
Siraç Oguz
Îro li Tirkîyeyê pirsgirêka kurd, di navbera PKK û hikûmet an jî dewletê da wek tevlêhatin (entegrasyon) dewam dike. Pêvajoya bi navê Tirkîyeke bê terör, an jî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi yek alî didome. Ev pêvajo bi kîjan navê dibe bila bibe, çiqas zû çareser bibe ewqas jî baş dibe.
Helbet ev pêvajo gor dilê herkesî nine û nabe jî. Heta hinek partî pêvajo ji bo ku bi yek alî dimeşe reqne dikin û dijî derdikevin.
Lê pirsgirêk ewe ku şerê çekdarîyê ji çil salî zêdetir dewam kir. Lê ew şerê ku PKKê kir tu deskeftîyek ji bo miletê kurd bi dest nexist. Ji sedema şerê çekdarîyê mala kurda xirab bû. Bi hezaran gund wêran bûn. Bi sedhezaran kurd koçberî bajar û metropolên Tirkîyê bûn. Bi milyona kurd derketin derveyî welat.
Ji sed hezarî zêdetir keç û xortên kurd hatin kuştin. Xwezila ev şer di serîda qet neba. Mixabin ew jî bû, navê wê malxirabîyê jî kirin tevgera azadî. Helbûkî ne tevgera azadî bû ne jî ji bo dewletbûna miletê kurd bû. Ew tevger, li çar perçeyên Kurdistanê bû malxirabîya herî mezin. Bi wî şerê malxirabîyê, dewlet û PKK bi ser jî ketin.
Wek bi gotinê rêvebirên PKKê yên fermî, pênce hezar şervanê wan hatine kuştin. Ya rastî wê malxirabîyê koka kurdan qeland. Ew jî baş dizanin ku kuştî ne pênce hezar in.
Bi gor hinek dîtin û agahîyan, di nav pênce salan da heta roja îro kêmasî tevî sivîlan dused hezar kurd hatine kuştin. Ku, li gorî min jî ev reqem rast e.
Wan li ser girtin û kuştin û xwîna keç û xortên kurdan him di warê sîyasî him jî alî aborî da bandorek mezin bi dest xistin. Ji ber kû, ew her dem tînin ziman û dibêjin em rêxistina xwedî deh hezar şehîd û girtîyanin. Dibêjin; „me bedelên pir giran dan, em çi bikin ew jî mafê meye.“ Ew xwe tene bepirsayar û nûnerê kurdan dibinin. Ya rastî wan çi xwest wer jî kirin.
Anha kmalbatê girtî û şehîdan bi herdem û bi her awayî piştgirîyê didin pêvajôyê. Li dîasporayê jî kurdên ji gund û warê xwe qetîyan û hatin Ewropayê jî dibêjin „bi saya partîyê da em bûn xwedî maf.“
Ewên di metropol û bajarên Tirkîyê da jî kesên bûn xwedî sermaye û xwedî berjewendîyên şexsî jî alîkarin. Kurdên sade jî ji ber nijadperestîya tirkan bê nebê di bin bandora Dem Parti û rêxistinêda ne.
Hinek partîyên marjinal jî ji bo xwe jî ji bo pirsgirêk û çareserîya miletê kurd jî nikarin tiştek bikin.
Wek gotinek kurdî heye dibêjin” bila ya min be hindik û rindik be”. Partîyên marjînal ji xwe bixwazin jî quweta wan têra çareserîyê nake. Ew hemû bibin yek jî, mîna cureyekî teyrên keçel ji çend kesan pêk tên û tekilîya wan û milet jî di tu warekî da tûne û ji hev bêhayîdarin..
Ya rastî rewşa îro li ber çavane û wer rava dide ku, xêncî vê pêvajoya yekalî tu alternatîfekî din jî nema ye. Hebe jî dîsa dibe sebeba dewama malxirabîyê.
Ji ber ku partî û sîyasîyên herçar parçeyan jî piştgirê vê pêvajoyênin.
Dawîya dawî, çil sal e şerê bê wate û sîyaseta şaş mala kurdan xirab kir. Ji ber van sedeman pêvajo bi yekalî be jî, çareser bibe jî, ji van dayînên bedelên giran û bêwate baştir e.
Çi dibe bila bibe ji vir şûnda keç û xortên kurdan neyên kuştin. Bila ji ber nasname û daxwazên sîyasî kurd nekevin zindanan. Miletê kurd, belkî ji bin bandora sîyaseta pêncî salîya îlegal û şaş xilas be.
Ji vir pê va miletê kurd tenê bi kadroyên neteweperwer û bi cîwanên ji nifşê nû dikare hinek daxwazên xwe bîne cîh û mafên xwe yên neteweyî jî bi zanatî û bi sîyaseteke legal û meşru, bi dest jî bixe.
04.11.2026




