“Zemanekî li Sê Welatan” navê romana nû ya Ciwanmerd Kulek e.
Roman ji Pall Weşanê derketîye.
Zemanekî li Sê Welatan şeşemîn romana nivîskar e û ew piştî 9 salan bi romaneke nû derdikeve pêşberî xwendevanên xwe.
Ciwanmerd Kulek di vê romana xwe de tarîxeke din ava dike û dide pey şopa doza sê malbatan a di dema şikestin û raperînên li Sê Welatên Kurdistanê de.
Zemanekî li Sê Welatan berê xwe dide pêşerojê û paşerojeke din jê saz dike.
Nexşe û nîzamên ji yên îro cudatir tên danîn li dinyayê. Herba Mezin tenê du salan dewam dike. Monarşî ne li Romê, ne jî li nav Ûris hildiweşe.
Li Sê Welatên Kurdistanê yên di navbera zilhêzan û werçerxên mezin de dinalin, çerxa felekê bi raperîn û şikestinan digere heta ku dewleteke nû ava dibe.
Her di wê demê de, dozeke ku bi dirêjahiya nifşan didome qedera sê malbatan serobino dike.
Li aliyekî mehkûmî, rev û gera li pey heyfê, li aliyekî din hêvî, mirad û bênesîbî.
Li aliyekî mirovên winda, li aliyekî miriyên ku hîn jî li nav zindiyan digerin û bêdengî, bêdengiyeke ku her tiştî ji nû ve dide sehkirin.
Ciwanmerd Kulek piştî neh salan bi romaneke nû tê pêşberî xwendevanên xwe û wan dibe zemanekî dûr ê tijî ji serhatî û bîrhatiyan.
Zemanekî li Sê Welatan, şiîreke dirêj û bênavber dinehwirîne li ser çarenivîsa mirovan.