Îro komeke gerîlayên PKKyê, ku xwe wek Koma Aştî û Civaka Demokratîk bi nav dikin, li Şikefta Casineyê çekên xwe danîn.
Di merasîma îmhakirina çekan da Hevseroka Konseya Rêveber a (KCK) Besê Hozat û komeke gerîla cih girt.
Koma Aştî û Civaka Demokratîk daxuyanî da û di daxuyanîyê da tê gotin, ku ew bi îradeya xwe ya azad çekên xwe îmha dikin.
Daxuyaniya Koma Aştî û Civaka Demokratîk wiha ye:
“Ji gelê me û raya giştî re;
Em wekî Koma Aştî û Civaka Demokratîk, a ku ji bo lezê bide pêvajoya guherîn û veguherîna demokratîk hatiye avakirin, hemû kesên ku li vir amade ne û şahidiya çalakiya me ya dîrokî û demokratîk dikin, bi rêz silav dikin.
Em wekî şervanên azadiyê yên jin û mêr, ên ku ji bo li dijî êrişên înkar û îmhayê yên li ser hebûna Kurd şer bikin, di demên cuda de tevlî PKKyê bûne, çek hilgirtine û li herêmên cuda têkoşîn meşandine, îro wekî bersiv ji banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di daxuyaniya wî ya 19ê Hezîrana 2025an de hatine vir. Hatina me di heman demê de li ser bingeha Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan a 27ê Sibata 2025an û biryarên 12emîn Kongreya PKKyê yên 5-7ê Gulanê ye.
Em vê gavê wekî pêngaveke niyetpakî û biryardariyê ji bo serkeftina pratîkî ya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk diavêjin. Armanca me ew e ku em ji niha û pê ve têkoşîna xwe ya azadî, demokrasî û sosyalîzmê, bi rêbazên siyaseta demokratîk û hiqûqê bimeşînin. Li ser bingeha derxistina yasayên entegrasyona demokratîk, em li pêşberî we çekên xwe bi îradeya xwe ya azad îmha dikin.
Em hêvî dikin ku ev gava me avêtiye, di serî de ji bo jin û ciwanan, ji bo tevahiya gelê me, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn û hemû mirovahiyê bi xêr be û aştî û azadiyê bîne.
Em bi dil û can tevlî gotina Rêber Abdullah Ocalan a ku dibêje, ‚Ez ne bi hêza çekê, bi hêza siyaset û aştiya civakî bawer dikim û ez bang li we dikim ku hûn vê rêgezê pêk bînin‘ dibin û em ji pêkanîna vê rêgeza dîrokî şanazî û rûmeteke mezin hîs dikin.
Em dizanin ku heta niha tiştek bi hêsanî, bê bedel û bê têkoşîn nebûye; berevajî, her tişt her roj bi dayîna bedelên giran û bi têkoşîneke bi neynûkan hatiye bidestxistin. Helbet ji niha û pê ve jî dê bi têkoşîneke dijwar be. Em vê rastiyê pir baş dizanin, li ser vê bingehî ji bo bidestxistina serkeftin û destkeftiyên nû yên demokratîk, em bi dil û can bi fikir û paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan bawer in û em wekî civateke hevalan bi hêza xwe ya kolektîf bawer in.
Di demekê de ku li cîhanê zext û mêtingeriya faşîst zêde dibe, herêma me Rojhilata Navîn vegeriyaye gola xwînê û pêdiviya gelê me ji her demê zêdetir bi jiyaneke azad, wekhev û demokratîk a di nava aştiyê de heye, em girîngiya mezin, rastbûn û lezgîniya vê gava xwe ya dîrokî dibînin û hîs dikin.
Em hêvî dikin ku her kes, jin û ciwan, karker û kedkar, hêzên sosyalîst û demokratîk, hemû gel û mirovahî jî nirxê dîrokî yê vê gava me ya aştî û demokrasiyê bibînin, fêm bikin û teqdîr bikin.
Li ser van bingehan, em bang li hemû hêzên herêmî û cîhanî yên ku berpirsyarê êşên gelê me ne dikin ku rêzê li mafên neteweyî yên gelê me yên son derece meşrû û demokratîk bigirin û piştgiriyê bidin pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk.
Em bang li hemû gelan, di serî de jin û ciwan, karker û kedkar, hêzên demokratîk û sosyalîst, rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen, hiqûqnas, hunermend û siyasetmedaran dikin ku vê gava me ya dîrokî rast fêm bikin û bi me re, bi gelê me re bikevin nava piştevaniyê.
Em dîsa bang dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd bi awayekî aktîftir têbikoşin û di asta cîhanî de têkoşîn û piştevaniya enternasyonal a demokratîk û sosyalîst bipêş bixin û xurt bikin.
Em bang li gelê xwe û hemû hêzên xwe yên siyasî dikin ku taybetmendiyên pêvajoya dîrokî ya ku em tê de dijîn û Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku Rêber Apo bipêş xistiye rast fêm bikin, di her qadê de erkên xwe yên perwerdeyî, rêxistinî û çalakiyan bi serkeftî pêk bînin û jiyana demokratîk bipêş bixin.
Zilm û mêtingerî dê bi dawî bibe, azadî û piştevanî dê bi ser bikeve.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk dê teqez bigihîje serkeftinê.
11ê Tîrmeha 2025an
Koma Aştî û Civaka Demokratîk“