Rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dixwaze, ku ew ji bo pêvajoya çareseriyê roleke bibandor bilîze.
Malpera Monitorê ya Amerîkayê di raporeke xwe da da zanîn, ku Rêberê girtî yê PKKyê Abdullah Ocalan rasterast daxwaza alîkariyê ji Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kiriye.
Monitorê diyar kir, ku hefteya borî nameyeke Ocalan gihîştiye ber destê Nêçîrvan Barzanî. Di nameyê da Ocalan gotîye ku encama gotûbêjên niha yên ji bo bidawîanîna şer, dê bandorê li ser Îraq û Herêma Kurdistanê bike.
Di nameyê da Ocalan wiha gotîye; „Armanca min a di vê pêvajoyê da ew e ku em bigihêjin çareseriyeke mayînde ku ew li ser bingeha prensîbên demokratîk be.
Gelekî girîng e ku hûn jî serkirdayetiya vê pêvajoyê hilgirin ser milê xwe.“
Ev daxwaza Ocalan di demekê da ye ku nediyariyek li ser paşeroja gotûbêjan û pêvajoyê bi giştî heye.
Wek tê zanîn Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêncşema borî çûbû serdana Enqereyê û li gel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ra civiyabû.
Berpirsekî payebilind ê Herêma Kurdistanê di derbarê naveroka civîna Recep Tayyîp Erdogan û Nêçîrvan Barzanî da ji Monitorê ra wiha gotiye:
„Di wê civîna ku saetekê berdewam kir da, Nêçîrvan Barzanî ji Serokkomarê Tirkiyeyê xwestîye ku ew ji bo bilezkirina hebûna çarçoveyeke yasayî bandora xwe bi kar bîne, ew yasa rê bide ku gerîla ji çiyayên Başûrê Kurdistanê dakevin.“