Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di panela bi sernavê „Îraq û Herêma Kurdistanê: Qelsiyên Dualî, Paşerojên Hevbeş“ de, rewşa Herêma Kurdistanê, pêwendiyên bi Îraqê re û rewşa herêmê nirxandin.
Qubad Talebanî rexne li şêwaza birêvebirina niha ya Îraqê girt û diyar kir ku destûra Îraqê bi temamî nayê bicihkirin û got:
“Pêşnûmeyasayên li Bexdayê li bendê ne dikarin valahiyên destûrî tije bikin. Eger Kurd li Bexdayê bihêz bin, ev valahî dê werin dagirtin.
Divê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de li ser bingeheke sazûmanî bin.”
„Welat bi vî rengî nayê birêvebirin“
Talebanî di forumê de rexne li têgihîştina birêvebirinê ya Îraqê girt û bal kişand ser nearamiya di pêwendiyan de got:
“Pêwendî nikarin rojekê baş û rojekê xirab bin. Divê pêwendiyên di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de li ser prensîbên destûrî, ji wezaretê heta wezaretê, ji parlamentoyê heta parlamentoyê li ser bingeheke sazûmanî werin meşandin.
Ev rewşa ku biryar bi awayekî kêfî tên guhertin, nayê domandin.”
Talebanî tekezî li ser girîngiya pêwendiyên bihêz ên bi Bexdayê re ji bo paşeroja Herêma Kurdistanê kir û got:
“Kûrahiya stratejîk a Herêma Kurdistanê Bexda ye. Partiya me Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), bi vê têgihîştinê hewl dide ku pozîsyona xwe ya li Bexdayê xurt bike.
Divê nîqaşên li ser berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê li Bexdayê werin kirin.”
Talebanî anî ziman ku ji bilî nepêkanîna destûrê, yasayên ku li parlamentoya Îraqê li bendê ne jî valahiyeke cidî çêdikin û ev valahî tenê bi yekîtî û hêza siyasî ya li Bexdayê dikarin werin dagirtin.
“Yasaya Petrol û Gazê dikare bibe destûra aborî ya Îraqê“
Talebanî bal kişand ser nebûna Yasaya Petrol û Gazê jî û diyar kir ku yasa ne tenê ji bo Herêma Kurdistanê, ji bo Besra û Enbarê û herêmên din jî girîng e.
Talebanî got, “Eger yasayeke petrol û gazê hebe, ev ne tenê ji bo Kurdistanê, ji bo tevahiya Îraqê baş dibe.
Baweriyê dide şirketên navneteweyî, hilberînê tîne welêt.”
Talebanî bi bîr xist ku ji sala 2007an ve gelek pêşnûme hatine rojevê lê çareseriyeke mayînde nehatiye dîtin.
“Ev karesat e”
Wî got, “Welatekî wekî Îraqê yê ku nifûsa wî 46 milyon e, yekane çavkaniya dahata wî petrol e lê yasayeke ku vî sektorî birêkûpêk bike nîne. Ev karesat e.”
Qubad Talebanî bi bîr xist ku di serdema Celal Talebanî de mijarên stratejîk li Bexdayê dihatin çareserkirin û got ku divê Kurd ji nû ve li Bexdayê bibin xwedî bandor wiha domand:
“Dema em diçin Bexdayê, divê em ne bi hêza leşkerî, bi hêza gel û destûrê biçin. Divê em li wir ne tenê mafên Kurdan, mafên hemû gelê Îraqê biparêzin.”
„Rêbiwar walîyê Kerkûkê ye, ne yê Kurdan e“
Talebanî behsa mijara Kerkûkê jî kir û anî ziman ku siyaseta YNKyê ya li Kerkûkê berfireh e û got:
“Walîyê Kerkûkê Rêbiwar Taha ne tenê ji bo Kurdan, ji bo birayên me yên Tirkmen, Ereb, Xirîstiyan û Kakeyî jî dixebite.
Siyaseta Mam Celal ev bû: Kerkûk mala hemû gelan e.”
Talebanî bal kişand ser girîngiya beşdarbûna Tirkmenan a di birêvebiriya herêmî de û bi gotina “Deriyê diyalogê nehatiye girtin” banga lihevkirina siyasî li Kerkûkê kir.
„Dema Kurd bibin yek, bihêz dibin“
Talebanî di bersiva pirsa li ser hilbijartinên parlamentoyê yên nêzîk ên Îraqê de, tekezî li ser pêwîstiya yekîtiya partiyên Kurdî kir û wiha axivî:
“Dîrokê nîşanî me daye ku kengî Kurd parçe bûne, lawaz bûne, kengî bûne yek, bihêz bûne.
Dibe ku PDK û YNK rikaber bin lê di mijarên girêdayî paşeroja Herêma Kurdistanê de divê em bibin yek.”