Çavkaniyan nêzîkî Hikûmeta Şamê ji Al Jazerayê ra ragihandiye ku ji bo beşdariya Kurdan a di dezgehên ewlehî û artêşê da pêşnîyarek ahtîye kirin.
Di pêşniyarê da naskirina mafên çandî yên Kurdan û bicihkirina van a di destûra nû da cîh digre.
Herwiha di pêşniyarê da tê gotin, ku sîstemeke rêvebiriyê ya nanavendî were avakirin.
Erkên meclisên herêmî werin zêdekirin û parêzgeh bi awayekî nenavendî werin îdarekirin.
Li gorî heman çavkaniyan, HSDyê ev pêşniyar red kirîye û li ser mercên xwe yên taybet israr kirîye, ku ew merc jî ev in:
– Tevlîbûna artêşa Sûriyeyê ya bi yekîneyeke taybet.
– Parastina hebûna xwe ya li herêmên leşkerî yên heyî.
– Wergirtina beşeke ji dahata bîrên petrolê.




