
İkram Oguz
Pilingê Serhedê navê romana Eyup Kiran e.
Çapa wê ya yekem ji vir 20 sal berê, di sala 2005an da li weşanxaneya Elmayê…
Çapa duyem jî di sala 2013an da li Stebolê û ji alî weşanxaneya Nubiharê va hatîye weşandin.
Ez ji çapkirina wê hayîdar bibûm û navê wê jî bala min kişandibû, lêbelê heta roja îro neketibû destê min.
Pirtûkên bi kurdî îro herçiqas zêde bin û werin çapkirinê jî li herderê nayên dîtin. Ger ku çûyîn û hatina merîya ya welat jî nebe, bidestxistina wan bêtir zehmet dibe.
Çend roj berê min Pilingê Serhedê bi pişatî li ba hevalekî xwe dît û ji bo xwendinê jê girt. Rojek şûnda dest bi xwendina wê kir û di nav du rojan da dawî lê anî.
Nivîskar bi stranek ji stranên li ser Koçeran hatîye gotin, dest bi romanê dike û dibêje:
Koçer ji zozanan vegerîyan e
Kerî li çêrê, mal li waran e
Zivistanê li deşt û berrîyan e
Havînê li zozan û çîyan e
Dagirkerî derd û bela serê wan e
Tevde talan û xwîn e.
Rev û xilasî, azadî û serxebûn e
Loma hurmîna koç û keryan e.
Dû ra bûyerên ku di romanê da cîh digrin, bi zimaneke zelal dihûne
Pilingê Serhedê romaneke bîyografîk e û dem jî dawîya sedsalan nozdan û serê sedsala bistan e.
Roman her çiqas afirandina nivîskar be jî, di romanên bîyografîk da mirov di jîyana lehengê romanê da ji rewşa cîh û dema ku ew lê jîyaye jî hayîdar dibe.
Lehengê vê romanê jî Zeynel Efendîyê Xormekî ye û jîyana wî, bûyerên ku hatine serê wî jî bi zêdeyî li Gimgim, Mûş, Milazgir, Çewlîg, Xinus û Şûşarê derbas dibe.
Zeynel lawe Îbrahîmê Talo ye, ji malbata Feran, ew jî Kurdên Elewî û ji eşîreta Xormekîyan in. Malabata Feran piştî şerê 93an li gundê Qasiman bi cîh dibe, ku Qasiman berê Gundê Ermenîyan bû ye.
Jîyana malbata Feran jî di demsala zivistanê da li Qasiman, havînan jî li zozanên Çîyayê Bingol û Şerefdînê, Çîyayê Paltokan derbas dibe.
Di wan salan da herêm di bin desthilatîya Osmanîyan da ye û niştecîhên wê ji Kurd û Ermenîyan pêk tên.
Li herêmê şerê Uris û Osmanîyan kêm nabe, di dema şer da jî Ermenî wek aligirên Uris, Kurd jî wek aligirên Osmanîyan cîh digrin, ku bi wê helwestê dem tê navbera wan xirab, têkilîyên wan ên cînartîye jî diqede.
Her wiha di wê demê da Alayên Hemîdîyê tên avakirin. Bi avakirina wan ra nakokîyên di navbera Kurdên Elewî û Şafiî da jî zêde dibin. Alayên Hemîdîyê ji Kurdên Şafiî pêk tên û ew jî pişta xwe didin dewletê û li hemberî Ermenîyan û Kurdên Elewî gor daxwaza dilê xwe tevdigerin, heta ew hêz û çek û sîlahên xwe carinan ji bo dizî û talanê jî bi kar tînin.
Feran û Cibran jî cîranên hev in.
Di navbera wan da jî şer û pevçûn kêm nabe, ku bêguman sedema şer û pevçûna wan jî çêreya pez û dewar e, rikberîya şivan û gavanan e…
Piştî damezrandina Alayên Hemîdîyê şer û pevçûnên wan bêtir gur dibe. Jixwe tişta ku jîyana Zeynel Efendî duguherîne û ew jî şer û pevçûnên navxweyî ne.
Ermenîyên ku li herêmê dijîn bi gelemperî bajarî ne, tucar û zeneetkar in, di dibistanên ku dewletên bîyanî ji bo wan avakirine da zarokên xwe didin xwendinê û zana ne.
Îbrahîmê Talo jî, ji bo ku zarokên wî jî mîna zarên Ermenîyan bixwînin, bi alîkarîya Qaymeqamê Gimgimê di sala 1888an da destê Zeynelê xwe yê deh salî digre û dibe li Xarpêtê, li dibistana ku ji alî Siltan Ebdulhemîd va hatîye avakirin, qeyd dike.
Dibistan, dibistaneke leylî ye û zarokên ku li wir dest bi xwendinê dikin, her wiha li wir radizên û şev û rojên wan li dibistanê derbas dibe. Nîyeta Îbrahim ew e, ku Zeynel piştî xwendina pênc salan, berê xwe bide Stenbolê û li wir ya li Harbîyê ya jî li Darülfünê xwendina xwe bidomîne û wek mirovekî zana vegere herêmê, di şûna Çerkez û Arnawutan da ew rêvebirîya herêma xwe bike.
Mixabin piştî çend salan, di şer û pevçûneke navxweyî da Îbrahîmê Talo, du bira û du lawên xwe va tê kuştin. Yên ku wan dikujin jî kurdên ji Alayên Hemîdîyê ne.
Sedem wê yekê Zeynel dev ji xwendinê berdide û vedigere gundê xwe. Jibo ku xwîna bav û ap û birayên xwe li erdê nehêle û heyfa wan bigre, tivinga xwe diavêje milê xwe û li pey tolhildana xwe dikeve.
Zeynel herçiqas bizewice jî, wek fîrar û xaçaxê dewletê her roj û şeveke wî li derekî derbas dibe. Ew der jî carinan mala heval û hogirek wî, carinan jî li çîyayek asê û şikefteke sar e.
Naveroka Pilingê Serhedê jî qasî navê wê balkêş e.
Nivîskar di kesayetîya lehengê romanê da qala gelek bûyerên ku di navbera Kurd û Ermenîyan da qewimîne, dike, ku ji wan bûyeran yek jî wiha ye.
Rojek ji rojan Zeynel li Gundê Mêrgemîrê mêvan e. Her wiha Ermenîyekî ji Gundê Zermemikê jî di heman malê da dibe mêvan û cara yekem rastî Zeynel Efendî dibe. Zermemik gundekî di navbera Gêxî û Gimgimê da ye û cînarên wanên derdorê jî Kurmanc û Dumilî ne. Kesê Ermenî jî ji nav û dengê Zeynel Efendi, ji mêranî mêrxasîya wî hayîdar e. Ermenî ji Zeynel ra bi gilî û gazin qala cînartîya Ermenî û Kurdan dike û dibêje, „Ha Kurmanc ha Dumilî biro bi mêvanî tên malên me, em qedr û qîmetê didin wan, ew jî dibêjin em dixwazin we biparêzin. Tu nabêjî tên ji xwe ra kifş dikin, ku hela çer werin dizîyê bikin.
Carê yek bi şev hat çêleka min a nû zayî ji garanê pêwenda wê vekir û da ber xwe bir. Golik orîya, mange orîya, diz çêlek diajot û dibir, gunê min bi golikê hat, min bangî diz kir û got, lawo pismam were golikê jî bibe, gune ye, bila bê mak nemîne. Wele tew ne ji min ra û ne ji te ra, bê tirs fena malê bavê xwe bibe, hat, golik jî da ber xwe û bir. Te digot qey bi pera kirîye. Baw wele mesela me û Kurmanc û Dumilîyan ev e…“
Di dawîya demsala 19an û destpêka sedsala 20an da li seranserê Kurdistanê bûyerên dirokî qewimîne, kesên bi nav û deng jîyane û di derbarê jîyana wan da kilam û stran hatine çêkirin, ku bi saya wan kilam û stranan em ji hebûna wan, ji mêranî û merxasîya wan hayîdar bûn. Kurd êdî bi hunera nivîsandinê jî dîroka xwe ji nû va dinivîsînin û lehengên ku di wê dîrokê da bi mêranî û mêrxasîya xwe cîh girtine, didin nasîn.
Romana Pilingê Serhedê jî ji wan kar û xebatan yek e û hêjayî xwendinê ye.
27.07.2025