
Lêbelê herêm û rêvebirîya herêmê herçiqas li ser kaxizê yek be jî, di realîteyê da êdî du herêm û du rêvebirî ne.
Heta sedem rêvebirîya dualî, Behdînan û Soran roj bi roj û sal bi sal bêtir ji hev dûrdikevin û ber bi ji hev qetandinê diccin, ku Başûrê Kurdistanê di nav xwe da bûye du, Kurdistan jî bûye pênc parçe.
Xûya ye ku, ji vir pê va jî tu alîyek nikare bi tena serê xwe revebirîyeke li seranserî Başûr ava bike.
Jiber ku herdu hêz, PDK û YNK qasî ku ji hev dûr in, ewqas jî pêwîstîya wan bi hev he ye.
Loma ez di wê bawerîyê da me, ku yekkirina rêvebirîyeke bi rêk û pêk, ji şandina Peşmerge ya ji bo Rojava hêsantir û pêwîstir e.
Gor nêrîna min ji bo yekkirina rêvibirîyeke hevpar gava yekemîn jî ev e:
Ger ku Serok Mesûd Barzanî bê şert û merc bang li serkirdeyên PDK û YNKê bike, wan bîne ba hev û ji wan ra bibêje, ji îro pê va pişka Serokatîya Herêmê ji PDKê ra, ya Serokwezîr jî ji YNKê ra ye. Kadroyên li bin wan jî gor rêjeya dengên ku di hibijartinê bi dest xistine, di nav her du partîyan da bê parvekirin, gelo kî û kê dikare li dijberî vê pêşnîyarê derkeve û di cîhê xwe bisekine.
Wek gava duyemin jî, Neçîrvan Barzanî Serok, Qubad Talabanî ji Serokwzîr be, rêvebirên hemû dek û dezgeyên din ji alî herduyan va werin erkdarkirin, gelo kî û kê dikare hebûna du revebirîyen ji hev cuda û sînorê ku di navbera herdu herêman da hatîye kişandin bidomîne.
Bi vê bîr û bawerîyê ez jî wek kurdek bangewazîyek ji dil li Serok Mesûd Barzanî dikim û dibêjim:
Birêz Serok Barzanî, bi peyama ku te li Parîsê ji bo piştgirîya Rojava da, dilê hemû kurdên li seranserî cîhanê geş, hêvîyên wan ên ji bo pêşerojê jî xurt bûn.
Di rojên pêş da Rojava rûbirû êrîşek nebe jî, hêvîdarim ku nebe, ew peyama te ya pîroz di dilê her kurdekî da wek mizgînîya yekitîyeke neteweyî cîhekî mayînde digre û nayê ji bîr kirin.
Lêbelê qasî misqalek biçûk be jî, di hişê her kurdekî da pirseka ku li benda bersivê sekinîye cîh digre, ku ew jî ev e: Gelo Serok Mesûd Barzanî yê ku heta roja îro li Başûr yekitîyeke neteweyî pêk ne anî be, ew dê çawa piştgirîya Rojava bike û di navbera çarnikalê Kurdistanê da yekitîyê pêk bîne?
Di ser hilbijartinên Parlamentoya Başûr ra salek derbas bû.
Ne Parlamento civîya ne jî hukumet hate avakirin.
Kîngê û çawa bê avakirin jî hê ne xûya ye.
Jibo gavavêtineke pîroz û dîrokî ev jî derfeteke û li benda bikaranîna cenabê te sekinîye.
Wek Pêşmergeyekî 79 salî, ji bo yekitîya axa Başûr û yekkirina rêvebirêyeke hevpar gava xwe ya dîrokî bavêje…
Bi veguhestina kursîyek va sibe ji îro çêtir nebe, xirabtir jî nabe…
10.09.2025