Rizên Baweriyan
Di cihanê ye yekem da gelek milet û komên baweriyê yên weki Kurd, Dûrzî, Ermen, Cihû, Suryanî, Rûm, Çerkez, Nusayrî (Elewî), Marunî û gelekên din, bi sînorên çêker hatine perçekirin û bi piranî ew kirine xeleka herî lawaz a sîstemê. Yek ji civatên ku para xwe ji van perçekirinan stendine jî, Dûrzî ne.
Gava em li dîroka baweriyan dinhêrin, baweriyên têkildarî xweza û hebûnê yên civatên mirovan ku bi civaka xwezayî re derketine holê, wan dike mîkro gerdûn.
Di serdemên destpêkê de bawerî ne bi awayek cudakirinê; bi awayek ku hemû derdorên civakê digre nav xwe û yekpareyi ye, bipêş ketiye. Her ku civakîbûn mezin bûye, civak fireh û berfireh bûne, girêdayî şertên erdnîgarî û standarkên jiyanê, di baweriyan de cudahî pêk hatine. Di nav demê de ev bawerî veguherîne, lê dîsa jî avabûnên ku dikaribûn bandorên baweriyan heta îro bînin, pêk hatine. Nîşaneya herî berbiçav a vê yekê, nêzikatiya wekhevîhez a di navbera jin û mêr de û erêkirina jinê ya wek pêşeng e. Mînak, di baweriya Êzidî de jin di rîtuelan de rola pêşeng digrin ser xwe; Di Kakaîtî û Yarsanîtiyê de mafên jinan wek yên meran in. Ciyê wan ê di civakê de jî, bi baldarî tê parastin. Di Elewîtiyê de li derveyê wekheviya jin-mêr tevbigerî, ev wek şermeke civakî tê dîtin. Di baweriya Dûrzî de jî bingeha têkiliyên jin-mêr de wekhevî heye û tu zextek li ser jinê, bi tu awayî nayê qebûlkirin. Hê gelek pergalên baweriyê hene ku vê ferasetê heta îro jî anîne. Bi vê yekê re, her çiqas di bin bandora olên yek xwedayî ya jinê der dike de mabin û ferasetên ku mafên civakî tenê ji bo hinek derdoran dane de mabin jî, van baweriyan cewhera xwe parastine. Her wiha ev pergalên baweriyê ne tenê bâtinî an jî metafizik, di heman demê de li ser bingeha civakîbûnê, xwedî bîrdozî, felsefe û ferasetek berxwedanê ye jî. Yanê ne tenê bi çawaniyên hundirîn, di heman demê de bi aliyê diyalektîk û zanistiyê de jî xwedî girîngiyek in.
Tiştê ku Rojhilata Navîn dike Rojhilata Navîn, malovaniya wê ya ku di dîrokê de ji bo gelên berxwedêr û afirîner, bawerî û çandan kirî ye. Ji bo nasîna gelên li vê erdnîgariyê, destpêkê xwendinên dîrokî pêwîst e. Bi sedan heta bi hezaran bawerî, çand û netew hene ku navên wan hindik hatine bihîstin an jî di bin zextên faşîzan ên demê de rastî komkujiyan hatine û bi têkçûnê re rûbirû mane. Ji bo ku mirov Rojhilata Navîn baştir nas bike û fam bike, divê mirov li paşeroj, îro û pêşeroja van gelên ku her yek ji wan mijarek lêkolînê ne, binhêre. Di vê nivîsa xwe de jî emê yek ji van gelan, Dûrziyan binirxînin. Tê gotin ku Dûrzî xwedî paşerojek in ku bi esasî ji herêmeke Nîvgirava Sîna destpê dike, ji Misrê heta Çiyayên Torosê ve diçe. Li Sûriyeyê wek komek baweriyê ne. Têkildarî koka etnîkî ya Dûrziyan jî, heta îro agahiyek zelal û sedîsed tuneye. Piraniya agahiyên heyî, ji texmînan pêk tên û xwe dispêrin rîwayetan; lewma jî xwe naspêre çavkaniyên berbiçav û piştraskirî.
Di vê gotarê de em ê li ser Durziyan (yan Durûziyan) ku yek ji van gel û baweriyan e, bisekînin.
Dewleta Fatimiyan
Dûrzî, civatek ku girêdayî baskê Îmaîliye yê Şîatiyê ye û di bin bandora ferasetek ku wek Îmamheza Heftemîn tê zanîn de mane. Dûrzî, tînin ziman ku ji pênc pêxemberan bawer dikin; di lêkolînên giştî de tê diyarkirin ku Dûrzî, baweriya heft îmam û heft pêxember esas digrin. Bingeha baweriyên wan, xwe dispêrin Xelîfeyê Fatimiyan El-Hâkim Bîn Emrillah. Dûrzî, el-Hâkim ne tenê wek xelîfeyek wek rûdana Xweda ya li ser rûyê erdê dipejirînin. Hamza bîn Alî ku alîkarê wî ye û damezrînerê pergala baweriyê tê dîtin jî, wek pêxember dibîne û herduyan wek fîgurên pîroz bi rêzdarî bibîr tînin. Dûrzîtî, pergalek xweser a baweriyê ye ku di sedsala 11. de ji baskê Îsmaîliye yê mezheba Şiî derketiye holê ye. Dûrzî ji xwe re dibêjin “Muvahhîdûn” yanê “ehlê/a Tevhîd” (yên ku dikin yek, ji yek xweda bawer dikin). Ev civata bawerî, ji aliyê 6’emîn xelîfeyê Dewleta Fatimî Ebu Alî Mansur el-Hâkîm bi-Emrillah û wezîrê wî Hamza bîn Alî ve hatine teşekirin. Li gor çend rîwayetan, ji aliyê bawerek bi navê Hamza bîn Alî Ahmed ve, prensîbên bingehîn ên Dûrzîtiyê hatine nivîsandin. Tê gotin ku Hamza li bajarê Zozan ê li herêma Xorasana Îranê jidayîk bûye, 20 salên destpêka emrê xwe li wir derbas kiriye. Di serdema ku Xalîfetiya Fatimiyan hat avakirin de, di çaxek ku zanistî bipêş ketiye de, tê gotin ku koçî Qahireyê kiriye. Piştî demeke li qesra Fatimiyan şêwirmendî kiriye û bi saya vê erke, azadiya fêrkirina aşkera ya zanînên xwe bidest xistiye. Li hember Hamza, fîgurek girîng ê bi navê Muhammed bîn Îsmaîl Neştekîn ed-Derezî serî rakiriye. Derezî, xebatkarek li ber destê El-Hâkîm e û hewl daye ku xwe wek îmam bide îlankirin. Lê xelkê li hember vê rewşê xwe neqayîl kiriye û di raperînek ku di sala 1020’an de çêbûyî de, Derezî hatiye kuştin. Piştî ku Neştekîn ed-Derezî û alîgirên xwe hatin înfazkirin, Hamza bîn Alî hê du salên din jî baweriya xwe bipêş dixe. Hin kes vê sazîbûnê wek tarîqat binav dikin, hinek jî wek sentezek olên yek xwedayî an jî pergalek xweser a baweriyê dibînin. Ev baweriya ku Hamza bipêş xistiye, bi mînakgirtina navê Dereziyê ku li hember wî serî rakiriye û ji aliyê xelkê ve hatiye derkirin, navê “Dûrzîtiyê” digre. Dûrzî Resâîlu’l-Hîkme jî wek pirtûka pîroz qebûl dikin. Ev pirtûk bi taybetî jî, li ser aliyê ehlaqî û polîtîk ê civakê disekine. Li gor baweriya Dûrzî, di bingeha hemû yasa û prensîban de, ehlaqa civakî cîh digre.
Vexwendina îlahî
Baweriya Dûrzîtiyê, li ser bingeha baweriya îlahî ya 6’emîn Xelîfeyê Fatimî Ebu Alî el-Mansur el-Hâkim bi-Emrillah bipêş ketiye. Di baweriya Dûrzî de ew mîna Xweda tê dîtin. Navê “Doza Tevhîdê” an jî „Vexwendina Îlahi” dane wê vexwendinê. Beşdarbûna li Dûrzîtiyê, bi heyamek ku ev vexwendin hatiye kirin hatiye sînorkirin. Li gor vê yekê deriyê vexwendina ji bo Dûrzîtiyê, ji aliyê Xelîfeyê Fatimî el-Hâkim bî-Emrillah ve di 30’ê Gulana 1017’an de roja Pêncşemê, dema roj diçû ava hatiye vekirin; di sala 1043’yan de jî ji aliyê El-Mu’tena Baha’ud-Din ve hatiye girtin. Lewma jî sala 1017’an ji bo Dûrziyan wek destpêka salnameyê tê qebûlkirin. Baweriya di Dûrzîtiyê de ya wekî “Mirov nabe Dûrzî, wek Dûrzî jidayîk dibe”, xwe dispêre vê ferasetê. Ev di heman demê de baweriya ku dibêje baweriya Dûrzî bi Dewleta Fatimî ya li Misrê hatiye avakirin destpê dike, piştras dike.
Labîrentên sînor: Belav bike, parçe bike, birêve bibe
Bi Yekemîn Şerê Cîhanê re li herêma Levantê dest bi xêzkirina sînorên çêker ên Wîleyata Şamê ku di Erebî de wek „Bîlâdu’ş-Şâm“ an jî „El-Maşrîk“ tê zanîn, kirin. Van sînoran, rêveberiyên mandatê ku Brîtanya û Fransayê ji bo berjewendiyên xwe yên aborî û siyasî li herêmê peyda bikin pêk anîne, digirt nav xwe. Di vê çarçoveyê de sînorên Sûriye, Lubnan û Filîstînê ji nû ve hatin diyarkirin. Di vê pêvajoyê de gelek milet û komên baweriyê yên weki Kurd, Dûrzî, Ermen, Cihû, Suryanî, Rûm, Çerkez, Nusayrî (Elewî), Marunî û gelekên din, bi sînorên çêker hatine perçekirin û bi piranî ew kirine xeleka herî lawaz a sîstemê. Yek ji civatên ku para xwe ji van perçekirinan stendine jî, Dûrzî ne. Bi sînorên çêker, li Rojhilata Navîn û dîasporayê belav bûne. Îro tê payîn ku li giştiyê dinyayê di navbera milyonek û 2 milyon de Dûrzî hene. 700 an jî 800 hezar ji vana, li bajarên Sûriyeyê, yên wekî Suweyda û Dera (Cebel el-Dûrz) yanê li herêmên nêzî sînorê Îsraîlê dijîn. Nêzî 250-300 hezar ji vana, li Çiyayên Şûfê yên li Lubnanê, 30-40 hezar li derdora Ammana Urdûnê, 100-150 hezar jî, li Îsraîlê dijîn. Yên mayî jî, li welatên cur bi cur ên Rojhilata Navîn û li dîasporayê belawela dijîn. Lê ev hejmar, tenê yên ku tên payîn in; ji ber ku heta niha Dûrzî bi awayek taybet li gor nasnameya xwe nehatine jimartin.
Dûrzî, civakek ku ji derve re girtî ye. Ji nasnameya wan a etnîkî zêdetir, nasnameya wan a baweriyê derdikeve pêş. Di sîstemên baweriya wan de kamilbûna rêberên baweriya wan, xwedî girîngiyek mezin e. Ev qonax, asteke ku herkes bikaribe bighê nîne; pêvajoya perwerdeyek dirêj û tecrubeyek girîng pêwîst dike. Bi van aliyên xwe Dûrzî dişibin baweriya Êzidiyan. Agahiyên têkildarî baweriyê, wek riz tên veşartin. Bi tevahî xwe dispêrin felsefeyek Batinî. Nêrîna wan a li dinyayê, felsefeya nirxandina wan a jiyanê, wek yê Elewiyan e. Gelek dişibin hemû tevgerên Batinî. Zanatî-aqil, gotin, nefs, paşeroj û pêşeroj; Di baweriya Dûrzî de ev pênc têgih di heman demê de wek nêzîkatiyek felsefî ya ku pênc pêxemberan temsîl dike, tê qebûlkirin. Di nav van doktrînan de ya herî bingehîn û herî girîng, aqil e. Dûrzî di koka hertiştî de li aqil digerin û xwe wek ‘rêwiyên rêya aqil” pênase dike. Piştî aqil; gotin, nefs, paşeroj û pêşeroj tên. Felsefeya Dûrzî, li ser van pênc bingehan teşe digre. Mirov pêwîste ku aqilê xwe bişxulîne û nefs û ajoyên xwe bike bin kontrola xwe. Dişibe hêmana “bi destê xwe, zimanê xwe, pişta xwe bikaribe” ya ku di baweriya Elewiyan de girîngiya tevgera ehlaqî û kontrola cewherî destnîşan dike. Dûrzî aqilê mirov û aqilê gerdûnê wekhev dibînin. Aqil ne tenê ji bo fikirînê, di heman demê de awayek tevgera li ser bingeha metoda rast e jî. Xebat û hewldan, wek pêkanîna metodê tê nirxandin. Ev jî wek encamek xwezayî ya lêgerîna daîmî ya mirov û civakê tê dîtin. Zanatî û metod, di baweriya Dûrzî de çavkaniya qudret û rêbertiyê ye. Bi vê yekê re, di baweriya Dûrzî de wateyên ku ruyê erdê ji bo rengên kokê diyar kirine jî hene. Kesk; aqil û zanatî, sor; nefs, zer; gotin, şîn; dersên ku ji tecrubeyên jiyanê hatine girtin, sembolîze dike. Spî jî tê wateya „Ez heqîqet im, di rêya heqîqetê de bi evînê dimeşim.” Her wiha Dûrzî, stêrkê wek sembol qebûl dikin.
Jiyan û mirin
Dûrzî, ji bo hemû ol û baweriyan hurmet nîşan didin. Di bingeha vêya de jî, baweriya koçkirina rih (reenkarnasyon) heye. Li gor nêrîna wan gava ku pêxember dimre, rihê wî di bedenek din de jiyana xwe didomîne. Dibe ku ev beden kesek aydê olek din be jî. Ev bawerî, sedema herî girîng a ku Dûrzî ji bo hemû olan xweşbîn e ye. Li gor metnên pîroz ên Dûrziyan, ruhê pêxemberê pêncemîn Yuhanna, li ser ruyê erdê wek Îsa Mesîh ji nû ve beden dîtiye û wek Xweda hatiye dîtin. Ji ber vê ferasetê, naçin serdana gorên miriyên xwe. Li gor Dûrziyan ruhê mirovek ku peresana xwe temam kiriye, paş ve naçe û nakeve bedena nebat an jî ajalek; dîsa derbasî bedena mirovek dibe. Lewma jî di nav hemû zindiyan de ne koçkirina ruh, tenê dewra ruh a di nav mirovan de qebûl dikin.
Di Dûrziyan de jin
Li gor baweriya Dûrziyan jin û mêr wekhev in û mafê jinan heye ku di hemû qadên jiyanê de cîh bigirin. Di baweriya Dûrziyan de mafên jinê hatine parastin. Jin wek afirînera jiyanê û çavkaniya keda bi tengasî tê dîtin. Bêyî razîbûna jinê zewac an jî têkiliyek nayê qebûlkirin. Pir zewacî tuneye. Di Îslamiyetê de dibêje ku „Mêrek dikare bi çar jinan re bizewice, lê divê edaletê pêk bîne.” Di berdewama vê ayetê de dibêje „lê hûn mêr, nikarin edaletê pêk bînin.” Vê hevokê bandorê li Dûrziyan kiriye. Lewma jî pir zewacî nayê qebûlkirin. Piştî ku hevberdan hat qebûlkirin, ew jin û mêr êdî nikarin bên ba hev. Lewma jî beriya ku hevdu berdin, divê hemû hûrguliyan bi baldarî bifikirin û biryar bidin. Ji bo jinebiyan, qadên bi navê „Betîl Metaq“ (mala şikestî) yên jiyanê tên avakirin. Lê bi giştî civaka Dûrzî jinên li van malan dijîn, biçûk dibînin. Jinên Dûrzî vê rewşê aydê çanda Dûrzî nabînin û li hember vêya têdikoşin. Tevgerên jinan, li hember nêzîkatiyên ku jinan der dikin û biçûk dibînin, di têkoşîneke hevpar de birêxistin bûne. Di dîrokê de navên jinên ku derketine pêş tunene. Lê li herêmên ku Dûrzî lê dijîn, bi taybetî jî li Suweydayê, gelek kevirên ku tiştên aydê jinan li serê hatine xêzkirin, hene. Ev xêz îro wek pîroz tên dîtin. Jinên Dûrzî xwe nagirin û xwedî taybetmendiyek sekuler in. Jin bawer dikin ku şara olî nikare bi Îslamiyetê ve bê girêdan. Tewar Dûrzî ji jinan re dibêjin „Mîna Humeyra ya ku jina Muhammed e bin.” Humeyra, jinek porê wê sor û serê wê vekirî bû. Lewma ji bo jinên Dûrzî wek mînakek tê qebûlkirin. Ji jinên hîzarkirî heznakin.
Dûrzî û berxwedan
Yekem civata ku li hember Xelîfetiya Misrê, Împaratoriya Osmaniyan, dagirkirina Fransayê û dawiyê jî Rejîma Baasêne liberxwe daye, civata Dûrzî ye. Herêmên ku lê jiyîne, veguherîne navendên berxwedanê. Kêm carek ala xwe nîşan didin; gava ku ala xwe bilind bikin, ev tê wateya pêwîst e herkes ji bo şer amade bin. Bi kurtasî Dûrzî, wek civatek şervan tên zanîn. Zilma Osmaniyan qebûl nekirin û di wê serdemê de xweseriyek nefermî îlan kirin. Di navbera salên 1921-1936’an de gava ku Sûriye di bin mandetiya Fransayê de bû Dûrziyan li çiyayên Cebel el Dûrzî federasyonek ava kir û avahiyek xweser pêk anîn. Bûn yekem civata ku mandetiya Fransiz û perçebûna Sûriyeyê qebûl nekir. Kurd, Dûrzî û Sûriyeyiyên welatparêz her tim li hember Fransiyan serî rakirine. Dûrziyên ku pêşengiya Şoreşa Ereban kirin, li Sûriyeyê hurmet dîtin. Berxwedana wan a bi lehengî ya li hember Fransiyan nîşan dan, li hemû Sûriyeyê bi rêzdarî hatine şopandin û peykerên ku van lehengiyan nîşan didin, li kuçeyên Dimeşq û Suweydayê hatine danîn. Suweyda, bû bajarek ku Dûrzî bi piranî lê dijîn. Di hinek çavkaniyan de Suweyda, wek dewleta Dûrzî an jî dewleta Cebel el Dûrzî derbas dibe. Piraniya kesên li wê herêmê dijîn Dûrzî re, gelek kêm Xirîstiyan û Misilman jî hene. Bi giştî Dûrzî li Çiyayên Golanê û qadên çiyayî yên li derdora wan dijîn. Çiya, ji bo wan çeperên herî bihêz ên parastinê ne.
Têkiliyên Dûrziyan ên bi Îsraîlê û rejîma Baasê re
Îsraîlê, di çarçoveya polîtîkaya perçekirina herêmê de hewl da ku bi Dûrziyan re têkiliyên dostaniyê ava bike. Ji wan re got “Hûn xizmên me ne, tiştek we û Ereban tevî hev tuneye” û xwe nêzîkî wan kir. Îsraîlê, gelek Dûrzî du qadên leşkerî de peywirdar kirin û yekîneyek taybet a ji Dûrziyan pêk tê ava kir. Li derdora Girên Golanê nêzî 130 hezar Dûrzî jiyana xwe didomînin. Lê van Dûrziyan, nasnameya ku Îsraîlê daye wan, red kirine û xwe wek Sûriyeyî pênase kirine. Piştî Fransayê li Sûriyeyê desthilatiya Rejîma Baasê destpê kir. Dûrziyan destpêkê li hember wan helwestek gumanbar nîşan dan. Lê piştî ku polîtîkaya Hafiz Esad a zext û desthilatiyê ya li ser gelan û baweriyan dît, li gor Kurdan, Elewiyan û Îsmaîliyan helwestek zelaltir û hişktir nîşan dan û bîrdoziya Baasê bi awayek aşkera red kirin. Piştî ku Hafiz Esad mir, kurê wî Beşar Esad hat şûna wî. Dûrziyan demeke çavdêriya Beşar Esad kirin. Lê piştî ku dîtin ew jî ji bavê xwe ne kêm e, tewar desthilatiyek zêdetir zextê dike nîşan dide, helwesta xwe zelal kirin. Gotin ku “Em li Suweydayê xwedî avabûnek xweser in, ji me bigerin” û mesafe kirin navbera xwe û rejîmê. Beşar Esad jî, li hember Dûrziyan nêzîkatiyek agresîf nîşan daye û li hember wan zextên cur bi cur pêk aniye.
Şerê navxweyî yê Sûriyeyê û Dûrzî
Çirûska yekem a şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, li Derayê derket. Dera wek navenda serhildanê ye. Protestoyên destpêkê bi awayek xwînî hatin çewsandin, lê dîsa jî di demeke kin de li tevahiya welat belav bûn û hîmên rejîmê hejandin. Di vê pêvajoyê de Dûrziyan xweseriya xwe parastin û dest ji hedefên xwe yên jiyana xweser bernedan. Di serdema şerê navxweyî de gelek Dûrzî bi darê zorê kirin leşker. Piştre êrîşên DAIŞ’ê destpê kirin. Di van êrîşên ku ji aliyê başûr ve hatin de bi sedan Dûrzî hatin qetilkirin; toplu komkujiyên komî çêbûn. Li ser vê yekê Dûrziyan li hember DAIŞ’ê yekîneyên xwe yên parastina cewherî ava kirin. Polîtîkayên Şîîkirinê yên Îranê jî red kirin. Di sala 2023’yan de Dûrziyan ji nû ve li hember rejîmê serî rakir û careke din daxwaza xweseriyê kirin. Lê rejîmê wek hergavîn vê daxwazê red kir. Li ser vê yekê Dûrziyan xweseriyek ne fermî îlan kir. Gava ku rejîma Esad hilweşiya, Dûrziyan wek ku di guhertinên berê yên rejîman de kirin, dîsa pêvajoyê bi baldarî şopandin. Bermayiyên DAIŞ’ê, HTŞ (Heyet Tahrir el-Şam) û komên çete yên SMO’yê şopandin. Lê di demeke kin de dîtin ku ev kom dê demokrasiyê neynin Sûriyeyê û mafên gelan û baweriyan nedin wan, li hember vana jî helwestek aşkera nîşan dan.
Li Sûriyeyê hebûna nû ya DAIŞ’ê û helwesta Dûrziyan
Komên çekdar ên ku bi polîtîkayên dagirkerî û kedxwaryê kişandin Sûriyeyê û berjewendiyên serdemî yên dewletên wek Tirkiyeyê, herêm ber bi krîz û tevliheviyek kûrtir ve kişandin. Li Sûriyeyê 13 salên şer li paş man. Vê pêvajoyê di aliyê gelên Sûriyeyê de jî dîmenek nû derxistiye holê. Gel, civatên baweriyan û avabûnên çandî yên ku destpêkê bê rêxistin û parastin bûn, bi demê re di mijara xwe parastin û berdewamkirina hebûna xwe de bûn xwedî tecrube û di aliyê birêxistinbûnê de gav avêtin. Di vê çarçoveyê de divê mirov Durziyan jî binirxîne. Belê, dibe ku Durzî hê tam nebûne xwedî avabûnek birêxistin. Lê bi tecrubeyên xwe yên dîrokî û cesareta ku ji paradîgmaya bi pêşengiya Kurdan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava bûye, ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê dixwaze girtine, seknek zêdetir bi biryar û bi hêz nîşan didin. Durziyan dem bi dem bi HTŞ (Heyet Tahrir el-Şam) re hinek hevdîtin û peymanên sînordar kiribin jî, HTŞ’ê ji ber feraseta xwe ya ku çavkaniya xwe ji DAIŞ’ê digre, helwesta xwe ya qirkirinê domandiye. Piştî Elewiyan vê carê jî li hember Durziyan polîtîkayek qirkirina sîstematîk hatiye meşandin. Hewldanên Durziyan ku ji bo pêşeroja Sûriyeyê çêbûne, hatine piştguhkirin; di polîtîkayên kirin, dagirkirin, tecawiz û talanê de hatiye îsrarkirin. Li gor hinek çavkaniyên herêmî, hejmara kesên di komkujiyên li hember Elewiyan pêk hatine de mirine, gihîştiye 50 hezarî. Di serdema dawî de jî li hember Durziyan li deverên gundewar ên Şamê yên wekî Cemendan, Dera, Eşrefiye, Sahnaya û Suweydayê êrîş çêbûne û ji 50’yî zêdetir Durzî hatine qetilkirin. Dîsa jî şervanên Durzî, êrîşên bermayiyên DAIŞ’ê ango komên çete yên HTŞ û SMO’yê têk birine û berxwedanek bêhempa nîşan dane.
Avakirina Sûriyeya Demokratîk
Îro Durzî, ji bo ku li Sûriyeyek demokratîk a wek modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xweseriya xwe biparêzin, helwestek bi biryar nîşan didin. Helwesta jinên ku di dema Rejîma Baasê de li kuçeyan bi çalakiyên xwe balê dikşandin a di vê mijarê de jî zelal e. Jinên Durzî di meclîsên leşkerî û rêveberiyên herêmî de zêdetir cîh digirin. Bi vî awayî jî, ji bo ku Sûriye li Rojhilata Navîn bibe welatek ku pêşengiya demokrasiyê dike, rolek girîng dilîzin. Durzî, dilsoziya xwe ya bi çiyayan, avabûna civakî, çanda xwe û baweriyên xwe re, didomînin. Bi vê sekna xwe jî, li kêleka Kurdan, Nusayriyan û Elewiyan disekinin, Sûriyeyek ku dê bi feraseta şerîet û cîhadîst bê rêvebirin, bi aşkerayî red dikin. Di vê wateyê de em bêjin ku “Li Sûriyeyê bihara gelan hê nû destpê dike” ewê nebe gotinek mezin. Bi aqilê hevpar, têkoşîna civaka demokratîk a li hember bermayiyên DAIŞ’ê û avabûnên bi vî rengî tê meşandin, li hemû eniyan didome. Lewma jî piştevaniya gelên herêmê, ji hemû serdeman zêdetir xwedî girîngiyek e.
Çavkanî: JINHA




