
Bedirxan Epözdemir
Şev tarî, dar û ber melûl bûn. Bajêr xemgîn. Runiştwanên bajêr situxar bûn. Ji bêdengîyê meriv digot key bajêr fetisî ye.
Xuşe-xuşa Gola Wanê bû. Lê ne wek hercaran bi coş, bi kel û girîn bû. Bi xem dixuşîya. Ev rewş, tirs û xof didara meriv.
Ne hewceye ku ez rewşa Sîpan û ya Nemrût ji we ra bêjim? Her duyan jî reş girêdabûn. Dinalîyan û dikalîyan. Bi bêhna xezebê hisîyabûn.
Hizir dikirin wê dîsa tofan rabî.
Lê mecal?
Rojek weka rojan bû.
Sar bû, seqem bû. Dê weledên xwe tavêtan.
Dîsa zûh hatibû ba û baxoz, amadekarîya zivistana xedar dikir. Ma key awe heye li Serhedê ji sir û seqemê ra? Sal bi sal xwezî bi par….
Car caran ewir, mij û moran. Gelek caran jî qîr û hawar.
Sedem wê taybetîyê bû Bedlîsîya digotin;
-Yazdeh meh mij û moran, mehek jî Remezan.
Gelo we qet bihîstye ku ji kûl û xeman senfonî bêne holê?
Ure-ura guran, dar û devî dihejîyan û bi dengên xwe yê nalîn çiwîk û şevşevok bangê ronahîyê dikirin.
Dengên wan digîhîşta erş û ezman, bêdengîya şeve belav dikirin.
Li welatê bindestan, teda û zordestî berdevam bû. Girtin, kuştin û lêdan. Malxirabî, wêran û talan. Rev û koçberî. Derdê herê giran; bêxwedî û xwedan….
Xew neketibû çevên wî heya berbanga sibê. Ji xwe zengilê telefonê wî jî heya sibê nesekinînin. Her zengil lêdanek da divenecikî û ji nav livanan radibû û diponijîya. Pirs eynî bûn. Bêguman bersiv jî.
-Ka bila bibî sibe, dinya ronahî bibî, xwedê kerîm e.
Hêvîya, bêhêvîya bû.
Sibê zûh rabû. Bi bîrewerîyeke zexim û ji xwe bawer.
Keça xwe Şilan ku dildarê wê bû û lê bi nazenîn mezin kiribû maçê kir, xatirê xwe xwest û bi lez-bez ço nivisgeha xwe. Nizanî ku ev maç û çon yên dawîn e. Û ev çon, çona nehatinê ye.
Ji Welat xwe pir hizdikir, evîndarê evînê bû. Tu car hizir nedikir ku welathizî, mirovhizî û dadparêzî cirme ji bo insan. Yan jî bawer nedikir.
Du alî leyz, bêbextî û keysperestî…
Her dem tembih û şîretan dikir li dor û alîyên xwe, digot;
-Rewş ne baş e, agahdarê xwe bin, li derve neminin û hêwaran ji kesên nenas ra derîyê xwe venekin.
Ma me çî dîzanî ku rewşa nebaş wê ewil başa bibe. Dema ku jê ra digotin;
-Pêwist e tu gelek agahdarê xwe bî.
Dikenî û digot;
-Tiştek bi min nabî
Jibîrkir ku mirin bêbexte. İnsanê duru jî hene. Bawer bû ku hemû pirs û pirsegirik, bi rîya aştî û edlayî çareser dibin.
Dijê şer şervaneke aşîtîyê bêhempa bû. Xêrxwazên wî jî û dagirkerên welat vê rewşê baş dizanîn.
Her car digot;
-Tu tişt ji Dadê bi rûmet nîne.
Ji xwe sedem vê bawerîyê nebû ku li dîwarê nivîsgaha xwe gotina ya Dadparêzê bi nav û deng Malierac nivsandi bû; “Dadparêzan tu car dîlan bikêr nanîne, lê efendîyê wan jî çênebûn e. Mezinayî ya dadmendîyê, bijartine û parastina dadê, ji vir tê. “Ev gotina ku di nivîsgaha dîvarê xwe da eliqandibû jê ra bibû destur.
Tim rûken bû.
Bijîjk ê otopsîyê digot;
-Min di jîyana xwe ya otopsîyê da yeke ku wuha delal bikenê û mirine bi laqirdîyan himbêz bike nedît.
Jîyan li cem wî wek stranek bû.
Tim bi dilşahî temaşa jîyanê dikir. Xuya ye ku di nefesa dawî da jî kenê şermezar nekirîye, bi rûken xatir xwestîye.
Kesî nizanim, çiqas payîz tê dile min zîz e. Dilerizm, diveceniqim, bi qîr û hawarim divan rojan da. Edî kêfa min nayê ji payîzan ra. Navêm êdî belg û rengên zer. Bêbextin payîz, bi xeberên xwe yên reş dil diêşînin.
Tava min dane ber gulan. Wêga hun bejin ev ji ku derket? Tav, çawa tê gulebaran kirin? Dibî-dibî. Nebêjin nabî. Di berbanga sibê da gulbarankirin li tavê. Tav, li himberî tarîyê çekekê bê hempa ye. Tarî û sîh ji tavê pir ditirsin. Sedem wî ye ku ji beyanî heya hêvarê tavê diqewrînin.
Lê tav tu car nayê zebt û reptê. Çiqas merc dijwar bin jî rîyek ji xwe ra dibine û şewqa xwe dide dor û alîyan. Tarî û zilomatan belav dike, mahzenan diçirîne. Dibe mizgînîya xweşî û qencîyan. Hêvi û stranê li ser lêvên milyonan.
Kî ditirse ji tavê û ronahîyê, kî hizdike ji tarî û reşîyê? Tirsonek û keysperst…
Sedem vîye di şevtarîyan da êriş tînine ser ronahîyê. Evên ji sîya xwe ditirsin bi dek û dolaban bi bêbextî divên tavê bifetsînin.
Lê heyhat, heyhat…
Nafîle…
Kes dikarê pêşîya avê bigrê?
Derya tê kefilkirin?
Êrîş çikas giran dibin bila bibin, di dawîyê da serketin ya tavê ye.
Hozanek salan bere; “Kilama evên ku tavê vedûxwin” gotî ye.
Hozaneke dî; “Li bin sîya dara goza mezin da tav çawa hate xençerkirin” şîrovekirîye bewestan.
Ne êrîşkeran dev berdane ji êrîşên xwe, ne jî evîndarên tava dev berdane ji bengîya xwe.
Ev wuha dom kirîye û hatîye bi salan. Wusa xuya dike wê bidomê heya têkoşîna di navbera tarî û ronahîye da hebî. Dema tav serket wê stranbêjên tavê bigêhêjine mirazê xwe.
Çima wan tiştên jorê dinivîsinim?
Key min çelqandî ye?
Lê rawestin. Zû-zû biryar nedin.
Tava we jî qet hatiye qetilkirin?
Stêrka we jî asimana ji nişkava xuricîye, kesî we bê av hiştî ye?
Qet bax û bostanê we ji bê avîyê hişkbûn e?
Carekedîn rawestin û biryarê xwe bidin. Ku biryara we erênî bî, şik tûne hawar û gazîyên min ji bo jî watedarin. Wê deme ez dizanim:
Tav, hewa û av li cem we jî bi rûmetin.
Ewên bi zanistî tarîyê diparêzin û ronahîyê bi bêbextî xencer dikin; neyarê aştî û evînîyê ne.
Kînin ev, çî dixwazin?
Gelo hun dikarin car-caran van pirsan ji xwe bipirsin?
Roja min hebû we qetil kir. Çira min tefîya, ava min çikîya.
Bê hewa me, difetisim. Sterk êdî bi çirûskên xwe li asîmana nabirqin. Cîhan bêwate ye êdî ji bo min.
Wa ye disa payîz e, dile min dîsa zîz e.
Zer, xwezayê zept û rept kirîye. Nefes li me çikîya, hindik ma em bifetsîn.
Sor û kesk vêga xemgînin.
Gelo wê bihar bê?
Wê dîsa kûlilk vebin?
Belkî jî nezanî û xîzanî revîn û şuna xwe ji başî û xweşîyê ra berdan, nizanim.
Stranbêjên tavê wê dîsa stranên xwe bistirin, wê zarokên tavê bi dengen xwe yê zîz kilamên xwe yê aşîtîyê bi azadî biqêrin?
Wê dile min piçêk hêsa bibî?
Nizanim…
30.10.2024