
İkram Oguz
Sal 1976…
Ez hê xortekî 14…
Birayê min ê mezin, Sirac jî 18 salî bû.
Di navbera me da her çiqas 4 sal heba jî, em ji du birayan zêdetir, du heval bûn.
Me bi hev ra dest bi karê şoreşgerîyê kir…
Em bi kêf û kelecaneke bê pîvan tevdigerîyan…
Qasî ku ji me dihat, em ji bo Kurdistaneke azad dixebitîn.
Bavê min jî wê demê kêm zêde di salên min ên îro da, bû.
Ew mirovekî oldar, mamosteyê min ê herî ewil bû.
Qasî zanebûna xwe ji dîroka kurd…
Ji serhildan û tekçûyînên kurdan jî hayîdar bû.
Sedem wê yekê rê li ber kar û xebata me ya sîyasî negirt…
Li dijberî nêrîn û nîyeta me derneket…
Heta guh nedida nav û nûçikên ku ji alî lêzim û nas û dostan va li me dihatin kirin.
Li dijberî wan me diparast û rêya ku em ketibûnê rast û durust jî didît.
Lê gor zanîn û tecrûbeyên xwe carinan temîyên xwe li me dikir û wiha digot:
We ji xwe ra rêyek dîtîye û gor dilê xwe di wê rê da dimeşin.
Sedem wê yekê, der û cînar, nas û dost, nav û nûçikên xirab jî li we dikin, ku hûn jî wan bi guhê dibihîzin.
Ez ji rastî û durustîya we bawer im û loma ti car guh nadim gotegotên wan…
Jiber ku ez dizanim, nîyeta we nîyeteke baş…
Daw û doza we jî daw û dozeke pîroz e.
Lêbelê ji bo serkeftinê jî ev bi tena serê xwe ne bes in.
Neyarên ku hûn li dijberî wan derdikevin, dewlet…
Dewlet jî xwedî çek û sîlah, xwedî hêz û quwet in.
Ji bo serkeftina li dijberî wan jî, hêz û quweteke mezin pêwîst e…
Dema ku me rê li ber gotinên wî digirt û jê ra digot:
Em qasî neyarê xwe bi hêz û quwet nebin jî, xwedî bîr û bawerîyeke xurt…
Di tekoşîna xwe da jî mafdar in…
Bi gotinên me yên dûr û dirêj ra bavê min di ber xwe da dikenîya û digot:
Hûn dewletê têk bibin û bi ser bikevin jî nikarin xwe bixwe îdare bikin.
Jiber ku kurd ji hev hez nakin û bi hev ra nabin yek.
Wek gotina bav û kalan, Kurd qasî ku ji xelkê ra xêrxwaz, ji hev ra jî xêrnexwaz in…
Loma roja ku we dewlet têk bir, hûn ê jî li xwe vegerin û şerê hev bikin.
Me li temîyên wî guhdarî nekir û di rêya xwe ya rast da meşîyan.
Dem hat, em bi hev ra hatin girtin û rojên bavê me li ber derê heps û zîndanan derbas bû.
Dîsa jî rojek rûyê xwe li me tirş nekir û gilî û gazinên xwe nekir.
Rexneya wî ya herî giran ew bû, ku carinan digot, „Xwezila we gotina min bikira…”
Bi derbasbûna demê ra roj hat, li Bakur û li Başûr, li Rojhilat û li Rojava komkujîyên nû qewimîn.
Destkeftîyên dîrokî bi dest ketin.
Pirsgirêka Kurd di rojeva dewletên mezin da jî cîh girt.
Bi alîkarîya wan li Başûr Herêmeke Federal hat îlankirin.
Li çarnikalên Kurdistanê qibleya kurdan guherî û hemûyan berê xwe dan başûr.
Bi yekitî û serkeftîya kurdên başûr ra, temîyên kesên wek bavê min jî pûç dibûn.
Jiber ku PDK û YNKê dest ji şerê navxweyî berdabûn û hatibûn ba hev.
Bi alîkarîya dost û dewletên mezin, di şerê li dijberî Saddamê xwînxwar da bi ser ketibûn.
Mil dabûn hev û parlamentoyeke hevpar û hukumeteke hevpar ava kiribûn.
Lê belê ev hevparîya wan jî zêde nekudand…
Di demeke kin da berê xwe dan hev û careke din dîsa dest bi şerê birakujîyê kirin.
Bi navbeynkarîya welatên Europayî ra li hev hatin…
Bi hilweşandina Iraqê û rejîma Baasê ra axa pîroz wek fifty fifty di navbera xwe da parva kirin.
Sedem vê yekê di nav 35 salên dirêj da, li destkeftîyên xwe yên dîrokî xwedî derneketin, heta roj bi roj ji hev dûr ketin.
Li ser kaxizê hukumeteke hevpar avakirin, lêbelê di heremên xwe da gor dilê xwe û bi tena serê xwe tevgerîyan…
Bi zora Amerîkayê piştî 35 salan biryara yekkirina peşmergeyên xwe dan, lêbelê ew jî li ser kaxizê ma…
Di ser hilbijartina parlamentoyê ya dawîyê ra du sal zêde derbasbûn, hê hukumeteke hevpar ava nekirin.
Hê nebûn xwedî dewlet, lêbelê wek du dewletên serbixwe di navbera herêmên xwe da xeta sînor kişandin…
Kurdên Bakur piştî şerê çekdarî ya 42 salan dev ji hemû daxwazên xwe berdan û îro bi restorasyona Komara Kemalîst ra mijûl in…
Hevalbendên wan ên Rojavayî, piştî hilweşandina Rejima Baasê, dest ji xwe(lîli)serîya xwe berdan û general û rêvebirên wan îro bi şêwirmendîya ji bo Islamîstên tundrev ra rojên xwe derbas dikin.
Rojhilatî di kozikê da û li şerê Îsraîl û Îranê çavdêrîyê dikin…
Hinek bakurîyên fismirî jî ji belengazîya xwe ra nagirîn, lê bi fisên xwe agirê ku di navbera başûrîyan da derketiye gur dikin.
Hinek dibêjin, PDK rast û durust, YNK xil û xar…
Hinek jî dibêjin, YNK rast û durust, PDK xil û xar e.
Hezarcar mixabin, PDK û YNK, bi navên xwe yên din Malbata Barzanî û Malbata Talabanî wek hev in.
Ne yek rast û durust…
Ne yê din xil û xar e…
Herdu alî jî qasî ku di gotinên xwe da netewerper, ewqas jî di kirin û kiryarên xwe da ji hest û helwesta neteweyîyê dûr in…
Di her xalî da gor berjewendîyên xwe yên malbatî tevdigerin…
Pirsgirêka ku di navbera wan da cîh digre jî, tenê du kursî ne, ku nîyet xirab nebe, parvakirina wan jî ne zor û zehmet e.
Ger ku kursîyê serokatîyê para Baraznîyek…
Kursîyê serokwezîrtîyê jî para Talabanîyek be, pirsgirêk jî di nav rojekî da çareser dibe.
Lêbelê nîyet xirab be, di nêrîtê da jî gotin; „Bila herdu kursî jî para min be, Kurdistan piçûk ya jî careke din parçe bibe jî xem na ke…“ dibe!
Loma ez jî îro piştî 50 salan, di salên bavê xwe yên 50 sal berê da û wek wî difikirim…
Kurd bi tena serê xwe bi ser nakevin…
Bi ser bikevin jî, vedigerin bi hev dikevin…
14.11.2026




