
Yusuf Kaynak
Henny Harald Hansen kî ye?
Ji bo ku Henny Harald Hasten çêtir bi we bidine nas kirin, me li ser çîroka jiyana vê etnograf û
arkeologa Danîmarkî lêkolîn kir. Wekî Danîmarkî, me jî meraq kir ku çima ev jineka Denimarkî ew qasî bi cîhana Îslamî re eleqedar bû, gelo wê ev yeka bi zanebûn hilbijart an jî wekî rêwîtiyeke ji bo welatên/cîhanek nenas wê ev lêkolînayê kiriye. Wêrekî û cesareta wê jî bala Rojavayiyan kişandiye.
70 an jî 80 sal berê, nîşandana dilovaniyê ji bo cîhana Îslamî û rêwîtiya bi tena serê xwe ji bo dîtina wan cihan kiryarek wêrekî bi serê xwe bû û gavek ji çarçoveya naskirî ya di derbarê Rojhilat de bû.
Dema ku dixwendiye, Henny Harald Hasten berî arkeolojî û etnografiyê bi modelên cil û bergan re eleqedar bûye. Dema ku di modelkirinê de dixebitîye, wê ev xebat dest pê kiriye da ku cilên sirrî ên Rojhilat di cîh de nas bike û arşîv bike. Ji ber vê yekê, em li Henny Harald Hasten binêrin ka kî bû?.
Henny Harald Hansen, di 8ê Nîsana 1900an de, li Kopenhagenê li Danimarka ji dayik bûye û di 12ê Cotmeha 1993an de li Kopenhagen wefat kiriye; antropolog û etnografeke Danîmarkî bû ku bi weşanên xwe yên “Keçên Xwedê (Daughters of God): Di nav Jinên Misilman yên li Kurdistanê de 1958 û Jiyana Jinên Kurd: Lêkolîna Qadê di Civaka Misilman de (Field research in Muslim society) 1961an de kir, tê zanîn, ku li ser Kurdan, û bi taybetî jinên Kurd lêkolîneke serfirazi kiriye têt zanin.
Navê pirtûkê resen ew e “Allah’s døtre” (Keçên Xwedê): Di nav Jinên Misilman yên Kurdistanê de:
Ji kêliya ku nivîsên wê yên pêşîn li ser jiyana li pişt perdeyê hatine weşandin, Henny bûye pisporek populer ya li ser jinên Îslamî. Çavê wê li xalên bihêz, di nav de têkiliyên malbatî û rêzgirtina ji bo extiyaran, hebû. Ew bi awayekî têgihîştî û bê alîgirî di rojname û bernameyên televîzyonê de li ser jinên Ereb bi berdewamî vedibêje. Rojên di jiyana jinekê de ku wê bi xwe 14 sal berê pişta xwe da wan.
Ji şapika xwendekaran bigire heya sergirtîya di sala 1923an de wê bi wênesaz Harald Hansen re zewicek kiriye, ku wê dema hin ku ew xwendekara wênesaziyê li Akademiya Hunerên Bedew bûye wan hevdu nas kiriye. Dema ku Henny hêj 25 salî bûye keçek û çend sal şûnda jî kurekî wê çêbûye.
“Dema zarokên min piçûk bûn, min li wan dinêrî û wekî xanima bermaliyeke tevdigeriyam jî, her çend ev dibe ku tiştê ku ez herî kêm jê re guncan bûm, lê mêrê min xwedî îdealên burjuwa bû” dibê. 15 salan ew li ser “Bendergeh/îskele” bi erebeyeke an jî zarokên piçûk di destê wê de diçû, û dihat, dixwest ku hêza mêjiyê xwe ji bo tiştekî ji bilî karê malbatiyê bikar bîne. Di sala 1940î de, Henny Harald Hansen, ku dîtiye kurê wê yê heft salî dema ku li pey wî diçûye dibistanê ji deriyê dibistanê derbas dibû, beşdarî kursa xwendekaran bû û di 42 saliya xwe de şepqa/kumê mamostetiyê wergirt.
Ji hundirê perdeyê/çarşêvê -sefera Henny Harald Hansen bo beşa Kurd a Iraqê di sala 1957an de kir.
Di 42 saliya xwe de, ew bi şepqeyeke xwendekaran û erebeyekê rawestiyaya -15 sal şûnda ew li çiyayên Kurdistanê wekî yek ji lêkolînerên cilûbergên jin ên pêşîn ên cîhanê rawestiya. Henny Harald Hansen ji rola jineke malê ya li malê veqetiya da ku “meraqa herî dijwar” bişopîne. Fîlmê li ser jina ku baweriya jinên Misilman bi dest xist û cîhanek girtî ji bo yên mayî vekir ku temaşe bikin.
Henny Harald Hansen wek jineke, keşifgerek neasayî a serdema xwe bû û ji ber vê yekê di destpêka rêwîtiya xwe de bi guman û matmayînek diyarkirî hate pêşwazîkirin. Lê dibe ku tam ji ber zayenda wê bû ku ew di dawiyê de gihîştina taybetî ya jiyana taybet ya jinên sergirtî yên li gund bi dest xist.
Wê bi mirovên ku ew pê re hevdîtin dikiriye re nasîneke mezin çêkiriye, û ji ber vê yekê karibûye jiyana wan bi rengekî nevaze/şahane û samîmî nîşan bide ku gelek lêkolînerên din ewropê nekarîne.
“Keçên Xwedê” wêneyeke balkêş û bêhempa ya jiyana jinên Kurd yên li Iraqê yên salên 1950an ye.
Henny Harald Hansen keça rêveberekî ofîsa bacê bû, lê xuya ye ku jiyan û hişê wê ji hêla bapîrê wê yê ji aliyê dayikê ve, dermansaz Albert Riise ku di sala 1838an de koçî Hindistanên Rojava kiriye, pir zêdetir bandor lê bûye. Bi salan wî tiştên etnografîk dişand Muzexaneya Neteweyî ya Denimarki ku paşê cihê karê Henny Harald Hansen bû. Dayika wê di temenê yek salî de di nav destên keçikeke reş de vegeriya Danîmarkayê. Wê dê û bavê xwe zû winda kiriye, lê dewlemendiyekê hişt ku ew bi mêrê xwe yê yekem Poul Langhoff, rêveberê Schubotheske Boghandelê re jiyaneke civakî ya zindî bijî. Ev jin û mêr bi rewşenbîrên Skadinavî ku ji aliyê Georg Brandes, Henrik Ibsen û Bjørnstjerne Bjørnson ve dihatin rêvebirin, wê têkilî pê re danîbûn. Lê zewaca wan pir kurt dewam kiriye, dema Langhoff piştî sê salan miriye. Henny Harald Hansen fêkiya zewaca din ya dayika xwe bû, lê nebaş bû.
Henny Harald Hansen di dibistanê de baş dixwend, lê tercîh kir ku dev ji pola yekemîn berde, da ku biçe dibistana teknîkî, dû re jî ji 1918an hetanî 1920an Akademiya Hunerên Bedew xwendiye. Yek ji mamosteyên wê hunermend Harald Hasen bû, deh sal ji wê mezintir bû, ku wê di sala 1923an de, li dijî daxwaza bavê xwe, pê re zewicî ye. Ev zewaca weha tê wateya xatir xwestinê ji jiyana wê ya wekî hunermendeka performansê, ji ber ku mêrê wê bawer dikiriye ku di malbatekê de tenê cîh ji bo hunermendeke heye. Lêbelê, koka Henny Harald Hansen paşê di rojnivîskên rêwîtiyê ên etnografîk de hat belgekirin. Du zarokên wê hebûn, lê her çend ku ew ji dayik bûnê hez dikiriye jî, wê qet cilên bermaliyê li xwe nekiriye. Ji 1928an heta 1930’î wê li Dibistana Danîmarkî ya Wênesazî û Hunerê a Jinan de qursên terzitîyê girtiye, û di sala 1942an de ji Qursa Akademîk mezûn bûye. Du sala şûnda ew ji hevjinê xwe veqetiyaye, ezmûneke xemgîniye, ku di heman demê de jî, tê wateya destpêka jiyaneke bi tevahî nû. Ew demeke dirêj e bi modayê û cilûbergên di temsîlkirina hunerî de eleqedar
bû û ji ber vê yekê li Zanîngeha Kopenhagenê dest bi xwendina dîroka hunerê kiriye. Lê wê ev yek hez nedikir; wê ji nêzîkatiya lêkolînê li ser hunerê hez nedikir, û piştî ku demekê arkeolojiya klasîk xwend, berê xwe da qadeke nû ya bi navê etnografî. Di 1951an de tenê berî rojbûna xwe ya 51an, ew piştî Johannes Nicolaisen, salek berê mezûn bû, duyemîn mastera etnografiyê ya Danîmarkayê bû.
Berî mezûnbûnê, Henny Harald Hansen alîkariya amadekirina pêşangehek li muzexaneya neteweyî kiriye û wê her weha cilên ku serokê seferê Henning Haslund- Christensen ji Mongolyayê anîbûye, pîvandiye û katalog kiriye. Di pirtûka Mongol Costumes de di sala 1951an de, wê dîroka pêşkeftina wan li gorî birîna cil û bergan analîz kiriye. Piştî mastera xwe, ewê wekî alîkara lêkolînê ya demkî li Muzexaneya Danimarke ya Neteweyî de hatiye xebitandin û di salên paşîn de alîkariya amadekirina pêşangehan kiriye. Wê berdewam kiriye bi nivîsandina gotaran li ser cilûbergan û di sala 1954an de, pirtûka Klædedragtens Kavalkade hatiye weşandin ku ji bo zêdetirî deh zimanan hate wergerandin.
Bi van û weşanên paşê, wê navê xwe wekî yek ji pisporên pêşeng yên cil û bergan di dîroka çandî, û etnografiyê de saz kiriye. Helwesta wê ya bingehîn ew bûye ku împulsên/paldanên herî girîng ji bo nûjenkirina civakî ji hunerê tê û ji vê perspektîfê/ nêrînê bû, wê dîroka xwe ya cil û bergan nivîsand.
Nêrîna wê tê wateya pêşketineke di lêkolîna cil û bergan de û pirtûkên wê hîn jî pir jî têne xwendin. Lêbelê, eleqeya we a sereke di mayîna jiyana Henny Harald Hansen de çanda Îslamî, û berî her tiştî, jinên Misilman bû. Hêj di sala 1939an de, di dema seredana xwe ya Yugoslavyayê de, ew bi çanda misilmanan re hevdunas bûbû û di sala 1957an de dema, ku ew cara yekem li Kurdistana başûr çûye xebata meydanî/saha/alan, xaleke nû di jiyana wê de hatiye pêş. Wê karîbûye tevlî sefera Dokan ya Danîmarkî bibe ku ji hêla profesor Jørgen Læssøe ve dihatiye rêvebirin, bi îqnakirina wî ku ew ya, jineke gihîştî, heya dapîreke jî, dê xwediyê jêhatîyên çêtirîn be, ku bikeve cîhana jinên misilman jî.
Ji ber ku, wekî we got, etnografbûn yek ji karên herî bêwijdan bûye, ji ber ku mirov neçar bûye, ku pirsên herî samîmî bipirse û rêyên ku mirov dê wekî kesekî xwendewar ya asayî bi lez û bez ji wan derxe bişopîne. Henny Harald Hansen her gav di pişt perdeyê û şîrove kirina bê guman de serketî bûye û dibe ku ya herî girîng, di ragihandina tiştê ku ew didît de ye. Ev rewş di seranserê dehsalan dirêjiya kariyera wê ya mamostetiyê a çalak de derket holê, û her weha di hejmarek pirtûk û gotarên dirêj yên li ser jinên li Iraq, Behreyn, Îran û Misrê de jî hatiye belgekirin. Ew di vî warî de bûye pêşengeke Danîmarkî, û jêhatîyên wê yên ragihandinê kêm bûne, ku bi empatî, rêz û dilnizmiya mezin li hember mijar û temaşevanan dihatin nasîn. 40 salî zêdetir wê karekî berbiçav kiriye ji bo şikandina pêşdaraziyên Danîmarkî yên li ser Misilmanan. Wê zordariya li ser jinên Misilman kêm kiriye û hêza wan û rêzgirtina Îslamê ji bo jinan nîşan da ye. Çavekî wê yê tûj ji bo hêzên civaka Misilman hebûye: girêdanên malbatî, rewşa zarokan û rêzgirtina ji bo extiyaran, ku ew jî a wê bûye.
Dema ku Henny Harald Hansen di sala 1970an de teqawid bû, wê dest bi jiyana xwe ya sêyemîn kir.Ji ber ku ew qet bi domdarî nexebitîbû, tenê teqawidiya wê ya dewletê hebû ku pê debara xwe bike.
Her çend ew bi awayekî spartan di apartmanek yek-odeyî de dijiya jî, êdî pêdivî bû ku bêtir pere qezenc bike. Di destpêkê de wê biryar da ku bibe şêwirmenda modayê û makîneyek dirûnê ya kevn bi dest xist, lê daxwaza ji bo dersên wê yên mîzahî û agahdar zû ewqas mezin bû ku wê dikaribû li ser wan bisekine. Dema ku Zanîngeha Kopenhagenê di sala 1979an de 500 saliya xwe pîroz kir, ew wek doktora rûmetê hat tayînkirin, ku ev jî encameke bextewar ya kariyerek bêhempa bû. Di salên wê yên dawî de, eleqe ne tenê li ser zanîna wê, lê di heman demê de li ser kesayetiya wê jî bû. Ji bo gelek jinan, ew bû modelek ku delîl qet ne dereng e ku meriv dest pê bike û rastiya mirov dikare di temenê xwe yê pîr de jî bi rûmet û şeref bijî. Wê bi xwe giraniya temenê bêtir li ser qelsiyên wê tekez kir û heta dawiyê ew karîbû bêhêvîtiyê dûr bixe bi çavdêriya kêmbûna xwe û ya derdora xwe bi çavên matmayî yên etnografek. Her çend ew ji aliyê gelek kesan ve di tevgera jinan de hatibe heyran kirin û lêgerîn lê hatibe kirin jî, ew qet nebû beşek ji wê. Wê azadiya jinan berî, ku ew bibe modern pratîk kir, lê tiştek ji wê dûrtir nebû ji bilî siyasîkirina taybet. Meraqa ku wê bi wêrekî di xebata xwe ya zeviyê de bi kar anîbû, ji hêla yên din ve li ser jiyana wê nehatibû sepandin. “Her tişt di jiyanê de bêserûber e, û ew bi tiştê ku hûn ji bê ser û beriyê çêdikin ve girêdayî ye” wê pir caran digot. Wê bi xwe kêm caran karîbû bê serû beriyê veguherîne dijwarîyên geş ji bo xwe û yên din.
Wê gelek fon û alîkarî wergirtiye, di nav de Alîkariya Rêwîtiyê ya Tagea Brandt di sala 1961an de. Di sala 1957an de, jineke Danîmarkî li xaniyekî ji heriyê ji çamûrê li Kurdistanê rûniştiye. Li derve, mêrên bi serşok û kêran di kemberên xwe de digerin. Li hundir de, ew bi xwe bi mehan li kêleka jinê gundî de dijî-di cîhanekê de ku hema hema tu kesî ewropî berî wê destûr nehat dayîn ku bibîne.
Piştî demeke kurt ew çûye Kurdistanê. Li vir ew çend mehan li gel malbateke herêmî jiyaye û jinên gund di jiyana wan ya rojane de – kar, jiyana malbatî û ramanên wan yên li ser cîhanê- dişopandiye.
Bi meraq, sebir û wêrekî, wê baweriya jinên Kurd qezenc kiriye û jiyana jinan belge kiriye ku ji bo xerîban veşartî bûye. Wê her wiha ramaneke belavbûyî li Rojava ji holê rakiriye: ku pêç girtîgeheke bû. Berevajî vê, ji bo jinan bi xwe, ew dikaribû bibe parastinek û beşek ji rêziknameya wan a civakî.
Paşê, karê wê ew bir Behrêynê. Li vir, mayîna wê bi awayekî dramatîk dest pê kiriye. Zilamên gund ji bo civînekê kom bûne û daxwaz kirine ku jina tenê ya Ewropî were şandin. Di şûna wê de, ew di xaniyekî kevirî ya piçûk bê pencere de hatiye bicihkirin. Di çend mehên pêşîn de, ew hema hema bi tenêtî jiyaye. Jinan dûriya xwe digirtine û zarok dema ku ew pê re hevdîtin dikirine, ditirsiyane. Lê Henny dev jê berneda. Hêdî hêdî, jinan dest bi serdanê wê kirin. Di destpêkê de bi baldarî. Paşê, pir caran. Wê jiyana wan a rojane naskir û civatek belge kir ku berê hindik kesên derve gihîştinê hebûn.
Encamê de di pirtûka xwe ya “Keçên Xwedê” de, etnograf û arkeologê Danîmarkî Henney Harald Hasten akademîsyeneke pir çavdêr e. Her çend mijara Kurdistanê piştî salên 1960an li Rojava pir dihat nîqaşkirin jî, jiyan, raman û pozîsyonên civakî yên jinan di civakên Misilman yên girtî de ji bo kesên Rojavayî mijara meraqê bû. Rewşenbîrên Rojavayî ji sedsala 18an vir ve bi rojhilatnasiyê re eleqedar bûn, ji ber vê yekê ev cure mijare pir balkêş bûn. Henny H. Hasten ku ji hêla vê ramanê ve hate ajotin, ne tenê bo Kurdan lêkolîn û çavdêrî kir, lê di heman demê de heya ziman û zanîn destûr dida jî çû; mînakî, wê jinên Behreynî wesifandin, nivîs û notên xwe di pirtûkekê de berhev kirine, û jina Ereb ya sirrî bi Danîmarka û cîhana Rojavayî da nasîn. Wê li Behreynê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû maye ji ber ku dîtina jinên ku bi azadî bi wan re biaxivin û bikaribin bi azadî biaxivin ne pir gengaz bû. Lêbelê, di encama hewldanên mezin de, wê belgeyên pir hêja ji muzexaneyê re bexş kir.
Dema jinên Kurd vedibêje, ew behs dike ku wê karîbû bigihîje jinên Kurd û bi wan re biaxive, tevî dijwariyan, li gorî jinên din ên misilman. Lêbelê, ew behs dike, jinên Kurd pir bi xwe bawer in û ew sedema îronîk a navê pirtûkê “Keçên Xwedê” dide. Di beşek ji pirtûkê de, ew dibêje jinên Kurd serî nixumandî ne, lê ew xwedî ramanek vekirî ne. Ew bi matmayî vedibêje ka çawa wê texmîn dikir, ku bi cilên rojavayî bala wan bikişîne, lê wan pozê xwe bi cilên xwe ye bi şêwaza Kurdî bilind dikirin û got: ”tiştê ku min ecêb dît ev bû ku tu jinên Kurd yên ku min pê re hevdîtin kirin çavnebariya min nedikirin. Berevajî vê, ew ji bo min pir xemgîn bûn, difikirîn ez di cilên xwe ên asayî ên ewropî de xemgîn û belengaz xuya dikim”. Kurd bi xwe bawer in, loma ji bo vê pirtûkê navê “Keçên Xwedê” bikaranîye. Wê cilên resen yên jinên Kurd bi baldarî lêkolîn kiriye û dû re model birin muzexaneya.
Nîşe: Ji ber populerbûna pirtûkê, Weşanên Avesta di sala 1998an de ew ji Îngilîzî wergerand Tirkî û li Stenbolê weşand.
Lahey, 24.11.2026




