
İkram Oguz
Herçiqas hê navek nehatibe lêkirin jî, ya ku dest pê kirîye pêvajoyeke nû ye.
Loma her kes gor dilê xwe navek lê dike û dinirxîne.
Wek tê zanîn di despêka Cotmehê da Dewlet Baxçelî ev pêvajoya bênav îlan kiribû, dû ra jî Erdoxan piştgirîya xwe nîşan dabû.
Di rojên dawîya sale da jî Sirrî Sureyya Onder û Perwîn Buldan çûbûn Îmralîyê û bi Abdullah Ocalan ra hevdîtinek pêk anîbûn.
Di destpêka sala nû da jî Ehmed Turk beşdarî wan bû û ew êdî wek Heyeta Îmralîyê partîyên Tirk zîyaret dikin û bi wan ra hevdîtinan pêk tînin.
Loma çav û guhê herkesî li wan e.
Lêbelê ne ew ne jî rêvêbirên partîyên ku pêşwazî li wan dikin, diaxifin.
Alîyên Kurd pêvajoyê girîng dibînin û tiştên mezin jê hêvî dikin…
Baxçelî û Erdoxan jî ji bo Tirkîyeke ji terorê azad, tenê qala binerdkirina çekan dikin.
Wek navê pêvajoyê, daxwaz û hêvîyên herdu alîyan jî ji hev cuda ne, ku loma mirov nikare vê pêvajoyê bi hurgulî binirxîne.
Bi hilweşandina Rejima Baas ra rewşa pêvajoyê guherî û ji bo herdu alîyan jî derfetên nû derketin pêş.
Dewletên Rojavayî piştgirîya kurdan dikin, ku kurdên rojavayî jî wek kurdên başûr li ser axa xwe rêvebirîyeke herêmî ava bikin û li ser axa xwe azad bijîn.
Li hemberî vê yekê dewleta Tirk hewl dide, ku li Rojavayê Kurdistanê jî kurdan bifetisîne û koka wan biqelîne.
Li alîyek bi dewletên rojavayî ra dan û standinan dike, ku ew dest ji piştgirîya kurdan berdin. Li alîyê din va jî bi kurdan ra dilize, ku careke din dîsa wan bixabîne.
Loma mirov dikare bi hêsanî bibêje, îro du rê derketine pêşîya kurdan, ku herdu rê jî xil û xar û bi fitl û qiyame ne.
Ya kurd dê careke din dîsa bixapin ya jî vê carê bextê ku sedsalê da carek tê ber lingên wan, baş bi kar bînin û bi ser kevin.
Jiber ku bext ya jî siûd her roj nayê ber lingên merîyan.
Dema ku hat jî, divê mirov baş bi kar bîne.
Di dîroka gelan da jî wusa ye.
Di sedsalên dawîyê da gelên ku bextê xwe di cîh da û baş bi kar anîn, bûn xwedî dewlet.
Ew îro li ser axa xwe û bi zimanê xwe, gor çand û hûnera xwe dijîn.
Lêbelê gelê Kurd hê îro jî li çarnikalê welatê xwe bindest û belengaz e.
Jiber ku bextê ku sedsal berê hatibû ber lingên wan, bi kar neanîni û ew revandin.
Kurd bi cînarên xwe, ew cînarên ku wek birayê xwe yê olî didîtin, xapîyan.
Şerê Cîhanê yê yekemîn qedîya bû.
Di encama şer da Dewleta Osmanî têk çû bû.
Dewletên mezin, dewletên ku di şer da bi ser ketibûn, axa ku bi sedsalan di bin desthilatîya Osmanîyan da mabû, di navbera xwedîyên wan da parva dikirin.
Ji xwedîyên wê axê yek jî kurd bûn.
Îngilîstan û Fransa bi rêvebir û rayedarên kurdan yên we demê ra jî danûstandin kiribûn, ku derfeta ku derketîye pêşîya wan baş bi kar bînin.
Mixabin rêvebir û rayedarên kurd ji wan dûr sekinin û gor bîr û bawerîyên xwe yên olî tevgerîyan.
Tê gotin ku, di wan hevdîtinan da rêvebir û rayedarên kurd ji nûnerên herdu dewletan ra dibêjin ku, ew bi çekên kafiran şerê birayê xwe yên misilman nakin…
Lêbelê birayên wan ên misilman ji bo wan çi difikirin û çi dikin?
Ew bixwe nêzikî Îngilîz û Fransîyan dibin û bi wan ra bazarîya axa kurdan dikin.
Ew di wê bazarîyê da bi ser dikevin û dibin xwedî dewlet, kurd jî bi biratîya wan dixapin û di mala xwe da dibin xulamên wan.
Piştî sed salên dirêj, îro careke din dîsa bextê kurdan vebûye û hatîye ber lingên wan.
Li Surîyê Rejima Baas têk çû.
Îro jî weke sed sal berê bazarîya axa kurdan tê kirin.
Li alîkî Amerîka û dewletên rojavayî, li alîyê din jî dewleta Tirk…
Amerîka û dewletên rojavayî ji sed sal berê cudatir, îro bi zelalî piştgirîya kurdan dikin û wan wek hevpeymanên xwe yên xwezayî dibînin…
Dewleta Tirk jî hemû kurdên li rû dinê kurdên rojavayî jî wek terorist dibînê û şerê wan dike.
Mixabin gor sed sal berê kurd îro bi hêz bin jî, dîsa ji yekitîyeke navxweyî û ji hev dûr in.
Dewletên ku piştgirîya kurdan dikin, herçiqas hewl bidin û wan bînin ba hev jî, kurd ji hev direvin û neyartîya hev dikin.
Herdu alîyên kurd jî qasî ku ji hev dûr dikevin, ewqas jî bi awayek nêzikî dewleta Tirk dibin.
Sed sal berê bi biratîya olî xapîyan, îro jî ji bo xatirê biratîya gelan berbi xapandinê va diçin.
Ger ku ji dîroka xwe ya têkçûyî sûd negrin…
09.01.2025