
Lokman Polat
Dema min anonsa pirtka bi navê ”Saklî Tarîk – Dîroka Veşartî” di înternetê de dîtibû, bala min kişandibû. Spas ji Rojciwanê Farqînî re ku pirtûkê anî wek diyarî da min û min ew xwend. Navê pirtûkê ”Saklî Tarîk – Cîld : 1 – Dîroka Veşartî – Cîld : 1” e. Pirtûk bi tirkî ye. Di nav weşanên ”Sî” de derketiye. Pirtûk 294 rûpel e. Di bin navê pirtûkê de ”Serpêhatiya Mongolan, Selçuqiyan û Osmaniyan a Rojava” ye. Pirtûkek lêkolînî ye. Lêkolîn li ser kurdan nîn e li ser van hersê qewman; mongol, selçukî û osmaniyan e. Hêvîdarim nivîskarê pirtûkê (li gor min berhevkarê pirtûkê ye) Ferhadê Fayiqê Silêman di cîldek din de li ser kurdan jî lêkolîn bike, çavkaniyan berhev bike, li gor xwe dîroka kurdan a veşartî jî binivîse û herweha ji gelek çavkaniyan hevok wergire.
Min gelek pirtûkên li ser dîrokê ango dîroka kurdan, tirkan, arab û farisan û hinek neteweyên din ên cîhanê xwendiye, lêbelê ev pirtûk bi şêweyeke cuda û gelek basît hatiye nivîsîn. Ji bo îdîayên di pirtûkê de hatine pêşkêş kirin gelek çavkanî hene. Ji xwe pirtûk bûye wek pirtûka berhevkirina çavkaniyên li ser mijarên dîrokî. Lêbelê derbarê hinek îdîayan de çavkanî tunin. Him di pirtûkên derbarê dîrokê de û him di lêkolînên li ser dîrokî de divê him çavkanî û him şîroveyên nivîskar bi xwe hebin. Di hinek pirtûkên lêkolînvanan de çavkanî hene lê şîrove hindik in, qels in. Di şîroveya hinek îdiayan de jî çavkaniyên berbiçav tun in. Lewre jî divê pirtûk û tekstên lêkolînî yên derbarê dîrokê divê li ser bingeha çavkaniyan were nivîsîn û herweha were şîrove kirin.
Niha em li hinek îdiayên ku di pirtûkê de hatine pêşkêşkirin binêrin. Di destpêkê de nivîskar dibêje : ”Selçukî cihu/yahudî ne.” Dema ew ji Asya navîn hatine herêma Hezarî a li Afganîstanê Xwedêgiravê li wir ola cihuyan/yahudiyan parastine û bûne Musevî. Herîma Hezarî niha li nav sînorên Afganîstanî ye û herîma Xorezmê/Xoresan jî niha di nav sînorîn Îranê de ye.
Li gorê nivîskar Ferhadê F. Silêman selçukî tirkên oxuz in, ji qebîleya kinik in. Li gor çavkaniyek ku nîşan dide, ango li gor lêkolînvanekî bi navê Hasan Şerefoglu jî selçukî oxuz nîn in, qebîleyeke benî Îsraîlîne, yanî cihu/yahudî ne. Navê kurekî Selcuq jî Îsraîl e.
Di pirtûkê de behsa şerê Melazgirtê dike û dibêje : ”Leşkerê Alpaslan 4000 bûne, leşkerên kurd di navbera deh û panzdeh hezarî de bûne. Dewleta Merwanî, Şeddadî û Revaddiyan bi leşkerên xwe ve piştgiriya artêşa Alpaslan kirine û artêşa împaratoriya Bîzansê têk birine. Ev li gor hinek lêkolînvanên kurd ên din jî rast e.
Pirtûk tevlihev e. Lîkolîneke metodîk, bi rêk û pêk nîne. Ji bo oxuzan û tirkmenan tişteke nû nabêje. Li gor wî selçuqî oxuz in ango tirk in. Tirkmen jî ji asyayê hatine. Lêkolîner Soreş Reşî û lêkolînvanê siyasetmedar Ahmed Zekî Okcuoglu tam berevajî Frhadê F. Silêman dibêjin. Li gor wan tirkmenên Anatoliê bi piranî kurd in, kurdên ku asîmîle bûne û xwe tirk dihesibînin. Dîrokzanên tirk dîroka tirkan li ser derewan nivîsîne. Ew selçuqiyan jî û osmaniyan jî dikine oxuz û dibêjin evana ji qebîleya tirkan a bi navê ”kayi” boyî ne. Soreş Reşî û hinek dîrokzanên din ên kurd jî dibêjin ”ev derew e. Malbata selçukî û osmaniyan tirk nîn in.”.
Lêkolînvanê berhevkar Ferhadê F. Silêman dibêje : ”Selçukiyên ku hatin Anatoliê ji xwe re gotin Anaolu Rum Sultanligi yanî Siltaniya Rumên Anatoliyê. Xwedêgiravî vî navî li xwe danîne. Binêr Rûpel : 39. Û di binê vê îdiayê de jî ji ber çavkaniyan wergirtiye ku ”Selçukiyên rumî eslê xwe bi şahê Îranê ve girê didin.”
Pirtûka Ferhadê F. Silêman pirtûkek tevlihev e. Hinek beşên wê nayê fêmkirin, notên/têbiniyên ku li dawiya pirtûkê weşandiye bi tîpên biçûk nivîsiye, mirov bi berçavikê jî nikare bixwîne. Di beşa ”Beylîkler – Mîraniyan” de navên pênç dewletên mîrî yên kurd dide, lêbelê herîma wan û paytextê wan ji hevûdu gelek dûr e. Ji bo Şedadiyan dibêje herêma wan Gence, Duvîn, Anî, Nahçîwan yanî Azerbeycana îroyîn e. Lêbelê ji bo paytextê Şedadiyan dibêje ”Diyarbekir, Wan, Erîwan, Anî, Gence” ango pênc bajarên cuda û ji hevûdu gelek dûr wek paytextên Şedadiyan dide nîşandan. Ji bo Revadiyan dibêje paytext Erîwan e. Û ji bo herîma Revadiyan dibêje Tebrîz, Urmiye, Nahçîwan û Hemedan yanî Azerbeycan û Rojhilatê Kurdistan, lê peytex Erîwan e. Ew Axlatê jî dike tirkmen. Axlat ji berê ve kurd e û fermandarê birêvebir ê Axlatê kurê Selahdînê Eyubî bû. Niha jî ji sedî 95 kurd in û hinek mihacirên ku di dema Îsmet Înunî de ji Behra Reş û ji Kafkasyayê anîne li wir bi cih kirine, piraniya wan jî paşê ji wir koç kirine çûne rojavayê Anatoliê. Erîwan jî ji xwe ji berê ve ermenî ne.
Ferhaê F. Silêman wek dîrokzanê tirkan (Ew netirk e, kurdekî ji Farqînê ye) mîrekiya Dulqadîrogullarî/ kurên Dulkadîr ku li bajarê Maraşê desthilatdar bû, dike tirkmen. Lê, lêkolînvan Soreş Reşî dibêje : ”Nav Dulkadîr nîn e, Sorqadîr e û ew kurdên alewî ne. Mîrîtiya wan li herêma Maraşê bû. Maraş hêj jî bi piranî kurdên alewî ne. Sorqadirî li Xoresanê hêj jî hene. Faris wan dikine fars û tacik. Tirk jî tevahiya Xoresanê dikine tirk/tirkmen. Lê di esasê xwe de Xoresan kurd e. Ferhadê F. Silêman ji bo Karakoyunan dibêje oxuz, kurd û azerî. Akkoyuniyan jî dike oxuz, tirkmen, kurd, îranî.
Di beşa 12an de behsa eslê malbata Osmaniyan dike. Dibêje çîrokên derbarê Osman Gazî de hemû jî derew in. Ev rast e, belê hemû jî derew in, derewê dîtina fermî a dewleta osmanî û kemalîstan e. Ji xwe hertiştê derheqê osmaniyan û komara kemalîst a tirkan derew in, bi derewan hatine nivîsîn. Derbarê malbata Osmaniyan de vegotinên cuda hene. Li gor nivîskarekî Osman kurê şivanekî tatar e. Li gor çîrokek jî Xwedêgiravî Osman ji malbata împaratorê Bîzansê ye. Dîroknasekî yunanî navê Osman Atman nivîsiye. (Wek henek, bi gotinek îronîk ez jî bibêjim; Osman Atmankî ye, ji eşîra Atmankiyan e. Ev eşîr li derdora Mêrdînê ne.) nivîskarekî jî gotibû malbata Osmaniyan ji eşêra Karakeçî ne. Ev eşîr li gundên derdora Siwerekê dijîn. Derbarê malbata Osmaniyan de hêj jî belge/çavkaniyek ku eslê malbata osmaniyan destnîşan bike tune. NivîskarAhmed Kahraman jî gotibû; ”Osmanî bi eslê xwe netirk in, ew malbatekeAfgan in,”Nivîskarekî bi navê Mehmet Nîyazî gotiye”Osman ji eşîra Karakeçî ne û kurd in.” Nivîskar Ferhadê F Silêman vê îhtîmalê rasteqînî nabîne. Bi ya min jî malbata osmaniyan kurd nîn in. Dîrokzanê tirk Halîl Înalcik ku li ser dema împaratoriya osmaniyan herî pir wî lêkolîn kiriye û pirtûk nivîsiye, li gor wî : ”Eslê malbata Osmaniyan nediyar e.” Yanî esl û feslê wan çiye? Ji kîjan miletî ne? Kes nizane. Wê demê serokên dewletên din û herweha serokê/mîrê karamaniyan bi osmaniyan henekên xwe kirine û ji bo wan gotine ”bêkok” in, ”bêesl in”. Ji xwe piraniya kes û malbatên ku xwe tirk dihesibînin, esl û feslê wan ne diyar e, dewşçrmene, ji gel û neteweyên din in.
Gotina ku dibêjin navê bavê osman Ertuxrul e û navê kalê wî Suleyman e, ev jî nerast e. Suleyman Şah Selçukiye û li Suriyê miriye. Navê diya Osman jî di belgeyan/çavkaniyên dîrokî de tune. Dîrokzan Heath W. Lowry dibêje : ”Kes nizane diya Osman kê ye? Binêr rûpel : 72.
Pirtûka Ferhadê Fayiqê Silêman pirtûkek berhevkirinê ye. Wî ji pirtûkên din hevokan wergirtiye, berhev kiriye. Tiştên ku di pirtûkê de hatine berhevkirin û qalkirin piraniya wan tiştan ji xwe tê zanîn û ji alî gelek nivîskarên lêkolênvan/lêkolîner ve hatine gotin, hatine nivîsîn. Dîrokek veşartî ku veşartî mabe û ji alî nivîskar Ferhadê F/ Silêman ve hatibe dîtin û ji veşartinbûnê derxistibe ronahiyê di pirtûkê de tune. Gelek tiştên derbarê dîroka mongol, selcuq, osmanîyan û mîrên kurdan de ji alî dîrokzanên kurd ên lêkolînvan ve hatine gotin. Şeref Xan, Mehmed Emîn Zekî, Murad ciwan, Selhatîn Mihotolî, Alî Kemal Yildirim, Soreş Reşî, Fêrgîn Melîk Aykoç, Elî Teter Nêrweyî, Abdullah Mistanî, Mihemed Mîrzadeyî, Ethem Xemgîn, Hasan Yildiz, Bahoz Şavata, Mehmed Baran Aydin, gelek nivîskarên kurd ên Kafkasyayê, kurdologên Rusî, Ewropî di pirtûkên xwe de ango di derbarê mijarên dîrokî de gelek tişt nivîsîne. Binêr jîrenot jimar : 2. Li dawiya vê gotarê ye.
Di beşa 14 a pirtûkê de behsa mîrîtiya Germiyanan tê kirin. Ev mîrîtî mîrîtiyek kurd e di pirtûkê de dibêje :Mîrîtiya Osmaniyan ji mîrîtiya Germiyaniyan gelek tişt fêr bûne û vê mîrîtiyê bi xwe ve dane girêdan. Nivîskar hindik behsa Germîyaniyan dike. Hinek qala wan dike û di ser de çil dide. Germîyanî ji kur hatine Kutahyayê? Çawa li wir mîrîtiya xwe pêk anîne? Bersîva van pisan di pirtûkê de tune.
Beşeke pirtûkê jî li ser fetihkirina Stenboê ye. Ev beş bi wergirtina hevokek ji dîtinên Murad Ciwan dest pê dike. Wî ji heşt kesên lêkolînvan ên din jî hevok wergirtiye. Pirtûk bûye pirtûka wergirtina hevokên ji çavkaniyan, ango hevok wergirtina ji kesên din. Bi ya min Ferhadê F. Silêman di şuna ku navê xwe li ser pirtûkê wek nivîskar nivîsiye, divê wî navê xwe wek berhevkar li ser berga pirtûkê binivîsiya.
Ferhadê F. Silêman dibêje; ”Dîrokzanê dema me Îlber Oltaylî gotiye dewleta Osmanî berdewama împaratoriya Romayê ye.” Ji xwe kurdan ji dewleta Osmaniyan û berdewama wê dewleta kemalîst a komara Tirkiyê re digotin û niha jî dibêjin ”Romî” , ”Dewleta Romê.”
Di pirtûkê de wêneyên çar alên Mîrîyên kurdan hene. Her çar al jî wek ala Îsraîlê ya îroyîn e. F. F. Silêman van alan ji kur wergirtiye? Çavkaniya ku nîşan daye Wîkîpendiya ye. Derewên dîrokzanên tirkan ên nîjadperest pir in. Yek ji wan dîrokzanên derewîn jî Îlber Oltaylî ye. Hinek dîrokzanên îslamîst jî hertiştî bi yahudiyan ve girê didin. Mesela alên çar mîrekanên kurd tam weke ala Îsraîlê hişê min negirt. Çima ala mîrê Candar, Karaman, Teke û Eretna û ala Îsraîla îroyîn – Stêrka Dawid- heman tişt bin, heman sembol bin ku ew sembol sembola cihuyan/yahudiyan a fermî ye û ala dewleta îsraîlê ye. Ev sembola stêrka Dawid li tevahiya cîhanê ji bo hemû yahudiyan semboleke pîroz e. Ev sembola pîroz çima bibe sembola mîrên kurdan?
Di pirtûkê de tişteke balkêş jî derbarê Fatîh Siltan Mehmed de tê gotin. Tê gotin ku;Fatîh Siltan Mehmed Stenbolê fetih kir û dure tirkan ji Stenbolê qewirand, wan kire derve û yahudiyên ji Anatoliê, Balkanan û girava Morayê anî Stenboê.” Nivîskar F. F. Silêman behsa têkiliyên Fatîh Mehmed û kurdan nake. Lêbelê tê zanîn ku şêwirmendê Fatîh Siltan Mehmed kurd e, navê wî Mella Goranî ye. (Dema min vê nivîsê dinivîsî di televizyonên masmedya tirkan û cîhanê de digotin generalê kurd Mazlum Evdî SDGê fesih kiriye, dawî li ”Xweseriya Demokratîk” a kurd aniye û bûye şêwirmendê Colanî. Gotinek pêşiyan ê kurdan heye, dibêjin ”ji xwe re kor in ji xelkê re doktor in. ”Eqilê kurdan ji bo kurdan nîn e ji bo xelkê ye.) Qumandarekî/fermandarekî Fatîh S. Mehmed kurd e. Jina wî kurd e. Dema Fatîh Siltan Mehmed 40 roj Stenbolê abluqe/dorpêçan dike, Stenbol nakeve ew aciz dibe û dixwaze dorlêpêçana Stenbolê rake , lê şêwirmendê wî Mella Goranî û kumandar Zaxros Paşa wî îqna/kanî dikin dorlêpêçana Stenbolê ranake, didomäne û Stenbolê fetih dikin.
Di beşa padîşahên/siltanên Osmaniyan bi kê re zewicîne de tê gotin ku Fatîh Siltan Mehmed bi keça Dulkadiriyan/Sorqadirî Sittî Şah Xatun re zewiciye. Ji bo mîrîtiya Dulkadiriyan/Sorqadirî ku li Maraşê desthilatdar bûne û nivîskar Ferhadê F.Silêman nabêje ku ew kurd in. Lêbelê lêkolînvan Soreş Reşî derbarê wan de lêkolîn kiriye û dibêje ”Ew kurd in. Navê wan Sorqadirî ye.”
Nivîskarê tirk Murad Bardakçî gotiye; ”Hindik mabû ku dewleta Êsraîlê li bakurê Îraqê bihata damezrandin.” Nivîskar Ferhadê S.Siêman jî vê wek çavkanî nîşan daye. Niha jî tirkên nîjadperest, faşîst, kemalîst, faşîst D. Perînçek û Yalçin Kuçuk propoganda dikin, dibêjin: ”Li bakurê Irakê dewleta duyem a Îsraîlê tê pêkanîn, tê damezrandin.” Vê propagandaya derewîn di nav tirkan de li hemberê kurdan tînine bikaranîn.
Di pirtûkê de pirt qala padîşahên Osmaniyan tê kirin. Padîşahên Osmanî bi kê re zewicîne, heremên wan, homoseksueliya wan ku bi xortan/ciwanan re seks kirine, birakujiya wan ku çawa birayên xwe ji bo textê padîşahiyê qetil kirine, bi şêweyeke xwînxwarî, bi wahşetî kuştine tê al kirin. Ji xwe pirtûk bûye wek pirtûka înformasiyonê/agahdariyê. Agahdariyên ku di pirtûkê de têne rave kirin, tiştên ku têne zanîn û hatine nivîsîn in. Ango tiştên weşartî mane nîn in. Dema min navê pirtûkê dît, min got qey tiştên ku di dîrokê de hatine veşartin, tiştên ku veşartî mane dê di pirtûkê de bê qal kirin. Lêbelê min di pirtûkê de dîroka veşartî nedît.
Di beşeke pitûkê de behsa Saîdê Nursî/Kurdî tê kirin. Lêbelê nabêje Saîdê Kurdî çima bû Saîdê Nursî? Dibêje Saîdê nursî/kurdî fikrê yekîtiya dewletên îslamî û serxwebûna Kurdistanê parastiye. Lê ew/nivîskar ji bo vê îdîaya xwe çavkanî nîşan nade. Saîdê Nursî/Kurdî di kîjan pirtûka xwe de Kurdistanekî serbixwe û herweha dmezrandina dewletek kurdan parastiye? Min qet nebihîstiye ku Saîdê Nursî/Kurdî serxwebûna Kurdistanê parastiye…
Nivîskar Ferhadê F. Silêman agahiyên ku derbarê Ziya Gokalp û Mistefa Kemal de daye şaş in. Dibêje ; ”Ziya Gokalp pêşî bi navê ”Bingehên Neteweperweriya Kurd” pirtûkek nivîsiye lê kesekî wî negirtiye ciddîyê, wî jî navê pirtûkê guhertiye kiriye ”Bingeha neteweperweriya tirk” Ferhadê F. Silêman ji bo vê îdîayê yek çavkaniyek jî nîşan nedaye. Bi qasê ku ez zanim pirtûkek Ziya Gokalp li er neteweparêziya kurd tune. Wî li ser eşîrên kurd gotarek lêkolînî nivîsiye, ew jî wek pirtûkek biçûk di nav weşanên ”Komal”ê de beriya salên heştêyî li Stenbolê derketibû. Eleqeya wê pirtûka biçûk û neteweperweriya kurd/kurdperwereriyê bi hevûdu re tune.
Ji bo Mistefa Kemal (Atatirk)jî li gor hinek çavkaniyên tewş û nerast hinek tişt dibêje, lê ew jî nerast in. Ji bo eslê Mistefa Kemal û dê û bavê wî tiştên hatine nivîsîn nerast in. Bavê Mistefa Kemal Alîrîza nîn e. Hinek dibêjin bavê wî Arnawid e, ew jî nerast e. Mistefa Kemal weledê zinya ye. Diya wî qewraşa/xizmetkara fermandarekî alman e. Ev fermandarê alman bi diya wî re radize, pevşabûnê pêk tîne û di encama têkiliya seksa zinyayê M. Kemal tê dinê. Ji xwe tîpa M. Kemal jî wek almanan e, çavşîn û porzer e. Mistefa Kemal weledê kê ye? Bi vî navî pirtûka rahmetî Mehmed Emîn Bozarslan heye. Divê nivîskar Ferhadê F. Silêman û xwendevanênn kurd vê pirtûka M. Emîn Bozarslan bixwînin.
Beşa herî dawî a pirtûkê sernavê wê ”Di pirtûkê de li ser mijarên ku behsa wan tê kirin, lênêrîna îslamê” ye. Nivîskar dibêje; ”Di îslamiyetê de koletî tune.” Ev nerast e. Koleyên Muhamed jî, Omer jî, Osman jî û Alî jî hebû. Koletî herî pir di dema destpêk û fetih û bi zorê belavkirina ola îslamê de hebû. Artêşa îslamê a fetihkar û cîhadî li kur fetih bikira ji wir gelek însanan dikirin kole. Artêşa îslamê ya di min qumandariya/fermandariya Xalid Bîn Welîd de li kur fetih bikira mêran dikuştin û keç û jinên wan deran dibirin dikirin koleyên xwe. Têgeha „dadperweriya Umer“ bi temamî derew û çêkirî ye. Umer xwediyê ti awayekî dadperweriyê nebû; berevajî vê yekê, serdema desthilatdariya wî bi zordestî û talankirina gelên din —bi hinceta belavkirina Îslamê—, koledarkirina jin û keçan, û komkujiyên ku Xalid kurê Welîd li dijî kurdan li Kurdistanê pêk anîn, dihat naskirin.
Di bajarên araban ku di bin fermandarî û rêvebiriya ola îslamê de bû û bi şerîeta îslamê dihatin îdarekirin cihên mezatên kolefirotinê hebû. Di wan qadên kolefirotinê de keç û jinên kole di wan mezatan de dihatin firotin. Herî dawî Daîşê keç û jinên Êzdiyên kurd wek kole digirt di wan mezatên bajarên araban de difrot. Ne di dema Muhamed peyamber/pêxember de, ne dema çar Xelîfeyan de û ne dema piştê wan îslamê koletiyê qedexe nekiriye. Nivîskar Ferhadê F. Silêman derbarê hinek mijaran de, her weke cariye, êsîrên/dîlên şer, cîhad û hwd de ji Quranê hinek ayet wergirtiye, di wan ayetan de jî qedexebûna koletiyê tune. Ji xwe di tu ayetek Quranê de koletî nehatiye qedexekirin. Ew ayetên ku nivîskar girtiye pirtûkê jî ayetên li gorî kultura/çanda areban e. Ji xwe ev pirtûka Ferhadê F. Silêman li gor lênêrîna bandora ola îslamî hatiye nivîsîn û şîrovekirin.
Di beşa ”Notlar” nîşe/têbinî de notên pirtûkên ku wek çavkanî ji wan hatine wergirtin û şîroveyên hinek nivîskaran yên di malperan de hene, hatiye destnêşan kirin.
Wek gotina dawî ez vê bibêjim; min wek xwendevanekî di pirtûkê de tişteke nû, dîrokekî veşartî nedît. Ez ji pirtûkê tişteke girîng û herweha tişteke ku nizanibûm jî fêr nebûm. Pirtûk wek gotina ku di nav xelkê de dibêjin; nav giran e, war wêran e.
Têbinî/Nîşe : 1 – Min bi sernavê „şîrove û nirxandina pirtûkek“ gotarek nivîsîbû. Hinek xwendevanan gotibû şîrove û nirxandin eynê ne, heman tişt in.
Lebelê na, ew heman tişt nînin.
Şîrove – şirovekirin / ravekirin. Yanî tu tiştekî vedikî û dibêjî ku ev çi wate ye, çawa tê fêmkirin, armanc û naveroka wê çi ye.
Mînak: Şîrovekirina helbestê – wate û peyama helbestê ravekirin e.
Nirxandin = qîmetdan / nirx danîn / hêja û kêmasiyên tiştekî destnîşankirin. Yanî tu li ser başî û xirabî, rastî û şaşî, hêz û lawaziyên wê biryar didî, dinirxînî, dîtin û ramanê xwe pêşkêş dike.
Têbinî/Nîşe : 2 – Piraniya tistên ku di pirtûka Ferhadê F. Silêman de hene, berê di nivîsa Murad Ciwan de hene. Nivîsa M.Ciwan berê hatiye nivîsîn û weşandin. Ji xwe ew nivîs ji bo pirtûka Ferhadê F. Silêman bûye çavkanî. Herweha gelek çavkaniyên di pirtûkê de hatine nîşandan jî wek çavkanî di jêrenota M. Ciwan de hene ango navën wan hatine nivîsî.
Navê sernivîsa Murad Ciwan „Hebûna Kurdan li Anatoliya Rojava û Navîn di seranserê dîrokê de“ Nivîs di blogg M. Ciwan de û malpera Netewe de di Sala 2024an de hatiye weşandin.
Çavkaniyek din jî ku nivîskarê pirtûka „Dîroka Veşartî“ F.F.Silêman jê siûd girtiye û gelek hevok jê wergirtiye pirtûka Alî Kemal Yildirim e. Navê pirtúkê „Osmanî û Safevî“ ye. Pirtûk di nav weşanên „Pêrî“ de li Stenbolê derketiye.
Têbinî / nîşe : 3 – Ez dîrokzan nîn im. Ev nivîsa min a derbarê pirtûka Ferhadê Fayiqê Silêman de weka gotareke danasîn û cih bi cih derbarê hinek mijarên dîrokî ku di pirtûkê de cih girtine, nirxandin û şîroveyên min in. Rast yan şaş evan şîroveyên min li gorî zanîna min, bîr û raya min, fikr û ramanên min in. Ev dîtinên min dibe ku ji bo hinek xwendevanan rast be û ji bo hinekan şaş be.
Ez ê vê pirtûkê bidime lêkolînvanê dîrokzan Soreş Reşî bila ew jî bixwîne. (Ji xwe navê pirtûkê bala wî jî kişandibû û ji min xwestibû ku dema ez herime welat ji wir yekê ji bo wî bikirim û bi xwe re bînim, bidime wî.)
Belê bila Soreş Reşî jî bixwîne û li gor zanîna xwe pirtûkê binirxîne, binêre ka dîroka veşartî ku Xwedêgiravî di vê pirtûkê de hatiye destnîşankirin çiye, heye, tuneye? Gelo çi tiştê veşartî ku nedihat zanîn û di vê pirtûkê de hate zanîn, hate eşkerekirin hene, çine? Ez hêvîdarim ku dê Soreş Reşî bi berferehî pirtûkê binirxîne û şîrove bike.




