Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li Hewlêrê bi serkirdeyên kurdan ra civîya.
Jean-Noel Barrot piştî gihiştina Hewlêrê berê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ra civiya.
Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Noel Barrot li Hewlêrê di konferanseke rojnamegeriyê da ragihand ku ew dê di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê da, bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî û Qubad Talebanî, bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ra jî bicive.
Jean-Noel Barrot û Serok Mesûd Barzanî di civînê da tekezî li ser serkeftina hewlên dan û standin, navbeynkarî û yekîtiya di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de kirin.
Piştî civînê ji alî Baregeha Barzanî va hate ragihandin, ku Jean-Noel Barrot Mesûd Barzanî vexwendîye Parîsê.
Jean-Noel Barrot bi Serokê Herêmê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ra civîya û herdu bi hevra beşdarî konferanseke çapemeniyê bûn. Barrot ji bo hevdîtina xwe ya bi Nêçîrvan Barzanî wiha got:
“Bi Kurdan re gelek kar û barên me yên hevbeş hene. Di şerê li dijî DAIŞê de pêwendiyên me xurttir bûn.”
Dû ra Wezîrê Karên Derva yê Fransayê Jean-Noel Barrot û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî li Hewlêrê civiyan.
Di civînê da Barrot gotîye, ku ew dê piştgiriya xwe ya ji bo HSD û hêzên ewlehiyê yên Îraqê û Pêşmerge ya di şerê li dijî DAIŞê da bidomînin.“
Wek tê zanîn ku Fransa piştgiriyê dide hewlên yekîtiyê yên di navbera partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê de jî.