Serokê Amerîkayê Donald Trump îro di merasîma îmzekirinê ya li Qesra Spî da siyaseta xwe ya nû ya li dijî Îranê eşkere kir.
Trump fermana serokatiyê ya ku dê siyaseta zexta herî zêde li ser Îranê ya di serdema xwe ya yekem da dimeşand, careke din bide destpêkirin, îmze kir.
Trump dema ku biryar îmze dikir, nirxandineke li ser pêvajoyê kir û wiha got; „ez ji îmzekirina vê fermanê kêfxweş nînim, hêvîdar im, ku dê neçar nemînim vê fermanê bi kar bînim.“
Herwiha Serokê Amerîkayê Donald Trump îro dê li gel Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu jî bicive û di derbarê Rojhilata Navîn da biryarên nû bigre.
Serokwezîrê Îsrail Benyamin Netenyahu dema ku here Amerîkayê, li balafirgehê dîyar kiribû, ku ew dê bi Trump ra nexşeya Rojhilata Navîn biguherînin.




