
Peter Galbraith
Balyozê Amerîkayê yê berê Peter Galbraith beşdarî Foruma Silêmaniyê, ku ji alî Zanîngeha Amerîka va tê lidarxistin, bû.
Di çarçoveya forumê da, paneleke bi navê „Bakurrojhilatê Sûriyeyê û Bandorên wê yên li ser Herêmê“ hat lidarxistin. Bi beşdariya gelek kesayetiyên xwecihî û navneteweyî di panelê da nîqaşên girîng hatin kirin.
Di beşa vê forumê da Balyozê Amerîkayê yê Xirvatistanê yê berê û Alîkarê Sekreterê Giştî yê NYyê Peter Galbraith, Wezîrê Karên Derve yê Îraqê yê berê û Endamê Polîtburoya PDKyê Hoşyar Zêbarî, Berpirsa Têkiliyên Derve yên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed axifîn.
Peter Galbraith ddi axaftina xwe da diyar kir, ku îhtimala vekişîna hêzên Amerîkayê yên ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ne mimkun e.
Dîplomatê Amerîkî got, „Bawerkirin zehmet e ku Donald Trump dixwaze li Sûriyeyê cih bide rêxistineke ku di demên dawî de bi DAIŞê û El Qaîdeyê re têkiliyên wê hene.“
Galbraith bal kişand ser cudahiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê da û got, ku Kurdan li Îraqê her tim doza dewleteke serbixwe kirîye, lê li Rojavayê Kurdistanê Kurd tercîh dikin ku beşek ji Sûriyeyê bin.
Peter Galbraith di derbarê vê nêrîna xwe mînak dan û wiha got; „Her Kurdê Îraqî ku ez pê re axivî me, diyar kirine ku ew serxwebûnê dixwazin.
Lê min şahidî nekiriye ku ti Kurdekî Sûriyeyê daxwazeke bi vî rengî kiribe. Ew dixwazin beşek ji Sûriyeyê bin. Ev cudahiyeke gelekî girîng e.“
Herwiha Galbraith destnîşan kir, ku serkeftina Herêma Kurdistanê bi yekîtiyê girêda û got, „Kurd li vir, bi taybetî di salên 2003, 2004 û 2005an de, di demên hestiyar da bûn yek, lê li Rojavayê Kurdistanê bicihnekirina yekîtiya siyasî ya di navbera ENKS û PYDyê da pirsgirêkeke cidî ye.“




