
İkram Oguz
Tirk ji Kurdan hez dikin…
Ji Kurdên mirî.
Loma dibêjin, „Kurdên herî baş, yên mirî ne…“
Kurd ji mirinê natirsin.
Loma di warê şervanîyê da bi nav û deng in.
Bi taybetî jî di şerê navxweyî da…
Heta tola xwe negrin ji kozikê ranabin.
Ji çek û rextan…
Ji şûr û mertalan jî hez dikin û wan bi huner bi kar tînin.
Lê dîsa jî ji alî Tirkan va bi hêsanî tên kuştin.
Kuştina ne bi çek û rextan…
Ne jî bi şûr û mertalan.
Bi fêl û fêlbazîya wan tên xeniqandin.
Ne li ber dara sêpê û bi kindirê Îngilîz.
Bi mûyê di nav mast da dixeniqin…
Mûyê di nav mastê Tirkan da.
Xwedîyê gotina xeniqandina bi mûyê di nav mastê Tirkan da, Arîf Qurbanî ye.
Arîf Qurbanî nivîskarek ji nivîskarên Rûdawê ye.
Ez wî ji dûr va nas dikim, bi rêya îneternetê dişopînim û nivîsên wî dixwînim.
Heta hinek nivîsên wî, bê destûra wi ji Rûdawê digrim û di NavKurdê da jî diweşînim.
Roja 1ê Gulanê nivîsek nivîsîbû.
Di wê nivîsê da pêvajoya ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kirîye, dinirxand.
Di dawîya wê nivîsê da wiha dibêje;
„Divê Kurd li hemû parçeyên dagirkirî yên erdnîgariya xwe û bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ku bi Tirkiyeyê va hatiye girêdan, gelekî hişyar tevbigerin û nekevin feqa Tirkan. Ti baweriya min bi wê yekê nîne ku ew tişta ku Tirkiye dest pê kiriye armanca wê çareserkirina pirsa Kurd a li wî welatî be.
Kurt û Kurmancî, ez dibînim ku di vî mastî da mûyek heye û eger Kurd ne gelekî hûrbîn û miqate bin, mûyê nav wî mastê Tirkiyeyê dê wan bixeniqîne…“
Dema ku min ev nivîs xwend, bi xwe ji xwe ra got; “Xeniqandina bi mûyê di nav mastê Tirkan da…“
Dû ra biryar da ku ji bo xatirê vê hevokê be jî ez dê nivîsek binivîsim.
Lêbelê ha îro, ha sibê, heta roja îro ma.
Ev nivîsa birêz Arîf Qurbanî, wek hemû nivîsên wî nivîseke watedar û balkêş e.
Lê ew şayesera ku di hevoka dawîyê da bi kar tîne, ez helandim.
„Xeniqandina bi mûyê di nav mastê Tirkan da…“
Mast, mastê Tirkan e.
Lê yên ku bi mûyên di nav da dixeniqin, kî ne?
Bêguman ew jî Kurd in.
Xeniqandina bi mû…
Ev yek jî nîşaneya fêl û fêlbazîya Tirkan e.
Ku wek mîratê Osmanîyan ji wan ra ma ye.
Çawa ku digotin, „Lîstikên Osmanîyan kêm nabin…“
Dawî li fêl û fêlbazîya Tirkan jî nayê.
Xûya ye Arîf Qurbanî taybetmendîyên Kurdan jî baş dizane…
Herwiha ji dek û dolabên Tirkan jî hayîdar e.
Kurd ji nan û mast hez dikin…
Ger ku mast, mastê mîyan be, di sê danê rojê da bixwin jî jê nakerixin.
Bêguman Tirk jî ji ev teybetmendîya Kurdan hayîdar in.
Kîngê bikevin tengasîyê berê xwe didin wan…
Carinan bi çîorkên li se biratîya olî…
Carinan jî bi çîrokên li ser biratîya gelan pêşwazîyê li Kurdan dikin û wan li Enqera xopan dikin mêvan.
Kilorek kartû û tasek mastê mîya didin ber wan…
Kurd bi gotinên wan ên bi çîrokên li ser biratîyê xemilandî dixapin û fêl û fêlbazîya wan ji bîr dikin.
Mastê ku dane ber wan, didin ber çopan û bi lez û bez dadqultînin.
Bi çopa dawîyê va mûyê ku di nav mast da hatîye veşartin, li zimanê wan ê pîçûk difitile û bêhna Kurdan diçikîne…
Kurd di cîhê xwe da dipirpitin û çav vekirî diçin…
Tirk jî bi qewlê biratîyê ji wan ra fatîhayek dixwînin û ji bo careke din fêlbazîya xwe didomînin…
20.06.2025