
İkram Oguz
Amelîyat…
Roja 29ê Çile ji bo min rojekî dirêj û destpêkeke nû bû. Ji îsal pê va vê rojê jî êdî rojbûyîna xwe ya duyemîn pîroz dikim.
Jixwe roja ji dayîkbûna kurdên li gundan bûne, bi piranî ne rast in. Ya min jî wisa ye. Di nasnameya min da 20ê Tîrmehê, di rastîyê da jî 1ê Çile ye, ku bavê min wek hemû zarokên xwe roj û meh û sala ku ez bûme jî li ser pişta pelê dawîya Qurana xwe nivîsîye. Ew Quran jî hê di nav pirtûkxaneya min da û bi qilfê xwe yê sipî cîhekî sereke digre. 29ê Çile ya îsal da jî ji nû va bûm, jiber ku bi saya bijîşkên Alman û bi pergala ku jê ra dibêjin Da Vînci ku robotan bi kar tînin, ji nav Pençeyên Şêr filitîm. Wan ew pençeyên ku mîde û sorîçka min girtibû nav xwe û giwaştibû, ji kokê va birîn û min jê xilas kirin.
Roja emelîyata min di destpêka Çile da hatibî dîyarkirin. Wê şevê xew neketibû çavên min û din av nivînan da livîyabûm.
Saet di 5ê şevê da rabûm, çûm serşokê, serê xwe şûşt û kince xwe li xwe kir. Ez û Fatoş bi lez û bez ji mal derketin û li erebeyê sîyar bûn. Derva tarî û sar, kûçe û kolanên bajara me vik û vala bûn. Min erebe ajot û em ber bi Stuttgartê bi rê ketin. Rêya ku di her saetên rojê da dixitimî jî vekirî bû, jiber ku hê xirecira rojê dest pê nekirbû. Piştî rêwîtîya 20 xulekan em saet di 06.00an da gihîştin parka nexwaşxaneyê. Min erebe park kir, çenteyê xwe yê piçûk girt û em ber bi amelîyatxaneya onkolojgîyê çûn. Çend kes berî me hatibûn û li ber derê jûr a qeydkirinê ketibûn rêzê. Min jî qeyda xwe çêkir, piştî 5 xulekan jî navê min xwendin û gazî min kirin. Ez birim odeyeke piçûk. Li wir min xwe tazî kir, kirasê ku dabûn min, min ew li xwe kir û li ser sedyeya amadekirî vezelîyam.
Qasî nîv saetekî şûnda hevşîreyek hat, min bi sedeyê va bir amelîyatxaneyê. Heta berderê amelîyatxaneyê Fatoş jî bi min ra hat, me li ber derî xatir ji hev xwest, hevşîreyê ez birim hundur, Fatoş jî bi dilê xwe yê xemgîn û bi hevîyeke xurt li derva ma. Li odeyek çend bijîşk û hevşîre ji bo amelîyatê ez amade kirim û ji wir min birin odeyeke din. Êdî dema ku kêr biavêjin laşê min xulek xulek nêzîk dibû. Ez li ser piştî vezelîyayî, li derdora min bijîşk û hevşîre diçûn û dihatin…
Strana Şakiro, Emro hate bîra min û deng û awazên wî di guhên min da olan da û digot:
“(…)
Emro, emro sibeye vê sibengê diçûme Helebа şewitî
Cîyê gewrаn û rindаn, dîkê şevê nivê di şevê min xulxulаnd
Delаl, welаtê xerib bû, Durzîyê du delаl bûn
Ezê nexwesî bê hаlî nexweşê nаvа cîh bûm,
Bê qewm û bê lêzim û bê kes û bê xwedî bûm
Serê min li ser bаlgî û bаlîfê, çаvê min li xewê bû,
Guhê min li guhdаrîyê bû, min serê xwe ji xewа şêrîn bilind kir,
Min dit cote pîrê melumê kezeb serê min sekinî bûn
Berxê, yekî kefenê min dibirî, yekî meqesê nаv dа difesilаnd
Mirin emrê Xwedê ye ez dimirim, min dit kubаrа min xwe dаbû ber pencerê
Bi qirаm û dîrhemа kilê sibhаnê dikirа beleg çаvа
Vê Dîlberê Xwedê dizаnibyа
Gаvê din dа de ji kêrа xwe dineqişаnd, xwe dixemilаnd,
Emаn de ecemê lê hê hê hê
Dîlberê ji bo xаtirê nаvê Xwedê be ez ji bonа te mirî me,
Ax zаlimê nizаnim tu çаwа yî…”
Bi dengê bijîşk va ez li xwe vegerîyam, bijîşkê anestezist hêdîka sere xwe xwar kir û di guhê min da ji min ra got, tu yê gavek şûnda bikevî xeweke kûr û vê rojê bi tevahî ji bîr bikî. Di wê gavê da çavê min li saeta ku li dîwar daliqandî ket, ku saetê 07.50 nîşan dida. Piştî wê êdî ti tiştek din nayê bîra min, heta ku ez hişyar bûm û hişê min hat sere min….
Wek gotinên Sakiro di stranê da dîbêje, li ber sere min du hevşîre û ji min ra digotin, “ameliyata te qedîya û baş debas bû, tu jî hêdî hêdî bixwe tê, ne tirşe, em li ba te ne û çi pêwîst be, dikin…”
Dev û lêvên min zuha, çavên min girtî, hişe min diçû û dihat. Çend xulek derbas bû, nizanim, lê dema ku min çavê xwe vekir, piras ku ji wan kir ev bû, ku saet çî ye?
Ji hevşîreyan yekê bersiva min da got, “saet ji 14.30 e.” Bi bersiva hevşîreyê va min di sere xwe da hesap kir, ku ameliyat min tam heft saetan kundandîye, ku jixwe berî amelîyatê jî bijîşkan gotibû, 6-7 saetan dikudîne.
Hevşîreyan ez birim li Yekînîya lênêrîna giran bi cîh kirim, pênc xulek şûnda jî Fatoş hat ba min, bi rûken û dilşa. Bi kelecan ji min ra got, ku bijîşkan jê ra gotîye amelîyat çawa pîlan kirine wisa jî û bi serkeftî derbas bû ye. Fatoş çiqas li ba min sekinî û ji bilî wê kî û kê hatin ba min, nayê bîra min. Jiber ku çavên min dihatin girtin û di xew ra diçûm.
Roj çawa derbas bû, nizanim, lê wê êvarê êşa min zêde bû, bişev xewa min nehat, herçiqas dermanê eşê bidin min jî, ez raneketim, jiber ku min digot qey ji pişt va hestîyên min tam didin û dil û hinavên min dihincirînin. Min bi guherdankê va sere cîhê xwe bilind kir, wek balîf pişta xwe dayê û heta sere sibê rûniştim, bi nalîn berxwe da û bixwe ji xwe ra got, “ger ku mirov 6-7saetan di bin kêrê da bimîne, evqas êş jî tiştekî asan e…
Piştî ku bi xwe hatim, min rewşa xwe mereq dikir, ku ez çawa xûya dikim. Dema kum in cameraya telefona xwe vekir û li mêze kir, çi bibînim, weke ku di fîlman da tê temaşekirin, herderê min bi qabloyan va girêdayî, ji alîkî va xwîn û nêm dikişîya, bi mîz dikişîya, ji xortimek xwarina avî dihat xwarê û di nav laşê min da diherikî, ji xortima ku serîyek wê di nav mîdeyê min ê nû da û sere wê yê din jî di firnika min a çepê da derkertibû digihîşt torbeyek vala û tê da jî tiştekî reş diherikî. Di çend saetan da carê hevşîreyek dihat û mîz û xwîn û nêm û tiştên din ên ku ji laşê min derdiketin û diherikîn, ji torbeyên wan vala dikirin û diçûn.
Bi êş û jan, nîvê roja piştî amelîyatê derbas bû, dema zîyaretvanan saet di 14.00an da dest pê dikir, çavê min li rê, saet di 14.30an da Fatoş hat, li kelêka cîhê min rûnişt, destê min ê çepê kiribû nav destê xwe û b imin ra diaxifî. Di wê navbeynê da anestezîstê ku di dema amelîyatê ez tevizandibûm, ji bo çavdorîyê hat rewşa min pirsî, dû ra li Fatoşê nihêrî û got, Xwedê zane Fatoş tu yî? Fatoş kenîya û got, “erê, ez im…”
Dû ra li min vegerîya û got “çer hebe te doh ji bîr kir û tiştek nayê bîra te”.
Ez jî di ber xwe da nalîyam û bi dengekî westîyayi min jê ra got, “Ne hemû roj lêbelê danê sibe nayê bîra min…”
Bijîşkê anestezist çû, Fatoş rabû ser pîyan, di ser min da xwar bû, enîya min maçî kir û bi dilekî şa got, “Can xûya ye, te di amelîyatê pir gazî min kirîye, ku bijîşk navê min ezber kirîye…”
Piştî nîv saetî Fatoş ji odê derket, Fatoş, Şevîn û Kejê, Hîva, Sirac û Zeytê, Serdar, Îhsan û Selma dor bi dor dihatin û diçûn, jiber ku di her carê da tene 2 kes dikarîbûn werin min bibînin. Heta dawîya dema zîyaretê, ku saet di 20.00an da diqedîya, çend caran hatin û çûn nizanim. Lê qasî ku tê bîra min, kî û kê bihata, wan qise dikir, min jî li wan guhdarî dikir, demek şûnda çavê min diqerimîn û dihatin girtin, ew çiqas li ba min diman û çi digotin, zêde nayê bîra min.




