
İkram Oguz
Ya jî bi navê xwe yê din, „Wêjeya Berxwedanê“
Kekê min ê hêja û bi rûmet, nivîskar û lêkolînerê kurd ê bi nav û deng Mehmet Bayrak di destpêka her payîzê da ji min ra pirtûkeke xwe ya nû îmze dikir û dişand. Herçiqaş min wek romanek dest pê nekira û di nav çend rojan da nexwendaba jî, di nav pirtûkê da diketim rêwîtîyeke dîrokî û hêdî hêdî digerîyam. Piştî rêwîtîyeke dûr û dirêj nêrîn û çavdêrîyên xwe kin û kurt dinîvîsî û parva dikir.
Di destpêka vê payîzê da jî wî vê carê sê pirtûkên xwe yên ji hev giranbihatir û stûr ji min ra şand, ku ew pirtûk jî ev in:
- „Alevilik Kimliği Mücadelem – Tekoşîna min a ji bo Nasnameya Alewîtîyê“,
- „Halklar ve Kültürler Havzası: Rojava – Tejaneya Gelan û Çandan: Rojava“
- „Dağ ve Dam Edebiyatı – Wêjeya Çîya û Zîndanan“.
Her sê pirtûk jî, mîna hemû pirtûkên wî yên din, bi mezinahiya formata mezin û qalind hatine çapkirin û herwiha her yek ji yên din bi nirxtir…
Ji çil şalî zêdetir e, ku ez Mehmet Bayrak nasdikim û kar û xebatên wî yên bêhempa ji nêzîk va dişopînim. Ji destpêka weşana kovara „Özgür Gelecek – Pêşeroja Azad şunda jî ger xwendevan û guhdarvan, ger heval û hogirê wî, min li kar û xebata wî şahidîtî kir.
Ew bi rêzkarîyeke çawa dixebite, çawa digihîje çavkanîyan, ew belgenameyên ku bi dest dixîne çawa dinirxîne û bi kar tîne, ji nêzîk va dizanim.
Loma ez di nivîseke xwe da kar û xebatên Mehmet Bayrak dinirxînim û ji bo wî wiha dibêjim; „(…) Piştî hêjmara 8an dawî li weşana Kovara Özgür Gelecek – Pêşeroja Azad hat, lêbelê Weşanxaneya Pêşeroja Azad îro êdi wek dibistaneke zanyarî tê dîtin û naskirin. Mehmet Bayrak jî wek damezranêr, birêvebir û mamosteyê wê dibistanê kar û xebateke pîroz dike. Ew di berhemên xwe yên domdar û mayînde da qasî ku rûreşîya dagirkeran li ber çavan radixîne, ewqaş jî dîroka kurdan zelal, pêşeroja wan jî ronî dike…“
Ne tenê ez, kesên ku Mehmet Bayrak nasdikin, karê û xebatên wî dişopînin û ji wan hayîdar dibin, ew hemû jî bi vê bîr û bawerîyê berhemên wî dixwînin, dinirxînin û pesnê wî didin.
Di vê nivîsê da jî ez dixwazim bi rêya nirxandina pirtûkek wî dîsa qasî ku bikaribim hinek pesnê wî bidim û deyndarîya xwe bînim cîh.
Ji hêr sê pirtûkên ku wî ji min ra şandibû, ji wan herî zêde „Dam ve Dağ Edebiyatı – Wêje ya Çîya û Zîndanan“ bala min kişand. Loma min jî ji wê dest pê kir û di nav rûpelên wê da wenda bûm. Ger di heps û zîndanên tarî da rûniştim bêhna xwe da, ger derketim sere çol û çîyan û bi bayê beze ra revîyam.
Çima Çîya û Zîndan…
Jiber ku „Çîya“ û „Zîndan“ di her demên dîrokê da ji bo kurdan bûne cîh û meskenên mayînde. Dibe ku ji erdnîgarîya Kurdistanê be, Kurd bê çîya nikarin bijîn. Herwiha heps û zîndanên dagirkeran jî bê kurd vala namînin, ku ev yek jî qedera wan a ji bindestîyê ye.
Di destpêka her serhildanê da kurd derketine sere çîyan û çîya jî li wan starî kirîye.
Mixabin di têkçûnê da jî ji para kurdan ra hepş û zîndanên tarî ketîye û ji wan ra bûye gor. Sedem vê yekê ye ku çîya û zîndan di wêjeya kurdî ya devkî da xwedî cîhekî girîng in.
Gelê kurd herçiqas li ser axa xwe hê bindest û belengaz be jî, di dîroka tekoşîna ji bo maf û azadîya xwe da hergav bi ruknê mêr û mêrxasîyê tevgerîyaye. Di dema têkçûnê da jî serê xwe li ber neyarên xwe xwar nekirîye û bi serbilindî tevgerîyaye. Jibo vê yekê ye ku ev mêranî û mêrxasîya wan di kilam û stranên dengbêjan da, di çîrokê çîrokvanan da, di helbestê helbestvanan da hatîye xemilandin.
Di kilam û stran ya jî di çîrokên ku li ser mêranî û mêrxaşîya kurdan hatine vegotin da, kilam û stran ya jî çîrok û helbesta ku tê da gotina „fîrar û mahkûmê dewletê…“ derbas nebe nîne.
Jiber ku mêr û mêrxas ya jî bi gotina hevdem jin û mêrxasên kurd di her demê da ya di heps û zîndanan da mahkûm, ya jî li serê çol û çîyan fîrar û qaçaxê dewletê ne…
Mehmet Bayrak vê mijarê di pirtûka xwe ya „Eşkıyalık ve Eşkıya Türklüleri – Eşqiyatî û Kilamên Eşqiyayan“ da bi mînak û bûyerên balkêş dinirxîne. Cîh dide kilam û stran ya jî giryanokên ku ji bo wan hatine vegotin mijarê bi hûrgulî li ber çavan radixîne..
Ji wan du mînak wiha ne:
Çarînek ji strana „Gulabi Axa yê Kurêgulê yê Dersimî – Dersimli Güloglu Gülabi Axa“
Hespê min ê boz bikişînin baxê, Kır atımı çekin bağa
Lê siwar bim, ez jî herim çiyê. Binem gidem ben de dağa
Li Dêrsimê begek mirîye, Dersim’de bir bey ölmüş
Gulabi Axa yê Kurêgulê. Güloğlu Gülabi Ağa
Çarînek jî ji helbesta „Ev xanên Çavdirê – Şu Çavdır’ın hanları“
Ev xanên Çavdırê, Şu Çavdar’ın hanları
Camên wan diteyîsin, Şavkarıyor camları
Ji bo me hatine çêkirin, Bizim için yapılmış
Serbanên zindanan. Mahpushane damları
Bi derbasbûna dem û demsalan ra jî ev herdu cîh û meskenê kurdan neguhurîn, herwiha nefîkirineke bi girseyî jî li wan hat zêdekirin.
Lê mirov dikare bi hêsanî bibêje, îro heps û zîndanên tarî jî, çol û çîyayên bilind û sar jî êdî bûne warê kilam û çîrokan jî. Jiber ku Kurd êdî li herderê kilam û stranên azadîyê distirên û çîrokên xwe jî bi destê xwe dinivîsînin.
Çawa ku Edo Dêran di helbesta xwe ya bi navê „rev“ da:
„Em du bira bûn,
Ketibûn pey belengazîya xwe,
Derketibûn serê çiya.
Çiya ne bêbext bûn
Mîna cendirma…“ dibêje û çîyayên Kurdistanê wek stargeh tarîf dike,
Ahmet Arif jî ji bo heps û zîndanên tarî wiha dibêje:
„Haya te jê heye dîwarê kevir? Haberin var mı taş duvar?
Deriyê hesin, pencerêya kor, Demir kapı, kör pencere,
Balîfa min, renzaya min, zincîra min, Yaştığım, ranzam, zincirim,
Ji bo wê heta mirinê çûm û hatim, Uğruna ölümlere gidip geldiğim,
Wêneya xemgîn a di veşartîgeha min da, Zulamdaki mahzun resim,
Haya te jê heye? Haberin var mı?
Dîdarê min, pîvazên ter şandine, Görüşmecim, yeşil soğan göndermiş,
Bêhna mêxekê tê ji cixara min Karanfil kokuyor cıgaram
Bihar hatîye li çiyayên welatê min… Dağlarına bahar gelmiş memleketimin…
Ji berhemên ku li serê çîyan û di heps û zîndanan da ya jî yên di derbarê herdu wargehên kurdan da hatine afirandin, kuliyateke mezin derketîye hole.
Mehmet Bayrak jî di vê pirtûkê da, di derbarê wêjeya çîya û zîndanan, bi navê xwe yê din wêjaya berxwedanê da lêkolîneke berfireh kirîye. Herwiha bi nivîs û nirxandinên xwe, afirandinên ku di vî warî da hatine kirin, yekoyek berhev kirîye û li ber çavan radixîne.
Wêjeya Çîya û Zîndanan – Dağ ve Dam edenbîyati, di sala 2025an da li Enqereyê hatîye çapkirin, pirtûk ji 608 rûpelan û ji 9 beşan pêk tê.
Wek mînak, di beşa duyem da, ji şervana kurd Fatareş heta Zerîfe Xanim û gerîlayên jin, tekoşîna jinên kurd û nivîsên di derbarê wan da hatine nivîsîn cîh digrin.
Di beşa çaremîn da nivîsên Mehmet Bayrak ên kevn ên li ser portreyên ku bi edebiyata zîndanan ra tên nasîn cîh digrin, ku ew kes jî Sebahattin Ali, Sevgi Soysal, Yilmaz Güney, Eşber Yağmürdereli, İsmail Beşikçi, Bejan Matur, Evrim Alataş û Metin Altiok in…
Di beşa dawîyê da jî berhemên ku li ser wêjeya çîya û zîndanê hatine nivîsandin, ku hêjmara wan jî kêm zêde nêzikî hezarî ye, cîh digrin.
Min ji serî heta dawîyê ev beş xwend û tevahîya wan berheman yekoyek jimart.
Navê pirtûkan…
Ji alî kî û kê va hatine nivîsandin…
Li ku û ji alî kîjan weşanxaneyê va hatine çapkirin xwend û gor zimanê ku pê hatine afirandin ji jimart.
Qasî ku ez nasdikim nivîskarên hemû pirtûkan nebin jî, kêmasî ji wan %95 kurd in.
Herwiha mijara hemû pirtûkan jî pirs û çareserkirina pirsgirekên Kurd û Kurdistanê ne.
Lêbelê piranîya wan bi tirkî hatine nivîsandin, ku rêjeya wan kêm zêde ji % 75, yên bi kurdî hatine nivîsandin jî ji %25 in.
Bêguman ev wêjeya ku Mehmet Bayrak di vê pirtûkê da wek “Wêjeya Çîya û Zîndanan“ ya jî bi navê xwe yê din Wêjeya Berxwedanê bi nav dike, bi tena serê xwe kulîyateke mezin û dewlemend e û di her warî da jî hêjayî pesinandinê ye.
Lêbelê qasî dewlemendîya xwe di nav xwe da pirsgirekek me ya bingehîn dihebîne, ku ew pirsgirek jî birîna me ya herî kur ziman bi xwe ye.
Weke neynikeke dualî du tiştan bi zelalî nîşanî me dide.
Alîyek asta encama pişaftinê (asîmîlasyonê) nîşan dide, ku di wê encamê serkeftina sîyaseta dewletê û têkçûyîna kurdan cîh digre.
Alîyê din jî dîsa di warê bikaranîna zimanê zikmakî da hest û helwesta jin û mêrxasên kurd nîşan dide, ku ev yek jî pirsgireke navxweyî û hê li benda bersiva xwe ye.
Wek gotina dawîyê dixwazim bibêjim, ez xwe bextewar û serbilind dihesibînim ku Mehmet Bayrak ji nêzîk va nasdikim û kar û xebatên wî yên pîroz dişopînim û dixwînim…
Hûn jî kar û xebatên wî bi şopînin û ji nêzîk va nasbikin…
01.11.2026




