
Bedirxan Epözdemir
Di dîroka gelan da gelek bûyer, rojên taybetî, destan û serhildan hene ku bi naverokên xwe yên netewî gel li dor xwe civandine. Refên gel di saya wan da bi salan hatîye şitandin. Tu hêzek nikarîye vê şitandinê bide sistkirin. Gel jî li wana bê qeyd û şert xwedî derketî ye. Wana weka ronahîya çavên xwe parastîye.
Weka nûmune ku em bêjin; Îngîlîz, li Şekspîr, Romeo û Julîyet bi serbilindî xwedî derketine û îro jî rûmeteke giranbûha didine wan. Jan Dark, ruh û hisên netewî yên Fransizan zexim kirîye û wan li ser pîyan hiştî ye. Îro jî meriv dikare bi hesûdî temaşa Fînîyan bike, çawa ku li dor destana xwe ya netewî „Kalavelayê“ dicivin.
Lê em, em Kurd?
Rojên me yên pîroz, destana me ya qedirbilind Mem û Zîn, heyîna me Şerefname ya giranbûha û Newroza rengin?
Gelo ji sedan çendê me qedir û rûmeta wana dizanê ? Me wana rewa kirîye, di kûrayî ya dilê xwe da neqis kirîye?
Yan tenê gotin û sloganin li ser lêvan? Pêwîst e em bê xeyd wan bersivan baş bidin.
Li xweşî hinek cûwamêran neyê jî, ezê li vir dîsa piçêk zimanê xwe dirêj bikim. Eger îro desthelatîya min hebûya, çiqas rexistin û tevgirêdanên Kurdan hebûn minê bernamê wana li gor naveroka Mem û Zîn û Şerefnameyê saz bikra. Pîvana endamtîyê jî wê rewa kirin û di jîyana xwe da tetbiq kirina van her du berhemên nemir bûya. Vêca kanê wê Kurd di demekê kûrt da ji êş, azar, derd û belan xilas bibûyan yan na? Ka tê cîyê birakûjî û neyartîyê di nav vê civatê da bimara, yan na?
Îro, em êşa çî dikşînin?
Bi ya min ya sê titan; yekîtî, evînî, jîyaneke bi rûmet.
Başe, Ehmedê Xanî yê nemir berî sêsed salan wana dananîye pêşîya me?
Ka yekîtîya me, ka evînîya me?
Jîyana bi rûmet beyî wana dikare bê?
Û mereqa min; gelo emê rojek bi mêrane ji dîroka xwe bikarbin lêborîn bixwazin?
Li qenc û xirapên xwe (dereca qenc û xirapa çîye em vî jî baş nîzanin, lê xelqê gotîye me jî rewa kirîye.) bî tevayî bikarbin xwedî derkevîn ?
Zarokên Ehmedê Xanî gerek lê şermezar nekin.
Dîroka destpêka rojnamegerîya netewan, eynî wext dîroka destpêka ronahîya netewane. Sedem vî, bêguman rola rojnamegerîyê di azadî û rizgarîya gelan da cîyeke xwe yê taybetî heye.
Sala 1898 ji bo rojnamegerî û rewşenbîrîya Kurda salake pîroze. Îsal me 128 salîya rojnama yekem ya Kurd ya“Kurdistan“e pîroz kir. Eynî wext îsal, 118 salî ya „Kürt Teavün ve Terakkî Gazetesî“ û 108 salî ya kovara „Jîn“ e.
Destê mamosta Bozarslan xweş be, ku wana zivrandîye zimanê îro û me jî van nemeta bê tem nehiştî ye. Bozarslan wan her sê rojnaman weka sê xwîşkên nazenîn dibîne ku di nav temena wan da deh sal, deh sal ferq heye. Ferqa temenê hebî jî, êş û azar, daxwaz û armanç yeke.
Çawa tê zanin, rojnama yekem ya Kurd „Kurdistan“ sed û bist û heşt sal berî roja 22 Nîsanê di 1898an da ji alîyê rewşenbîrê Kurd yê nemir, Miqdad Mîthat Bedir-xan va lî Misir’ê dest bi weşana xwe kirîye.
Pêwîst e roja 22 Nîsanê di seranserê welat da jî alîyên sazî û rexistinên me va, bi fermî roja rojnamegîrî ya Kurd bê îlankirin. Û her sal ev roj bê pîrozkirin. Her sal jî bi pernameyên taybetî, bi civîn û konferans, bi şahî û dîlan li welat û derveyê welat bê pîrozkirin. Ev pêşnîyar ji hemû dor û alîyan ra ye.
Merîv gava bi tevayî temaşa naveroka rojnama „Kurdistan“ dîke, îro jî dikare gelek dersan jê bistine. Li ser rojnamê zilm û zordarîyeke nedîtî hatîye barandin. Cîh û wareke wê yê sabît çênebûye. Sedem vî jî navdayîna birêz Bozarslan ya rojnama „gerok“ di cîh da ye.
Key îro rewşa rojname û rojnamevanen me ji dema rojnama „Kurdistan“ çaqtîre? Bi tevayî dawî li „gerokî“ yê hatîye? Lê şik tuneye tê dawîya „gerokî” ye bê. Derman, yekîtî û evînî ye. Bi hesreta wan rojan.
Sed û bist û heşt salîya rojnamegîrî ya Kurd pîroz bî.




