Senatorê Amerîki John Kennedy li Kongreya Amerîkayê, di derbarê Sûriyeyê û gef û êrişên Tirkiyê ku li Rojavayê Kurdistanê dike, gotarek pêşkêş kir.
John Kennedy, Kurd wekî dostên Amrîkayê bi nav kir û helwesta Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan a li hemberî Kurdên Rojavayê Kurdistanê rexne kir.
Kennedy di axaftina xwe da diyar kir ku di têkoşîna li dijî DAIŞê de rola Kurdan girîng nirxand û goz; „Eger Kurdan nebana dê DAIŞê hê hebûna xwe berdewam bikira. Kurdan DAIŞ têk bir, xîlafet rûxand û berpirsê tunekirina DAIŞê jî ew in.
Li Rojhilata Navîn di şerê li dijî DAIŞê de nêzîkî 20 Amerîkiyan cane xwe ji dest da, lê ji dostên me yên Kurd di şerê li dijî DAIŞê da zêdetirî 10 hezar kesan canê xwe ji dest da, zêdetirî 30 hezar Kurd jî birîndar bûn.“
Ji bo helwesta Erdoxan jî Kennedy wiha got; „Birêz Erdogan ji Kurdan hez nake, ez dê vê yekê şîrove nekim.
Lê belê li ser sînorê Tirkiye û Sûriyeyê komên çekdar û tankên Erdogan hene û îstixbarata me dibêje ku Erdogan hewl dide Sûriyeyê dagir bike.
Peyama min a di vî warî da ev e, ku ez ji Erdoxan ra dibêjim, dev ji Kurdan û ji welatiyên Sûriyeyê berde.
Her wiha senatorên bibandorên Amerîkayê Lindsey Graham û Chris Van Hollen jî daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê û tê de bangî Tirkiyeyê kirin.
Di daxuyaniyê tê gotin, ku li Kobaniyê herêmeke bêçek bê avakirin, heger Tirkiye vê daxwazê qebûl neke, dê bi cezayên giran ra rû bi rû bimîne.




