
İkram Oguz
Di sîyasetê da şeş meh demeke dûr û dirêj e.
Ger ku sîyaset wek sîyaseta Tirkan bêpergal be, rojek jî dûr û dirêj e.
Heta şeş meh berê Kurd bi meraq dest bi rojê dikirin, ku gelo wê şarêdarên kîjan bajar û bajarokên Kurdsitanê werin derdestkirin û ji kar werin dûrxistin…
Di nav şeş mehan da dem û dewran guherî, bi gotina pêşîyan hîv û ro ser û binê hev bûn.
Loma îro êdî Tirk bi meraq dest bi rojê dikin, ku gelo dora derdestkirin û jikardûrxistnê hatîye kîjan şeradarê bajar û bajarokên Tirkîyê, ku di destê CHPê da ne.
Dema ku şaredarên Kurd dihatin derdestkirin, demokrasî û wekhevî, aşitî û azadî nedihat bîra kemalîstan.
Kirin û kiryarên desthilatdarîyê ne ecibandabana jî, dengê xwe dernedixistin û bêdeng diman.
Carcaran jî digotin, “sîyaseta qayûmtîyê gor şert û mercên demokrasîyê nebe jî, em ji bo xatirê yekitîya welatê xwe ji wê xeletîyê ra erê jî dibêjin…”
Jiber ku xwe wek xwedî û damezranêrê dewletê ditîn û ji desthilatdarîya Erdoxan bêtir li yekitîya wê derdiketin û hê jî derdikevin.
Jibo ku sê sal şûnda careke din ya jî heta ku bemire serokkomar bimîne Erdoxan, ji îro da berê xwe daye kurdan, pişta xwe jî daye kemalîstan.
Erdoxan çeka ku heta şeş meh berê li dijberî kurdan bi kar dianî, îro li dijberî kemalîstan bi kar tine.
Her roj şaredarek CHPê dide derdestkirin û ji kar dide dûrxistin.
Li dijberî ev sîyaseta Erdoxan a nû, ji bilî kemalîstan deng ji kesî jî dernakeve.
Civak, dek û dezgeyên civakîyên ji dûrî CHPê bêdeng in.
Êriş û zordarîya li kemalîstan tê kirin, rast û durust nebînin jî, bertek nîşan nadin û ji dûr va temaşe dikin.
Çawa ku heta şeş meh berê, şaredarên Kurd ên ku dihatin derdestkirin, dabeşker dihesibandin û bi bêdengîya xwe kirin û kiryarên desthilatdarîyê dipejirandin…
Îro jî lihemberî derdestkirina şaredarên CHPê, ku bi diz û çilpizîyê tên tawanbarkirin, bêdeng in û bi vê bêdengîya xwe jî sîyaseta Erdoxan û Baxçelî dipejirînin.
Kemalîst û hinek çepkirên hevalbendên wan li ser sergoyên xwe çalakîyan li dar dixin û bi hev ra diqêrin…
Lêbelê çalakvanîya wan jî, gilî û gazinên wan jî ji bo demokrasî û wekhevîyê, aşitî azadîya civakê nine.
Ew sedema zilm û zordarîya ku ji alî desthilatdarîya Erdoxan li wan tê kirinê jî bi neyartî û xeternakîya kurdan va girê didin…
Heta serokkomarê dewleta xwe Erdoxan jî bi tundî tawanbar dikin, ku dibêjin Erdoxan berê xwe daye kurdan, dewleta ku partîya wan damezrandîye parçe dike û nivê wê jî dîyarî kurdan dike.
Bi mîlyonan Tirkên ku xwe zana û baqil dibînin jî vê sedemê rast û di cîh da dibînin, loma di dijbertîya xwe ya li hemberî Erdoxan û desthilatdarîya wî da jî neyartîya kurdan bi kar tînin.
Bi kin û kurt, wek mesela serê ço û binê ço…
Kurd destê xwe biavêjin kîjan alî, ji tawanbarîya dabeşkerîyê xilas nabin.
Nêzikî kemalîstan bibin, li alî kî ew rûbirû zilm zordarîyê dibin, li alîyê din jî kemalîst wek şirîgên wan bi dabeşkerîyê va tên tawanbarkirin…
Weke îro nêzikî Erdoxan û Bxçelî bibin, wê gave jî ew ji alî kemalîst û çepkiran va bi îxanetê, Erdoxan û desthilatdarîya wî jî bi dabeşkirina Tirkîyê û damezrandina Kurdistaneke serbixwe va tên tawanbarkirin…
Şeş meh şûnda dê çi biqewime û kî ji alî kê va çawa bê tawanbarkirin, ji îro da ti kes nizane.
Lê ya ku tê zanîn ew e, ku kîjan alî bibe desthilatdar jî, ji bo kurdan ti tiştek ferq nake.
Kurd çi dikin?
Ew jî derdê ser derdan e…
02.06.2025