
İkram Oguz
Di dema zarokatîya min da hertiştên me xwezayî bûn.
Dinya me piçûk…
Xewn û xeyalên me jî bi dinya me ya pîçûk va sînordar bûn.
Di wan deman da ne youtube û înstagram…
Ne jî facebook û tîktok hebûn…
Heta em ji hebûna radyo û televîzyonê jî hayîdar nebûn.
Pelîstokên me ji kevir û daran, kap û makan pêk dihatin.
Lîstikên me kêm…
Ken û henekên zêde bûn.
Em bi lîstik û pelîstokên xwe yên kêm û xwezayî ra şa û dilşa dibûn.
Di demsala payîz û zivistanê da qada lîstiken me gom û axur…
Li ber çem û ser xanî…
Di demsala bihar û havînê da jî deşt û zozan, kaş û newal bûn.
Di germahîya havînê da me berê xwe dida serê kaşê jorî gund…
Diçûn û digihîştin serê kaş…
Li kêleka xwe rêz dibûn…
Me destê xwe dida hev û bi ahengek;
“Çardeh, panzdeh
Carekî banzde…” digot û bi hev ra banz dida…
Gor bilindahîya kaş, dema ku bi banzdanê ra li erdê diketin, em her yek li alîyek va heta ber çem tilor dibûn…
Ser û guhê me di nav xalîyê da dima…
Dest û pîyên me li kevir û daran biketa, xwîn jê bihata jî xema me nebû.
Em bi ken û henek radibûn ser xwe…
Careke din derdiketin serê kaş û lîstika xwe dubare dikir…
Heta ku ji gun dê û bavek bang bikira û ji me ra bida xebara lîstika me dikudand.
Pişti vegera malê, nifir û afir dest pê dikir.
Giranîya nifir û lêdana dê û bavan gor qîr û qirêjîya ser û guh û qelişîna şal û şapikên me yên yekane dihat guhartin.
Ger ku şal û şapikên me biqelîşîyana ya jî gilêr bibana, heman tişt dihat serê me.
Ew ji me dihatin derxistin, heta bihatana dirûtin ya jî bihatana şûştin û zuha bibana, em bi derpê û kirasên xwe yên pînekirî, di kuncikeke malê da, weke mirişkeke bêçare dimelisîyan û bêdeng diman.
Ez bawer im, kesên ku zarokatîya wan li bajaran derbas bûye ger ku vê nivîsê bixwînin, ew dê meraq bikin, ku gelo ez qala çend sedsal berê dikim
Lê dema ku ez qal dikim ne sed sal, herî zêde 50-55 sal berê ye.
Di nav wan salan de ez mezin bûm…
Zewicîm…
Ji welatê bav û kalên xwe dûrketim û koçber bûm.
Li Stenbolê Şevîn, li Bilefeldê jî Kejê bû…
Herwiha bi bûyîna Kawa bûm kalik.
Bi wan ra li welateke dûr û cûda dijîm…
Ez bi hebûn û jîyana wana rengîn va bextewar…
Ew ji jîyana dema zarokatîya min bêhayîdar.
Doh, roja 14ê Hezîranê rojbûna Kejê…
Îro jî rojbûyîna Şevînê ye.
Ku ev jî parçeyek ji xwezayî ya jîyana min e.
Em hersalê rojbûyîna herduyan dikin yek û bi carek va pîroz dikin.
Gor daxwaz û amadekarîya wan…
Jiber ku em ji pîrozbahîya roja bûyîna xwe bêpar mezin bûn.
Roja bûyîna me ji alî dê û bavê me jî nedihat zanîn…
Dema ku jiwan bihata pirsîn;
“Çen roj piştî mirina filan kesê…
Dema bêderan ya jî dema beranberdanê“ digotin û derbas dibûn.
Lê îro, her zarok li kuderê û di kîjan saetê de çavê xwe li dinyayê vekirîye, dizane.
Herwiha dê û bav jî…
Loma em di her sala rojbûna Şevîn û Kejê da lîstika min a li serê kaşê jor dilîst, tê bîra min û ez ji wan ra qala dema zarokatîya xwe û wê lîstikê dikim…
Dû ra em bi destê hev digrin û bi hev ra dibêjin;
“Çardeh, panzdeh…
Rojbûna we bi hev ra pîroz be…”
Me îro jî wusa kir, ku îsal di nav me da Kawa jî hebû…
15.06.2025