Nivîskarê Kurd Firat Cewerî, bi boneya nasandin û îmzekirina pirtûka xwe ya nû „Rêwîtiya Min“ li Stenbolê bi xwînerên xwe ra civiya.
Pirtûka nû ya Firat Cewerî ya ku ji bîranînên wî pêk tê, ji Weşanxaneya Avestayê derketîye.
Bernameya yekem a îmzekirinê jî îro li Medya Kitabeviyê ya li Stenbolê, bi beşdariya gelek hezkiriyên edebiyatê pêk hat.
Nivîskar Firat Cewerî ku ji destpêka salên 80yî va neçarî sirgûniyê bûye û ji wê rojê pê va ji edebiyata Kurdî ra xizmeteke mezin kiriye. Cewerî bîranînên xwe xistine nav pirtûka xwe ya nû, ku navê wê „Rêwîtiya Min“ e.
Cewerî di pirtûkê da bi rêya hevpeyvîneke dirêj a bi xwe ra, behsa jiyan û serpêhatiyên xwe dike.
„Rêwîtiya Min“ bûye pirtûka 20an a ku Cewerî nivîsiye.
Her wiha Firat Cewerî heta niha 25 pirtûk jî ji zimanê Swêdî wergerandine Kurdî.
Firat Cewerî di bernameyê da, ji bilî îmzekirina pirtûkên xwe, bi xwîneran ra li ser jiyan û edebiyata Kurdî sohbeteke germ jî kir.




