Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Endamê Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder wefat kir.
Roja 15ê Nîsanê ji ber firehbûna damarê wî yê aortê krîza dil li Sirrî Sureyya Onder da.
Ev 18 roj bûn ku tedawiya Onder li Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê ya li Stenbolê dihat kirin.
Nexweşxaneya Florence Nightingaleyê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Onder îro di seat 16:10an da wefat kirîye.
Sirri Sureyya Onder kî ye?
Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder, ji bilî senaristî, derhênerî û nivîskariyê, yek ji navên herî girîng û rengîn ên siyaseta Tirkiyeyê ye.
Sirri Sureyya Onder yek ji aktorên „pêvajoya çareseriyê“ bû. Onder di mehên dawî da di nav Heyeta Îmraliyê da cih girtibû, ku li gel Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan û hikûmetê hevdîtin pêk dianî.
Ji bo Sirri Sureyya Onder li Navenda Çandê ya Ataturkê ya Stenbolê (AKM) merasîmek hat li darxistin.
Gelek siyasetmedar, hunermend, nivîskar û kesayetiyên navdar beşdarî merasîmê bûn.
Ji bo Sirri Sureyya Onder kî çi got
Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan; “Ez dixwazim ku xemgîniya xwe ya ji ber wefata Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder bînim ziman.
Ez ji dil bawer dikim ku em dê bigihêjin armanca Tirkiyeya bêteror a ku Onderê gorbehişt jî van demên dawî ji bo wê gelekî ked da.”
Serokê PKKê Abdullah Ocalan; “Bi mirina Sirri Sureyya Onderê hêja, xemgîniyek mezin ket dilê me. Ew mirovek pir hêja û kurê rasteqîn ê gelan bû.
Anatolyayê û kevneşopiya Tirkmenan, kurekî xwe yê mezin ji dest da, hemû civak û gelên erdnîgariya me rêhavelekî xwe yê mezin ji dest da.
Ez bi rêzdarî bejna xwe li ber bîranîna wî ditewînim.
27ê Sibatê di hevdîtina me ya dawî de, wî bi destên xwe hevoka dawî ya ku me li banga xwe zêde kiribû nivîsandibû û xwestibû bi xwe bixwîne.
Ji bo pêkvejiyaneke di nav aştiyê da, xebat û kedeke wî ya nayê jibîrkirin hebû.
Hêza wî hebû ku hemû neyîniyan bi hostayî veguherîne erênî. Ew nasnameyek û çandeke aştiyê ya rasteqîn bû.
Baş dizanîbû ku aştî û pêvajoya aştiyê dê di sûda me hemûyan de be û ev yek hesreta wî ya mezin bû.
Divê ev hêvî qet nîvco nemîne. Tiştê ji bo me hemûyan girîng e, ew e ku em vî rihî bigihînin aştiyê û taca bi navê Sırrı Sureyya Onder lê bikin.
Ez careke din dilsoziya xwe ya bêdawî ji bîranîna wî re tînim ziman, sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, dostên wî, hezkiriyên wî û hemû gelên me re dixwazim.
Serê me hemûyan sax be.”
Serokêr MHPê Devlet Bahçelî; „Tevî ku em xwediyê nêrînên cihê yên cîhanê bin jî em li ser paşeroja aştî û aram a heman welatî disekinîn
Baweriya min ew e ku, Tirkiyeyeke bêteror dê bibe diyariyeke manewî ji Onderê rehmetî re û xizmeteke ebedî ji bo yekîtiya neteweyî û biratiya me.
Ez ji Xwedayê mezin rehmê ji birayê xwe Birez Sirri ra dixwazim, hêvîdar im ku wî bi bihişta xwe, cemala xwe û dilovaniya xwe xelat bike.
Ez dibêjim, serê malbata wî ya xemgîn, civaka DEM Partiyê, hemû kesên jê hez dikin û dengderên wî, helbet serê me hemûyan sax be.“
Serokê PDKê Mesûd Barzanî; „Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya kesayetî û siyasetmedarê Tirkiyeyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder gihîşt me.
Xwedê jêrazî Sirri Sureyya Onder ku Endamê Şandeya Îmraliyê jî bû, beşeke zêdeyê jiyana xwe ji bo xebata siyasî û aştiyane terxan kir û hewlên wî yên ber bi çareseriya aştiyê yên li Tirkiye cihê rêz û rûmeteke zêde ye.
Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat, kesûkar, dost, heval û rêhevalên xwedê jêrazî Sirri Sureyya Onder û serkirdayetî û endam û alîgirên DEM Partiyê dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.
Ji xwedayê mezin hêvîdar im ruhê xwedê jê razî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.“
Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş; „Min koça dawî ya Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê, Parlamenterê DEM Partiyê yê Stenbolê birayê min Sirrî Sureyya Onder bi xemgîniyeke kûr bihîst.
Mirovekî hêja bû ku bi nezaketiya xwe ya siyasî, helwesta xwe û kesayetiya xwe, rêzgirtina her kesî bi dest xistibû.
Bila Xwedê rehma xwe lê bike û ji malbata wî, nêzîkên wî û hezkiriyên wî re sersaxiyê dixwazim.“
Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK); „Em bi xemgîniyeke mezin pê hesiyan ku Sirri Sureyya Onderê hêja jiyana xwe ji dest da ku ji ber krîza dil 18 rojan di çavdêriya awarte ya nexweşxaneyê da dihate dermankirin.
(…)
Em bang li her kesî dikin ku ji bo dilsoziya bi bîranîna hêja ya Sirri Sureyya Onder, têkoşîna demokrasî û aştiyê ji cihê ku wî hiştiye hilgirin ser milê xwe û ji bo serxistina vê têkoşînê hîn bêhtir hewl bidin.“
Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk; „Me Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê Stenbolê dostê me, hevalê me Sirri Sureyya Onder winda kir.
Mirovekî hêja yê huner û siyasetê bû ku bi hemû pirsgirêk û çîrokên mirovên me ra eleqedar bû.
Demên dawî yên jiyana xwe ji bo armanca ‚Tirkiyeya bêteror‘ bi kar anî. Xwedê rehmê lê bike.
Serê malbata wî ya hêja, DEM Partiyê, Parlamentoya Tirkiyeyê û miletê me yê ezîz sax be.“
Serokê Herêma Kuridstanê Barzanî; “Bi xemeke mezin, min nûçeya koça dawî a siyasetmedarê navdar ê Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder bihîst.
Ji dil sersaxiyê ji malbat û mirovr û hevalên wî û DEM Partiyê re dixwazim û hevsoz û hevxemê wan im.
Ji Xwedayê mezin dixwazim ku canê wî bi dilovanî û mîhrebaniya xwe şad bike û aramî û rehetiyê bide tevan.
Onder çi wek Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û çi jî wekî Endamê Heyeta Îmraliyê, bi rol û hewl û tekoşîna xwe ya ji bo serxistina pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, bi bîr û kiryar û xebata xwe ya dilsozane ya ji bo aştî û biratiyê û bihevrejiyana aştiyane, mînakek bilind a aştixwazî û mirovperweriyê nîşan da ku cihê rêz û pêzanîna herkesî ye.
Ji ber vê yekê, bîranîna wî dê her tim di wijdana hemû wan kesan da ên ku baweriya wan bi aştiyê heye, zindî bimîne.”
Wezîrê Dadê yê Tirkiyeyê Yilmaz Tunç; „Ji Xwedê rehmê ji bo Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ra dixwazim ku ji ber nexweşiya ku pê ketibû wefat kir.
Rehmetî Sirrî Sureyya Onder, bi kesayetiya xwe ya dilsoz, aliyê xwe yî mirovî, helwesta xwe ya lihevker a di gelek mijaran da û hewldana xwe ji bo beşdariya îdeala Tirkiyeyeke bêteror dê her tim bê bibîranîn.
Bila ruha wî şad û cihê wî bihişt be. Serê malbat, nêzîk û hezkiriyên wî sax be.“
Serokê SDGê Mezlûm Ebdî; “Ked û xebata siyasetmedar û endamê Heyeta Îmraliyê ji bo aşîtî, çareserî û jiyana hevpar di dil û bîra gelan da cihê xwe girt.
Em ji malbat, hevalên wî, Dem-partî û aştîxwazan ra sersaxiyê dixwazin.”
Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya; „Ji Xwedê rehmê ji bo Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder ra dixwazim û sersaxiyê ji malbata wî ya hêja û hezkiriyên wî ra dixwazim. Bila cihê wî bihişt be.“
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî;“Ez sersaxiyê ji malbat û kesûkarên siyasetmedarê navdar û parlamenterê berçav ê DEM Partiyê û Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Surya Onder ra dixwazim.
Sirri Sureya Onder dostê dêrîn ê gelê Kurd û têkoşerekî navdar ê pêvajoya aştiyê ya Tirkiyeyê bû û di xurtkirina biratî û yekitiya navbera gelên Kurd û Tirk da roleke aktîv û sereke lîstiye.
Xwedê rihê wî bi bihûştê şad bike û sebir û aramiyê bide hemû her kesî.“
Wezîrê Tenduristiyê yê Tirkiyeyê Kemal Memîşoglu; “ Alîkarê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sureyya Onder, tevî hemû midaxeleyên li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.
Ji Xwedê rehmê ji bo Sirrî Sureyya Onder dixwqazim û bila serê malbat, mirov û hezkiriyên wî sax be.”
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî; “Wî bi dilekî tijî hêvî û rûyekî geşbîn li pêvajoya aştiyê û paşeroja gelê Kurd a li Tirkiyeyê dinêrî.“
Mixabin, mirinê nehişt ku ev dilê hêvîdar wê paşeroja geş a jiyana hevbeş bibîne ku ku wî di tevahiya jiyana xwe da ji bo wê têkoşîn kiribû.
Em hemû bi bihîstina nûçeya mirina Parlamentera DEM Partiyê û Endama Heyeta Îmraliyê Sirri Sureyya Onder xemgîn bûn.
Ez sersaxiyên xwe yên ji dil ji hevalên wî yên DEM Partiyê û hemû çalakvanên aştiyê yên Kurd û Tirk re dixwazim.”
Serokê MİTê Îbrahim Kalin; “Me mirovekî dilfireh, mirovekî zana, mirovekî xweş, dostekî û mirovekî xweşik winda kir ku ji dilê Anatoliyê derketibû. Wî qet baweriya xwe ji başî, bedewî û rastîyê winda nekir. Wî di rêya Tirkiyeyeke bê teror da tu carî dev ji têkoşîna aştî û biratiyê berneda. Bila ew bi aramî razê. Ez sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên wî ra dixwazim. Bila serê me sax be.”
Serokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş; „Tenê goreke te nîne, tu dê di dilê deh milyonan da werî veşartin. Ez herim kîjanê, rûyê xwe di kîjanê bidim bira.
Here, bila rêya te vekirî be keko can. Tu tim û tim biqedirê me yî. Lê ne ken e, ne simbêl e ku li te were, mirin li te nehat, nebû bira.“