
Lokman Polat
Di van çend salên dawîn de li ser komkujiyên ku di herêma bakurê Kurdistanê ango di gêliyên Zîlanê de ji alî dewleta dagirker a kemalîst ya komara Tirkiyê pêk hatibû çend pirtûkên lêkolînî û romanên mijara wan li ser komkujiya gêliyê Zîlanê ye hatin weşandin.
Yek ji wan pirtûkên lêkolînî jî pirtûka birêz Zeynelabîdîn Zinar e. Pirtûk 157 rûpel e û di nav weşanên ”Pencînar” de li Stockhol/Swêdê hatiye weşandin. Berga pirtûkê wêneyeke komkujiyê kurdên ku ji alî leşkerên dewleta kemalîst ve hatine kuştin. Di berga dawî de jî agahdariyên derbarê komkujiyê de û gotina Mistefa Kemal Ataturk ku gotiye ”Eger hewcedarî hebe, ez ê bi xwe herim Agriyê û şerê kurdan bikim.”
Hêjayê gotinê ye ku ev pirtûk jimara pirtûkên Zeynelabîdîn Zinar ya 136an e. Wî wek hedef û armanç daye pêşiya xwe ku ew jimara pirtûkên xwe yên ku binivîse û biweşîne bike 176. Wî 176 rojan li zîndanê dewleta dagirker a komara Tirkiyê de şkence dîtiye û lewre jî wek armanc daye ber xwe ku 176 pirtûkên kurdî binivîse û biweşîne.
Naveroka pirtûkê dewlemend e. Wî lêkolîneke berfereh derbarê komkujiya Zîlanê de kiriye. Pirtûk ji 6 beşan pêk hatiye. Z. Zinar pêşgotinek hêja ji bo pirtûka lêkolînî nivîsiye. Pirtûk bi gotara wî ya ku sernavê wê ”Vîna Azadiyê” ye dest pê dike. Li jorê sernavê wêneya lehengê kurd û pêşewayê serîhildana Agriyê biroyê Heskê Têlî heye. Piştî gotarê vêca Wêneya General Îhsan Nurî Paşa û derbarê wî de kurteagahî hene.
Lêkolînvan Z. Zinar bi sernavê ”Sedemê Komkujiyê” rewşa wê demê û sedemên komkujiya Gêliyên Zîlanê rave dike. Ew dibêje : ”Gorbihişt Osman Sebrî, sedemê komkujiya Kurdên li herêma Zîlanê weha diyar kiriye:
Di sala 1929an da Şerê Şoreşa Neteweyê Kurd li çiyayê Agirîyê bi serokatiya Îhsan Nûrî Paşa hêdî hêdî ber bi xurtbûnê ve diçû. Şervanên Kurd li her aliyê welêt berê xwe didan şoreşê û li dora serdarê Şoreşê Îhsan Nûrî Paşa kom dibûn.. Serdariya leşkerên Turk yê Rojhlatê, du alayên leşker ên siwarî hinartine pêşiya Ferzendeyî…..Êrîşa Ferzende Begê, bi awakî birûskî dest pêkiriye. Şervanên Ferzendeyî bêtirs li pey wî ajotine û çûne ser alayiya Tirkan, tifing berra leşkeran dane û wan ji ser pişta hespan tera erdê kirine. Bîstikek şûnde, leşkerên Tirk dest bi revê kirine, gelek ji wan jî dîl kirine û gelek jî kuştine. Leşkerên Turk heta wê demê jî ew ecêb şer nedîtibûn û nedikaribûn xwe ji şervanên Kurd biparêzin….amirhêzên herdu alayiyan, raporek nebûkarî dane
sererkaniya dewletê û gotine: ”Hemû eşîrên Gelîyê Zîlanê alîkariya Ferzende kirine, ji lewra ye ku hewqas leşkerên me hatine kuştin.” Li ser vê raporê, hikumeta Tirk biryara kuştin û rûxandina 80 gundên Gelîyê Zîlanê daye…..Di civîna Lijneya Wezîran a ku bi serokatiya Mustafa Kemal (Atatürk), Serfermandarê Giştî Fevzî Çakmak û Mifetişê Yekemîn ê Giştî Îbrahîm Tali (Öngören) amade bûn, qerarnameya qanûnê ya 29ê Kanûna Pêşîn a 1929an bi hejmara 8692an hat derxistin. Li virê di meha Hezîranê de tevgereke leşkerî ji bo Şoreşa Agiriyê dane destpêkirin.” Rûpel /17-20.
Di dawiya berga pirtûkê de lêkolînvan Z. Zinar dibêje : ”Mistefa Kemal Ataturk demeke ku li koçka xwe ya li Yalovayê bû û gotiye: ”Eger hewcedarî hebe, ez ê bi xwe herim Agiriyê û şerê Kurdan bikim.” Wê demê ferman daye Hêza Hewayî ku 80 balafir ji bo Komkujiya Geliyê Zîlan û Çiyayê Agiriyê amade bibin…Li gorî gotina dîdevanên Komkujiya Kurdên li Herêma Geliyên Zîlanê, destpêka Komkujiyan, di sala 1925an de li mala Kor Huseyn Paşayê Heyderî dest pê kiriye. Huseyn Paşa bavê 16 kuran bûye. Leşkerên dewletê pir zêde bi ser Huseyn Paşayî ve çûne, 14 kur û gelek pismamên wî kuştine. Lê kurê wî Nadir Beg û Memê Beg ji kuştinê xilas bûne. Herdu bira çûne Çiyayê Agiriyê û têkelî bi Kurdan re danîne, haziriya şerekî li pêşber Komara Tirkiyê kirine…15eyê meha Temûzê bûye. Leşkerekî pir zêde çûye herêma Geliyê Zîlanê û gelek gundî kuştine, piştre jî malên wan şewitandine….”
Zilamekî tirk ku di wê demê de di artêşa hov a dewleta dakirker a Kemalîst de leşker bûye, gotiye : ”Leşkerekî didevanê Komkujiyê bi navê Mirze Efendî gotiye: ”Ez li Diyarbekirê leşker bûm, ew leşkerên ji Diyarbekirê hinartin Herêma Zîlanê, ez di nava wan de bûm…
Me li gundê Çaqirê lêgerîn kir, du gundî ku berê merivên wan tev hatibûne kuştin sax hatin dîtin. Yek kalekî 80 Sali bû, yek jî jineke bi zarû bû û pir nêz bû ku zarûka wê çêbibe. Me ew birin ba serleşkerê xwe. Serleşkerê me çend pehîn li wiyê kal xist, piştre got ”jixwe vaye mirar dibe” û wî berda. Bi fermana serleşkerî du leşker, her yekê bi milekî jinikê girt û jinik ji tirsan dilerizî. Serleşker bang li leşkeran kir, got:
”Kî ji we amade ye ku were zikê vê jinikê biçirîne, ka em binerin zarûka wê keç e yan kur e?”
Deng ji leşkeran derneket. Serleşkerî dîsa bang kir got:
”Kî were zikê vê jinikê biçirîne, ez ê 40 roj izn wek xelat
bidimê, bila here mala xwe.”
Leşkerek bi dilxwazî derket û bi singuyê tivinga xwe zikê jinikê qelaşt, jinik pêre pêre mir. Lê ew zarûka ku derket derva, hêj sax bû. Serleşker got:
”Ka binerin, ew zarûk keç e yan kur e?”
Leşkerê ku singû li zikê jinikê xistibû gotê:
”Qumandar, ev pîç kur e.”
Serleşkerî got:
”Min jî guman dikir ku ewê kur be.”
Li gor ku Z. Zinar di pirtûka komkujiya Gêliyê Zîlanê de agahdarî dide ne carek deh caran tevkujî pêk hatine. Artêşa dagirker a Kemalîst deh caran li hemberê kurdan li Gêliyê Zîlanê komkujî pêk aniye. Zeynelabîdîn Zinar dibêje : ”Çendî ku hatiye zanîn wek KOMKUJIYA GELIYÊ ZÎLANÊ, lê belê di lêkolîna min a çend salan de derket holê ku gelek komkujî li pir cihên cuda yên herêma Geliyên Zîlanê çêbûne. Lê komkujiyên herî balkêş û bi girseyî, li van deh cihên li jêrê çêbûne:
1) KO MKUJIYA YEKEMÎN: Li Ada (girav) Xeybê!
2) KOMKUJIYA DUYEMÎN: Li Geliyê Xaniyan!
3) KOMKUJIYA SÊYEMÎN: Li Newala Fedê!
4- KOMKUJIYA ÇAREMÎN: Li Newala Beboyê!
5) KOMKUJIYA PÊNCEMÎN: Li Newala Kuştiyan!
6) KOMKUJIYA ŞEŞEMÎN: Li Geliyê Eşîran!
7) Petrax
8) Hesenevdal
9) Herêma Mulkê
10) Çaqir Beg
Herweha bi dehan komkujî li gelek gundan jî çêbûne, lê kes pê nehisiyaye, bi gelek salên dirêj piştre pê hisiyane. Komkujiyên ku hatine zanîn jî, ji ber ku ew gund poş bûne û nişteciyên wan li gelek cihan helavbûyî bûne, komkujiya wan zû hatiye bihîztin. Lê hin gundên piçûk xasma yên li bilindciyan ku hebûne, kesekî tenê jî ji wan sax nemaye.”
Ev pirtûka lêkolînî ya Zeynelabîdîn Zinar lêkolîneke gelek baş e, bi nirx e. Di vê lêkolînê de komkujiya Gêliyê Zîlanê bi berferehî hatiye qalkirin û wahşeta ku artêşa hov/barbar a dewlet kemalîst hatiye lêkolînkirin. Divê kurd dîroka xwe baş bizanibin û komkujiyên ku li hemberê netewa kurd ji alî dewlea dagirker ve pêk hatine tu car ji bîr nekin. Divê xwendevanên kurd pirtûkên lêkolînî û romanên ku derbarê komkujiyên kurdan de hatine nivîsîn bixwînin.