
İkram Oguz
Li Surîyê Rejima Baas têk çû.
Beşar Esad, piştî dîktatorîya xwe ya 24 salan, pil û pirtîyên ku bikarbe bi xwe ra bibe, girt, berê xwe Rusyayê û revîya.
Hêza HTŞ- Heyet-ul Tahrir û Şam a ku ji alî hemû welatên rojavayî va, Tirkiye jî di nav da, wek hezeke terorê dihat naskirin, ji Îdlibê berê xwe da Şamê û li wir bû serdest.
Bi reva Esad va Rusyayê jî leşkerên xwe yên kul i rojavayê Feratê bi cîh kiribû, kişand.
Îranê pişta xwe da Şamê û revîya.
Meydan ji vê gavê ji Tirkan ra ma, ku wan jî piştî Efrînê bi diz û çilpêzên xwe va berê xwe dan Til Temir û Minbîcê…
Weke kûçikên ku çav wan li berateyê, dewleta Tirk û çeteyên pê va girêdayî berê xwe dane rojhilatê Feratê û li benda firsendeke nû sekinîne.
Kurd çi dikin?
Ew weke hercarê li çarnikalên Kurdistanê jî ji hev dûr…
Bi hev ra neyar…
Çavên wan li der…
Guhên wan li gef û çêrên dagirkeran…
Sedem bêhazirîya xwe careke din ketine tengasîyê û peyva yekitîyê hatîya bîra wan.
Loma îro peyva yekitîyê weke benîştê nêrbend kirine devê xwe…
Ji alî kî va dicûn, ji alî kî va diwerimînin û dû ra jî diteqînin.
Wek tê zanîn, li Rojavayê Kurdistanê jî bi dehan partîyên Kurd hene, partîyên navmezin û bêhez…
Ji wan hinek xwe Barzanîcî…
Hinek jî xwe Apocî bi nav dikin.
Barzanîcî, bi navê ENKSyê di nav muxalefeta Surîyê ya di bin bandora Tirkan da cîhê xwe girtine…
Apocî jî bi Serokeşîrên Erebên Hawirde ra enîyek ava kirine û navê wê jî HSD lê danîne, Hêzên Surîye ya Demokratîk…
Di nav hefteyekê da HTŞ bê şer û pevçûn gihîşte Şamê û bi gihi^ştana wan ra jî Rewşa Surîyê, neyartî û dostanîya ku gor rewşa berê hatibû avakirin jî guherî.
Erebên ku di nav HSD yê da bi kurdan ra hatibûn ba hev, eşîr eşîr ji HSDê diqetin û berê xwe didin Şamê.
Dewleta Tirk û diz û çilpizên girêdayî wî jî bi ENKSê ra dilîzin wê li dijberî HSDê bi kar tînin.
Bêguman kurdên mîna min ji hêz û partîyan dûr û bi hest û helwesta kurdayetîyê tevdigerin jî xemgînin.
Ji bo armanc û daxwazên pîroz, bi nîyeteke pak û bi kelecaneke ji dil bang li serok û rêvebirên partîyên kurdan dikin, ku ew di navbera kurdên rojavayî da yekitîyeke kurdewarî pêk bînin.
Wê bangewazîyê li kê dikin?
Bêguman hinek ji Ocalan û cîgirên wî…
Hinek jî ji Barzanî…
Ew Ocalan û cîgirên wî yên ku di dema referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê da digotin, “Dinya alem jî nas bike, em Barzanîstanê nas nakin…”
Her wiha li Rojava jî, ji bo ku nêzikî Barzanî ne, rê li ber partîyên di nav ENKSê da ne, girtibûn û berê wan dabûn Hewlêrê… Ku ji wan hinek jî derbasî Enqere û Stenbolê bûn û xwe avêtin ber lingên Erdoxan.
Yên ku doh berî wan dan, îro çawa dikarin bi wan ra bibin şirîk û yekitîyeke neteweyî ava bikin?
Hinek jî ji bo wê yekitîyê ji Barzanî alîkarîyê dixwazin.
Ew Barzanîyê ku ji xortanîya xwe va serokê PDKê, di navbera salên 2005-17an da serokê Herêma Federal bû. Di nav 32 salan ger serokê partîya xwe ger serokê herêmê nikarîbû pêşmergeyên bi partîyan ra girêdayî jî bîne ba hev û di bin sîwana wezareta parastinê da bi cîh bike, ew dê çawa ENKSê û PYNKê li hev bîne û di navbera wan da yekitîyeke kurdewarî ava bike?
Bêguman daxwaza yekitîyê daxwazeke pîroz e.
Lêbelê ew daxwaz jî divê ji kes û kesayetîyên ku bikaribin wî karî bînin cîh, bê kirin.
Gor nêrîna min ew jî gelê Kurd bixwe ye, ku ti kes ji gelê Kurd mezintir jî nine.
Bes ku ew gel, ji hêz û mezinbûna xwe hayîdar be û bi dostên xwe ra rola xwe bilîze…
19.12.2024