
İkram Oguz
Dem û dewran bi hevra girêdayî ne.
Bi guhartina demê ra, çê ya jî xirab dewran jî duguhure.
Di dawîya sedsala 20an da guhartineke bi hêz dest pê kir, ku ew îro bêtir bi hêz didome
Bi taybetî guhartinên ku di nav 50 salên dawîyê da li dinyayê rû dan, ji guhartinên ku ji destpêka mirovahîyê heta 59 sal berê qewimîne, mezintir û bihêztir in.
Bi hêz û mezinayîya wan ra civak û jîyana civakî…
Rê û rêbazên jîyanê jî hatin û tên guhartin.
Hewiha şivan û gavanên pez û dewaran jî ji vê guhartinê para xwe girtin.
Bajarî û gundî…
Zana û nezan nêzikî hev bûn.
Di warê zanayarîyê da sînorên ku hatibûn danîn, yekoyek ji hoplê rabûn û radibin.
Îro gavan û şivanek jî qasî keseke zanyar digihîje her tiştî û bi saya hişê çêkirî dikare fêrî tiştî jî bibe.
Neheqîya ku di navbera jin û mêran da cîh digirt, kêm bû.
Herçıqas qasî mêran nebin, jin jî îro di jîyana civakî da xwedî soz bîryar in.
Loma hinek dibêjin ku dinya piçûk bû.
Bi piçûkbûna dinyayê ra jî çaven mirovan vebû…
Ev nirxandin ji alîkî va rast e…
Dinya qasî ku di bêrika herkesî cîh bigre, piçûk bû ye.
Ji alkî din va jî ne rast e…
Jiber ku ya piçûk bû ye ne dinya ye.
Dinya wek roja berê bi mezinahîya xwe û di cîhê xwe da sekinîye…
Ya ku dinya piçûktir kirîye û di bêrîka herkesî da bi cîh kirî ye, ew jî pêşveçûna teknolojî û zanyarîyê ye…
Bi saya wê pêşveçûnê, derfetên ku herkes îro dikare bi tena serê xwe bi kar bîne, zêde û hêsan bûn.
Ev yek jî fikr û ramanên însan dewlemend, asoya wan jî fireh dike.
Ew qalibên ku di hişê înasanan da cîh girtibûn û nêrîn û tevgera mirov sînordar dikirin, hêdî hêdî be jî perçe dibin û hildiweşin.
Bêguman ev guhartin û pêşveçûn li welat û civakên pêşketî bi lez û bez…
Li civakên wek civaka me li paş ma ne jî hêdî hêdî pêk tên.
Lêbêle her civak kêm ya jî zê de, zû ya jî dereng ji vê pêşveçûnê para xwe digre û pê ra jî xwe diguherîne.
Çawa ku dibêjin, piştî her şevek tarî, rojekje nû bi ronahîya xwe dest pê dike…
Her siba ku bê jî, ji roja berê çêtir nebe, xirabtir jî nabe.
Ev zagona xwezayî ji bo kurdan jî zagoneke derbas dar e.
Kurd jî zû ya jî dereng ji vê yekê para xwe digirin.
Herçiqas derfetên ku di sedsalê da carek derketin pêş bi hostayî nehatibin bi kar anîn jî siberoja kurdan jî ji îro vekirî û ronahîtir e…
Bes ku her kurd ji takekesîya xwe hayîdar be…
Û bi hiş û hişmendîya xwe tevbigere…
Hêvîyên xwe wenda nekin!
02.09.2026




