Bêyî ku ez dilê nivîskar û zanyarên me bihêlim, dikarim bibêjim ku em Kurdên Kurdistana Bakur, ji neynokên tiliyên pêyên xwe heta porê serê xwe, bûne dîlên zimanê dagirkerên xwe; mêjiyê me hatiye şuştin. Ziravê me diqete û em êdî nikarin bêyî bandora zimanê serdest bîr bikin û bipeyivin. Dibe ku parêzer Ahmet Zekî jî para xwe ji vê mêjîşuştina çandkuj û kurdkuj girtibe, lê ev rewşenbîrê bêhempa, berjewendparêzekî bi biryar û xwedî biryar e. Di vê reşnivîsa xwe ya jêr de jî vê rastiyê bi zelalî diselmîne. Proje û nivîsa wî hêja ye. Bila temenê wî dirêj be.
Celalettin Kartal
***

Ahmet Zeki Okçuoglu
Pêşgotin
Reşandin (diaspora) ev e: beşek ji neteweyekê bi zorê ji welatê xwe tê qetandin û li xerîbiyê belav dibe. Lê li xerîbiyê jî bîra xwe ya neteweyî, girêdana xwe bi welêt re û nasnameya xwe diparêze. Peyva «reşandin», wek peyva Yewnanî «diaspora», ji reşandina tovan tê. Tovê ku tê reşandin winda nabe; li ku bikeve, li wir şîn dibe.
Kurd neteweyeke bêdewlet in û welatê wan di navbera çar dewletan de hatiye parvekirin. Ji ber vê yekê, ji bo me sînorê reşandinê ne sînorê van dewletan e, sînorê Kurdistanê bi xwe ye. Kurdê ku neçar maye ji Kurdistanê derkeve, di reşandinê de ye. Loma reşandina Kurd du beş e. Reşandina navxweyî: Kurdên ku ji Kurdistanê derketine, lê hê jî di nav sînorên van çar dewletan de dijîn, wek li Stenbol, Enqere, Tehran, Bexda û Şamê. Reşandina derveyî: Kurdên ku ji van sînoran derketine û li welatên din dijîn.
Reşandina neteweyên xwedîdewlet bi dewleta xwe ve girêdayî ye. Reşandina Kurd dewleteke wisa nîne; tiştê ku wê bi welêt ve girê dide doza Kurdistanê ye. Ji ber vê yekê, gelek karên ku dewlet dike, divê reşandina Kurd bi xwe bike: nûnertiya neteweya xwe bike, ziman û çanda xwe biparêze û doza xwe bi cîhanê bide naskirin.
Em, Kurdên reşandina derveyî, li hev civiyane. Baweriya me ev e: hebûna me ya neteweyî û doza Kurdistanê li vir jî pêwistî nûnertiyeke rewa, serbixwe û demokratîk e.
Li welêt sînorên dewletan Kurdan ji hev qetandine. Lê li derve Kurdên her çar parçeyan digihîjin hev. Li vir hişmendiyeke neteweyî ya hevpar çêdibe, ku ji parçebûnê bilindtir e. Li derve qadeke azad jî heye. Zimanê me, weşanên me û çanda me, ku li welêt qedexe ne an di bin zextê de ne, li vir dikarin bijîn. Li vir em dikarin bi navê xwe û bi cîhanê re rasterast biaxivin.
Lê dewleteke me tune ye ku me biparêze. Ji ber vê yekê ev qad bi salan ji tundiyê, ji serdestiya partiyan û ji wesayetê (ji kesên ku li şûna me biryar didan) re vekirî ma. Welatên ku em lê dijîn jî, ji ber têkiliyên xwe yên bi dewletên ku Kurdistan parve kirine re, li me wekî pirsgirêkeke ewlehiyê nêrîn. Bi vî awayî Kurd li vir jî nebûn xwediyê vîn (îrade) û biryara xwe.
Bi vê danezanê em radigihînin: em naxwazin rewşa welêt (ku em li wir ne xwediyê biryara xwe ne) li derve dubare bikin. Armanca me ew e ku em wekî netewe, bi awayekî rewa û serbixwe, ji nû ve bibin xwediyê vîn û biryara xwe û nûnertiya xwe bi vîna xwe bikin.
1. Armanca Neteweyî
Doza Kurdistanê dozeke neteweyî ye. Neteweya Kurd xwedî maf e ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bike. Ev her du rastî bingeha me ne. Ev maf dê bi kîjan şêweyê siyasî pêk were, gelê Kurdistanê bi vîna xwe ya azad diyar dike. Gelê Kurdistanê ew Kurd in ku li Kurdistanê dijîn, û hemû civakên din ên ku Kurdistan kirine welatê xwe. Tu dewlet, tu hêz, tu partî û tu rêxistineke reşandinê nikare li şûna vê vînê biryarê bide. Erka reşandinê ev e: bi rêyên rewa bixebite, da ku ev vîn bi azadî derkeve holê.
2. Redkirina Tundiyê
Em li reşandinê ji bo armanca xwe tenê rêyên rewa, aştiyane û qanûnî bi kar tînin. Em tundî, gef, bi zorê berhevkirina pereyan û her cure zordariyê bi tevahî red dikin.
3. Serbixwebûn
Em ne bi tu dewletê, tu partiyê û tu rêxistineke çekdar ve girêdayî ne. Em bi saziyên rewa yên Kurdistanê re, yên ku gel bi vîna xwe ya azad ava kirine, têkiliyan datînin. Lê biryar û vîna me di destê saziyên reşandinê bi xwe de dimîne.
4. Demokrasî û Pirrengî
Deriyê me vekirî ye: ji her ramana siyasî, ji her baweriyê, ji axêverên hemû şaxên Kurdî û ji Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê re. Kî binemayên vê danezanê qebûl bike, dikare bi me re be. Lê rêxistinên ku tundiyê bi kar tînin an bi navê hêzeke çekdar tevdigerin, nikarin di nav me de cih bigirin. Em biryaran bi gotûbêja azad û bi hilbijartinê digirin. Em nahêlin ku kesek an komek li ser me serdest bibe.
5. Rêzgirtina Qanûnan û Zelalî
Em rêz li qanûnên welatên ku em lê dijîn digirin. Karên me yên pereyan vekirî ne û her kes têkildar dikare li wan binêre. Tiştê ku rewabûna me diparêze ne nepenî ye, eşkerebûn e.
6. Ziman û Çand
Parastina hemû şaxên zimanê Kurdî, bi taybetî Kurmancî, Zazakî, Soranî, Hewramî û Kurdiya Başûr (Kelhurî, Feylî û Kirmaşanî), fêrkirina wan û gihandina wan bo nifşên nû, ji bo me erkeke neteweyî ye.
7. Berpirsiyariya Navbera Nifşan
Nifşên ku li reşandinê ji dayik bûne, divê bi tevahî beşdarî jiyana civakên ku lê dijîn bibin. Lê divê bi nasnameya xwe ya Kurdî re jî girêdaneke pihêt ava bikin. Ev yek ji erkên me yên bingehîn e.
8. Bîra Hevpar
Li reşandinê kevneşopiyeke rewa ya têkoşîna neteweyî heye: ew rêxistin û kesên ku bêyî tundî û wesayetê xizmeta doza Kurdistanê kirine. Em soz didin ku dîrok û belgeyên wan biparêzin û vê mîratê bigihînin nifşên pêşerojê.
9. Muxatabî
Divê welatên ku em lê dijîn Kurdan ne wekî «pirsgirêkeke ewlehiyê» bibînin. Em dixebitin ku Kurd li van welatan wekî civakeke ku di warê qanûn û siyasetê de pê re tê axaftin, bên naskirin.
10. Berpirsiyariya Hember Welêt
Ji ber bêdewletiyê, hin erkên bingehîn li ser milê reşandinê hatine danîn. Em xwe ji van erkan berpirsiyar dihesibînin: doza Kurdistanê bi raya giştî ya cîhanê û bi qada siyasetê bidin naskirin; zilm û binpêkirinên mafan ên ku Kurdên li welêt rastî wan tên, bi cîhanê bidin bihîstin; û di demên karesat û pêdiviyê de alîkariya mirovî bigihînin gelê xwe.




