
İkram Oguz
Zargotina Kurdî zargotineke dewlemend e.
Bi kilam û stranan, bi çîrok û kurteçîrokan va hatîye xemilandin.
Loma di demên borî da bûyerek bihata nirxandin, gotin bi pêşgotinek ya jî bi kurteçîrokek dihat xemilandin.
Di dema zarokatîya min da ji bo kesên ku ji daxwaz û armancên xwe derbas dibûn ya jî asta wan kêm dikirin, kurteçîrokek dihat gotin. Qasî ku tê bîra min ew kurteçîrok kêm ya jî zêde wiha bû.
Digotin, li gundekî serhadê xortekî çeleng di demsala zivistanê da, bi tena serê xwe û peyatî tere gunedekî nêzîk. Şevek li wî gundî dimîne û roja mayîn jî şûnda vedigere gundê xwe.
Dema ku tê mala xwe, bav berê pesnê wî dide, dû ra jî jê dipirse, ku di çûyîn û hatinê da rêwîtîya wî çawa derbas bû ye?
Law bi kelecan dest pê dike û ji bavê xwe ra dibêje:
- Bavo, di hatinê dema ku ez ji newala aşê xirabe derketim serê girê kevrê gewr, çi bibînim, ji alî çîyê va tam 40 gur, li pey hev ketibûn rêzê û berbijêr dihatin. Bi dîtina guran ra bi rastî ez pir tirsîyam, lê di heman demê da gotineke te hat bîra min. Ez di cîhê xwe da sekinîm, min berê xwe da guran û ji dûr va li wan mêze kir. Ez bawerim, wan jî ez ferq kirim, ku ew jî di cîhê da sekinîn li min nihêrîn. Bi sekinandina wan ra tirsa min revîya û kêfa min hat cîh. Min xwest ji kêfa xwe ra fîtikek lêxim, lê ez têgihîştim, ku ji sir û sermayê lêvên min diricifîn û deng ji devê min dernediket. Loma min jî dest bi kilama „Bavê Lalo“ kir û hêdî hêdî meşîyam…
Bav gotina lawê xwe dibire û jê ra dibêje:
- Kurê min kîjan gotina min hatîye bîra te nizanim. Bêguman tu jixwe xortekî çelengî û ji mêr û mêrxasîya te jî nakevim şikê. Lêbelê di vegotina te da tişta ku napejirînim, hêjmara guran e. Qasî ku ez dizanim, 40 gur li pey hev nakevin rêze û bi hev ra nagerin…
Law ji gotina bavê xwe hinek eciz dibe û bi dilekî xemgîn bersiva bavê xwe wiha dide:
- Bavo dibe ku tu ji min bawer nekî, lê ez ji te ra derewan nakim. Dibe ku hêjmara guran 40 heb nebe, jiber ku min ew yekoyek nejimartin, lê ez careke din dîsa sond dixwim ku ji 30 hebî jî kêm nêbûn.
Bav di ber xwe da hinekî dikene û bi dengekî nizm dibêje, ku 30 gur jî li pey hev û bi hev ra nagerin.
Bi her îtiraza bav ra, law hêjmara guran hercarê cend heb kêm dike û heta 3 hêban jî tîne xwarê.
Dema ku bav ji bo 3 guran jî heman tiştê dibêje, êdî law ji nişkava ji cîhê xwe radibe, bi dengekî kelogirî sond dixwe û dibêje, “bavo êdî qiyamet jî rabe, ez hêjmara gurên ku min dîtine ji 3 heban kêmtir nakim…”
Piştî sondxwarina law, bav dikene û ji lawê xwe ra dibêje; “min gotina xwe got, êdî hejmara gurên xwe kêm dikî ya jî nakî tu dizanî…”
Çima ev mînak?
Kîngê pirsgirêka Kurd di rojevê da cîh bigre, hêz û partîyên Kurd helwesta xwe ya ji bo daxwaz û armancên xwe nîşan bdin, ev mînak tê bîra min.
Wek tê zanîn ji vir 50 sal berê hêz û partîyên Bakûr bi serxwebûna Kurdistaneke Yekgirtî û Sosyalîst derketin qada sîyasetê. Bi derbasbûna demê ra hinek gav bi gav, hinek jî bi lez û bez daxwazên xwe berbijêr daxistin xwarê.
Yên ku di bername û rêznameyên wan da hê daxwazên jixwe mezintir dikin, bixwe berbijêr daketine xwarê û di civakê da xûya nakin.
Yên xuya dikin, ew jî daxwazên xwe dane alîkî û bi biratîya gel û omedê xwe dixapînin…
Ne ku avakirina dewleteke serbixwe, rêvebirîya ku bêhna dewletê jî jê were li xwe heram kirine…
Di salê da carê daxwaza dayîna mafê perwerdeyî ya bi zimanê zikmakî bikin, ew bixwe jî li ev daxwaza xwe xwedî dernakevin.
Cîhê ku destê dewletê negihîje, li wir ew bi destê xwe zarokên xwe dipişifînin û mala xwe jî xirab dikin.
Loma bi bangewaziyeke dewletê ra ji hemû daxwaz û armancên xwe yên pîroz derbas dibin ya jî asta wan dadixînin xwarê.
Di mînaka bav û law da, law ji 40 guran dest pê kiribû, bi îtiraza bav ra ew hêjmar heta 3 hebê guran daxistibû xwarê, lê ji wê pê va sond xwaribû û li ser gotina xwe sekinîbû.
Mixabin asta ku hêz û partîyên Kurd jê danekevin xwarê jî nema ye.
Bikevin binê sifirê jî, helwesta xwe bi rengekî dixemilînin û pesnê mêranî û merxasîya xwe didin.
Kurdên bêçare jî pesnên wan dadiqultînin…
25.02.2025