
İkram Oguz
Di sala 2012an da em bi malbatî çûbûn Antalyayê.
Kejal a me hê keçikeke piçûk bû.
Li herderê bi me ra bi kurdî diaxifî, bi kurdîyeke zelal û xweş.
Axaftina wê bala kesên li derdora me dikişand.
Kesên ku xaftina wê ya bi me ra fam nedikirin, bi zimaneke nazik dipirsîn û digotin; “Ev keçika we ya xweşik bi kîjan zimanî bi we ra diaxife? Em ji gotinên wê fahm nekin jî axaftina wê li me xweş tê…”
Me jî bi kêfxweşî bersiva wan dida û digot, “Em kurd in û bi hev ra bi kurdî diaxifin…”
Bi vê bersivê ra pirs û têkilîya hinek cînarên me yên nazik bi me ra diqedîya.
Mirûzê xwe dikirin û berê xwe ji me diguhartin…
Lê li otêl û xwaringehan da me ji axaftina xwe ya bi kurdî rûmeteke mezin didît…
Jiber ku hemû xebatkarên wan deran bi piranî xortên kurd bûn û bi saya axaftina me ya bi Kejê ra jî ji kurdbûna me hayîdar û kêfxweş dibûn.
Ji bo ku em jî kêfxweş bibin, ew li derdora me diçûn û dihatin û ji me ra xizmeteke baş dikirin.
Di ser wê demê ra 15 salên dirêj derbas bûn.
Lê helwesta me ya di derbarê bikaranîna kurdî da nehat guhartin.
Em îro jî di mala xwe da û li herderê jî bi hev ra bi kurdî diaxifin.
Çend roj berê ez û xanima xwe li Vîyanayê bûn…
Weke her bajarî, çend xwarinên Vîyanayê yên taybet jî hene, ku ji wan yek jî Wînerschnîtzel e. Mirov bi kurdî dikare bibêjê, bi şêwaza Viyanayê ew goştê nermkirî û nankirî yê sorîkirî ye.
Dema ku em çûn, Şevînê ji me ra gotibû, ku hûn beyî xwarina Wienerschnitzilê şûnda neyên.
Ji bo ku em daxwaza wê bînin cîh, rojek li navenda Vîyanayê ez ketim înternetê û ji min googlê pirsî, ku em li kûderê dikarin Schnîtzeleke xweş bixwin?
Li ser ekrana telefona min xweringeha ku di herî jor da derket navê wê Dom Schnitzel bû û nêzikî Dêra Dom a Viyanayê bû. Min navnîşan wê da navîgationê û em bi rê ketin. Em qasî 20 xulekan meşîyan û gihîştên ber derê xwaringehê.
Xwaringeh ji du beşan pêk dihat, hundur û derva…
Dem danê êvarê, li derva baraneke hurik dibarî û hewa jî sar bû.
Em ji bo cîheke ku garson nîşanî me bidin, sekinîbûn û bi hev ra bi kurdî diaxifîn…
Xebatkarekî xort nêzikî me bû û ji me ra got, “Xalo hûn sersera û serçavan hatine. Em çawa dikarin alîkarîya we bikin?“
Min got, „em dixwazin rûninê û xwarinê bixwin, lêbelê derva sar e, gelo li hûndur cîheke vala he ye?“
Xort kenîya û got, “hûn bidin pey min, ez dê ji bo we cîheke vala ji nû va ava bikim…“
Em ber bi cîhê girtî meşîyan, di rê da min ji xort pirsî, ku ew ji kûderê ye…
Xort bersiva xwe da û bi rûken got, ku ew û hemû xebatkarên xwaringehê kurd in û ji bajarê Qamişloyê ne.
Em derbasî alî hundur bûn, xort cîheke baş nîşanî me da û em rûniştin.
Ew çû, yekî din hat û wî jî bi kurdî xêrhatin li me kir.
Em qasî saetekî bi kêfxweşî rûniştin û me xwarina xwe xwar.
Di wê navbeynê da em têgihîştin, ku bi rastî jî hemû xebatkar kurd in û ji Qamişloyê ne.
Herwiha karên xwe baş dikin û hemû jî pirzimanî ne…
Bi me ra bi kurdîyeke zelal diaxifin, bi kesên din ra jî dîsa ya bi almanîyeyeke baş ya jî bi îngilîzîyeke herikbar diaxifîn û xizmet dikirin.
Bêguman herî zêde li dora me diçûn û dihatin…
Serê care yek dihat û ji me diprsî, ku gelo daxwazeke me he ye ya na.
Xwarin û vexwarina me qedîya…
Du fîncanê qehweyê anîn, danîn ber me û ji me ra gotin, ku bila ev du fîncan qahwe jî ji bo xatirê kurdîya we ya baş, ji kîsê me be…
Me qehweya xwe vexwar…
Em ji cîhê xwe rabûn û me xatir ji wan xwest…
Lêbelê xortê ku di çûyînê da dabû pêşîya me, ew hat, heta ber derê xwaringehê me derbas kir, rêya cîhê ku em diçin nîşanî me da û şûnda vegerîya…
Em bi kêfxweşî meşîyan û me berê xwe da otêlê…
Di rê da min ji xanima xwe ra got, ku kî dibêje xêra kurdî û kurdîtîyê nine…
15 sal berê li Antalya yê, îro jî li Vîyanayê…
Wek tê zanîn, kurdên ku ji zimanê xwe dûrketine û bûne zimanTirk, ji bo ku kêmasîya xwe pîne bikin, dibêjin, „kê xêr ji axaftin û bikaranîna bi kurdî dîtîye ku em jî bibînin…“
Ev gotin di pratîkê da çiqas rast be, ji bo helwesta gelên bindest ewqas jî nêrîneke şaş û xelet e.
Gelê kurd jî heta roja îro ji bikaranîna zimanê xwe yê zikmakî ji xêrê zêdetir, zilm û zordarî dît.
Min jî qasî xwe ji wê zilm zordarîyê para xwe girt.
Mixabin heta roja îro min ji bikaranîna zimanê xwe yê zikmakî pere qezenç nekir, lêbelê rûmeteke mezin dît û bi wê rûmetê jî hergav kêfxweş û serbilind bûm.
28.09.2026




