
İkram Oguz
Ziman nerm û dirêj…
Peyv û hevokên xemilandi jî zêde ne.
Bes ku bikaribe li hev bîne, herkes dikare gotinên ku li herkesî xweş were, li hev zêde bike û kûr û dirêj biaxife.
Bi axaftineke kûr û dirêj ne zimanê nerm ditevize û diweste, ne jî peyv û hevokên xemilandî diqedin.
Kesên ku vî karî herî zêde dikin, bi piranî sîyasetvan in.
Jiber ku amûra karê sîyasetê gotin û axaftin e.
Ew axaftina sîyasetvanan a bêsînor ji bo her pirs û pirsgireka kes ya jî civakê bersivek di naveroka xwe da dihebîne, ku di gelek zimanan da jê ra dibêjin „poropaganda“.
Herçiqas Kurd jî peyva propagandayê bi kar bînin jî, bi kurdî mirov dikare wek „bangeşe“ jî bi nav bike.
Kesên ku vî karî dikin, ji wan ra jî bangeşvan tê gotin.
Wek tê zanîn kesên ku di kesayetîya wan da qumaşê bangeşvanîyê cîh negre, ew di nav sîyasetê da cîh bigrin û xwe sîyasetvan bihesibînin jî bi ser nakevin.
Sîyasetvanên serkeftî ew kesin, ku naveroka axaftina wan vala be jî, bi hunera vegotinê bal dikişînin ser xwe û gotina xwe didin guhdarî kirin.
Jixwe kesên ku li wan guhdarî dikin û li pey wan diçin, ew jî di her xalê jîyanê da xwedî zanebûneke bi rêk û pêk û agahîyên berfireh jî nînin.
Ew ne li kirin û kiryarên sîyasetvan, ne jî li naveroka axaftina sîyasetvan dinihêrin.
Dixwaza wan ew e, ku ji devê sîyasetvan gotinên ku bîr û bawerîyên wan dixemilînin, bibihîzin.
Loma bi hiş û hişmendîya xwe bêtir, gor daxwaza dilê xwe tevdigerin û raya xwe nîşan didin.
Jiber ku axaftina sîyasetvanên ku gotina xwe raste rast dibêjin, mîna nanê tisî bala ti kesî nakşîne.
Sedem vê yekê ye, ku bêbingeh û vala be jî sîyaseta ku bi bangeşeyeke bêsînor xemilandî, wek sifreya Xelîl Îbrahîm herkesi ber bi xwe dikişîne. Dû ra sifre wenda bibe û zikê birçi têr nebe jî, xem nîne.
Di sîyaset û siayasetvanîya kurdan ya îroyîn da jî rewş ev e.
Rojhilata Navîn serûbinê hev dibe.
Kurdistan jî di navda, herêm bûye qada şereke navlênekirî…
Li alîkî derfetên ji bo serkeftinê…
Li alîyê din jî xeternak û astengîyên nîşaneya têkçûyînê.
Mixabin kurd ne li rêya rast dinêrin…
Ne jî xeternakîya kaş û kûrahîya gelîyên ku li pêşîya wan e, dibînin.
Wek murîdên tarîqatan guhê xwe dane dengê serok û rêvebirên hêz û partîyên xwe û li gotinên wan guhdarî dikin.
Serok û rêvebir jî bi peyv û hevokên xemilandî, gotinên xwe yên bêsînor dixemilînin û kûr û dûr diaxifin.
Bixwe bi xwe ra yekitîyeke neteweyî ava dikin…
Ji bo aramîya Rojhilata Navîn pergaleka ku hê navê wê jî ji alî ti kesî va nehatîye bihîstin, îlan dikin…
Mizgînîyê didin, ku bi wê pergalê va dê biratîya gurê har û mîya kol jî pêk bînin…
Ew bêsînor diaxifin û mizgînîyan didin…
Murîdê wan jî bi cezma divekin û bi gotinên wan ra direqis in.
Ger ku hûn kesên maqûl bipirsin, ya neman e ya jî bêdeng in.
Loma îro ti kes serê xwe bilind nake û ji serok û rêvebirên ku xwe giregir dihesibînin ra van çend pirsên maqûl napirse:
“Malxirabno ka we yekitîya mala xwe parastîye, ku bikaribin yeki^teyeke netewî ava bikin…?
Hûn bi birayê xwe yê ji dê û bavek bûne ra biratîyê dikin, ku bikaribin biratîya gurê har û mîya kol pêk bînin…?
Ya jî we di nav mala xwe da pergala aramîyê saz kirîye ku, hûn ji bo aramîya Rojhilata Navîn pergaleke qala pergaleke bêbingeh dikin?”
Loma meydan vala ye.
Serok û rêvebir kin û dirêj diavêjin…
Murîdên wan jî mile xwe li ba dikin û difirin…
Bizanibin ku careke din dîsa, çend gav şûnda û li ku û li ser çi devarû dikevin, dîsa jî xem nakin.
01.02.2025