
Memo Şahin
Evîndarê Kurd û Kurdistanê, evîndarê kevir û xak, mirov û çûk, xezal û kêzikên welatê xwe yê şîrin e, Ehmedê Xanî.
Şêxek, aqilmendek, rêberêk ruhanî û derwêşek Kurdistana birîndar û perçe perçe bûyî ye ew.
Ehmedê Xanî fîlozof, seyda, civaknas, helbestvan, perwerdekar e, ku di erdekî bêber, bêavî û çorax de geş bûye, duh û îro jî têra xwe nehatiye famkirin:
Da xelk nebejîtin ku Ekrad
Bê marifet in bê esl û binyad
Envayî mîle xudan kîtêp in
Kirmanc tenê dibê hêsibin
Hem ehlî nezer nebûn ku Kirmanç
Eşqî nekirin ji bo xwe armanç
Ne tenê çîrokek evînê ye Mem û Zîn, destan û eposek e, ku sê sed û sî sal berê hatiye nivîsandin. Ansîklopediyek e, berhevokek e, pirtûkek referansê, şaheserek edebî ye jî di heman demê de.
Abîdeya evîn û welatparêziya Kurdewarî ye ev, bi sedan sal in!
Piştî Shakespeare û Cervantes çavên xwe li cîhanê vekir; Goethe, Pûşkîn û Heine hên zarokên duh in.
Hemû hatin fêmkirin, tenê ew nehat fêmkirin sê-çar sedsal in, hem jî ji aliyê hemwelatiyên xwe ve.
Hemû hatin hembêzkirin; berhem û peyamên wan belav bûn li seranserê dinyayê û li pênc parzemînên cîhanê.
Tenê ew bêkes û sêwî ma, ne tenê li dinyayê, li welatê xwe jî.
Kî ye Ehmede Xanî?
Kurdistan e ew.
Qîrîn û hawara bênavber a gelê Kurd e Xanî, çar sedsal in ji çiya bi çiya, ji gelî û bi nevalan deng vedaye û tevî hemû êş û zilmê, qet nehatiye fêmkirin.
Evîn e, eşq e Xanî, ku li Zîlan û Dêrsimê hat qirkirin, li Helebçeyê bi gazê hat kuştin, li Roboskî hat bombebarankirin, li Şingalê rastî jenosîdê hat û li Kobaniyê hewl hat kirin ku bê xeniqandin!
Erdnîgariya, ku li Qesr-i Şîrîn û Lozanê hatiye perçekirin e Ehmedê Xanî.
Evîna kevnare ew, ku li payîtextên çar dewletan bûye pêlîstok.
Delaliyek nazik, spehî û kûbar e, ku hatiye perçe perçe kirin û pêşkêşî çar gûran kirî ye ew:
Ez şaş mame di hîkmeta Xwedê da
Kurd di hebû nû dewleta dinê da
Gelo çima û ji ber çi mane bêpar
Hemî ji ber çi bûne bindest û stûxwar!
Ev e, Ehmede Xanî.
Û derman û çareseriya vê birînê jî heye.
Û Xanî diqîre û dike gazî; yekîtî û her yekîtî:
Gerdi hebûya me îttîfaqek
Vekra bikira me înqiyadek
Rom û Ereb û Ecem temamî
Hemiyan ji me ra dikir xulamî
Haya kesên ku li taxa Kurdan digerin, bi wan gotinên zêrîn heye, ji mêj de.
Û ji ber dizanin hemû rêber, serok û navdarên Kurdan.
Lêbelê, yek ji wan ne şopandiye bi kêmanî sedsal e.
Ger şopandibûna, pêknedihat Koçgirî, Pîran, Zîlan, Dêrsim, Çar Çira û Barzan, tofana Enfalan û malweraniya li Bakur.
Dereng e, erê!
Tim dema yekîtî û hevgirtinê ye, her çend dereng be jî.
Sal 2025 e.
Ger partîyên Kurd 330 sal piştî hawara Ehmedê Xanî bên ba hev, dikare ev tarîtî were çirandin û çarenûsek were dîtin.
Gazî we dike îro jî Ehmedê Xanî:
Çar alî, çar demsal, Bakur, Rojhilat, Başûr û Rojava li benda yekitî û hemahengiya we ne, ey partiyên Kurd!
Ger darên hinarê ne bijkovin, ger genim ser nede, ger darên behîvê ber nedin, ger zeytûn berhemdar nebin û zêrê reş li her derê ku hûn bivir lêxin dernekeve, rêya xwe bidomînin, bi hemû xweperestî û qûretiya xwe.
Lê, bi kerema xwe, tenê şansek bidin, bila Gulistan bibe Gulistan û bi dil û can bikenin Kulîlkên Kurdistan.
Hemû daxwaz, qêrîn û hawara helbestvanê nemir ew bûn: Bila dayik şîna zarokên xwe negirin, bila bav piştî zaroyên xwe nemirin û geş bibin, jiyanek bê xem bijîn û her bikenin zarokên Kurd!
Roj, roja ne bi gotinan, lê bi kirin û pratîkê de xwedî derketina hesreta Xaniyê nemir e!
Ger ne partiyên Kurd, kî?
Ger ne îro, kengî?
Nîşe: Şagirtê herî baş û mezin ya Ehmedê Xanî, Mehmet Emin Bozarslan e. Ez destên te maç dikim, Mamoste Bozarslan, ji bo ku te Xanî zindî hişt, ji bo parastina mîrata wî te bê westan kar û xebat kir!