
Bedirxan Epözdemir
Texmîn dikim, çîrokê gelek kes dizanin.
Li gundekî, bi navê Mendo zilamek hebûye.
Mendo, bi jina xwe ya pir girêdayî bû ye. Di rabûn û rûniştina xwe da, di hizir û gav avêtinên xwe da tim û tim pîvana wî jina wî bûye.
Gund xîrab dibe, dinya ser û bin dibe, di umura Mendo da nîne. Gelek doz û pirs têne holê, lê misqal zere bala Mendo nakişîne. Bi kurtasî avabûn û ruxandîna cîhanê li cem Mendo; bi rewşa jina wî va girêdayî ye.
Gundîyên Mendo bi rojan gûhdarê Mendo ne. Rewşa Mendo pir bala wan dikşîne. Gelek hewil didin, ku Mendo ji vê rewşê xilasbikin û lê bikşînine nav civata xwe.
Ez, serê we zêde ne êşînim.
Gundîyên Mendo bi ser nakevin.
Di dawîyê da hêvîya xwe ji Mendo dibirin. Lê metelokek li ser Mendo derdixin ku heye îro jî didome.
Dibêjin; “Dinê bi dinê ve, Mendo bi jinê ve”.
Mala gundîyên Mendo avabe ku vê gotina xweş û bedew ji edebîyata me ya devikî ra dane kezenç kirin.
Jiber ku êdî di saya vê gotina xweşik da hewcedarîya westabûnê nema ye. Li himberî gelek merheze û dîtinên kironîk bersiv gelek hêsa ye;
“Dinê bi dinê ve, Mendo bi jinê ve”.
* * * *
Temaşa berpirsîyar û reyedarén me bikin.
Bi salane ku eynî gotinan dubare dikin, eynî meqam lêdixin û li ber eynî meqam dileyîzin.
Lê di waré pirsegirikén sîyasî û yekîtîya netewîda yek bost bi pêşva naçin û ji ya xwe jî nayêne jêr.
Cîhan diguhure , ew bêparin ji guhartin û pêşveçûnê. Mejîyekê hişk û inyadekê bêwate.
Pirsên xîmî yên welat û gel li holê dimînin.
Welat di nav agir da diqijqijê, nirxên netewî di bin pîyandane, gel di bin nîrê xîzanî û nezenîyê da dinalê. Lê di umura wan da nîne.
Hêja jî bi dîtinê kevnar û xeyalî dijîn. Bi şiarén kewnar girseyan ditewzînin. Dagirkeran kirasê red û înkarê li wan kirîye, hêj jî bi xwe nahizin.
Azadîya civaté di umura wanda nine. Nirxên netewi û xesasiyêtên welat di deftera wan de hatîye paqijkirin. Hebe-tinebe azadîya kes û kesayeta ji bo wan giringe.
Girse, hatine tevzandin. Azadîya rasteqîn dil e, qêrîn û zikrên mirdan erd û asmana dihejînin.
Ji guhartinén Cîhané bénesibin. Tené dîtina wan rast e.
Gelo qe qêrin, gêjin, şaşin yan korin?
Bi ya min na.
Ew bi xwe jî ji xwe bawer nakin. Dizanin rîya ku ewan girtîye, rîyeke sererast nîne, ji bo duweroja welat.
Lê heya ku bikarin herin kar e ji wan ra. Sedem vî jî bezirganî ya aşitî, hevdemî û demoqrasîyê dikin.
Hawar û qîre-qîra dinyayê jî wan zêde eleqedar nake.
Sedem ku, “Dinê bi dine ve, Mendo bi jinê ve” ye.
Lê şik tûneye, wê rojek fêl û finazên jina Mendo mala wî xira bike.
Rika me jî jê bê, em ne ecbînîn jî, em çiqas jî kirasê nûjenîyê li xwe bikin; dîsa jî bi gelemperî me hêja jî nîr û qeydên kevnar neşikandîye.
Ne hevceye ku em hêrs bibin. Bi hêsayî gava em rewşa xwe bîveznînin, wê rastîya me bê holê.
Lê bi ya min gelek mesele û metelokên gundîtî yê hene, ku îro jî em dikarin ji wan sûd hildin. Sedem vî gerek em zêde jî ji gundîtî ya xwe aciz nebin.
Ya giring ev e ku em bikarbin; ji wana yên baş biparêzin, yên ku bêne temîrê temîr bikin, yên xirap jî terk bikin. Ku me vî pêkanî, destxistina pêşveçûn û nûjenîyê hêsa dibe.
Sedem vî serê we bi êşî jî divem, gotina xwe ya dawî bi meseleyeke dîn yê gundîtî va gîrêbidim.
Kurê Qaso, gundîyeke sêwî bû. Li derî û xopana mezin bibû. Kî ji şûna xwe radibû li nava çevên wî dixist. Kîn û hêrsa wî çiqas diçe zéde dibû.
Rojek meseleyekê Kuré Qaso yê pir gîrîng diqewimé. Wusan giring bûye ku mesele bûye ya hemû gundîyan.
@Gundî, di dawîyê da mecbur man ku lî ser vê pirsê bi axifin. Her şev li mala mezinê gund dicivin. Bi roj heya dereng dixebityan. Dema dihatin malé pir westîyayî bûn.
Dema dihatina cem hev, herkes wé rojé kirinê xwe yên rojane kisedikir. Dawî li kisekirina nedihat.
Hinek ji wana diponijîyan, hinek di xew da diçûn.
Dibû nîvê şevê. Tam di wê wextê da yekî digot;
– Dê em bêne ser mesela Kurê Qaso.
– Gundîyan bi tevayî dîgot;
– Ka bila îşev jî bimînê.
Ev rewş, şevek, du şev, sê şev dom kir. Êdî gundî bêzar bûn.
Şevek dîsa rewş dubare bû.
Gundîyek got;
Véca em bêne ser mesela Kurê Qaso.
Gundîyên mayî bi hêrs û yek deng gotin;
– Nelet bê li Kurê Qaso û babê wî. Ma qe tu tişt nema ku em li ser wî qise bikin. Di dawîyê da mesela Kurê Qaso ma û nepişkifî.
Pirsegirikén me yén netewî mina giloka benikin.
Yan meseleyén me jî bûne mesela “Kurê Qaso” .
Her çiqas em gelek dereng mabin jî, pêwîste em hemû ji bo aşitî û dîyaloxa rasteqîn erkên xwe yên netewî bêwestan bînine cîh.
Serketina me bi vî wa girêdayî ye.
Di roja îro da yekîtî ya jî weka nan û av ji me ra pêwîste.
Ku me wan pêwîstîya bi zûtirîn dem nanî cîh, heqê me yê gilî û azina ji “Mendo” tine.
Bi hêvîya ku hêzên niştimanperwer neyêne leyzên Mendo û jina wî.