
İkram Oguz
Ev gotin îro carinan wek gotina Winston Churchill, carinan jî gotineke olî ya jî felsefî tê vegotin.
Lêbelê xwedîyê vê gotinê, fîlozof û dîplomatê Fransi Joseph de Maistre ye.
Maistre ev gotina xwe cara yekemîn di sala 1811an da û di pirtûka xwe ya Lettres et Opuscules inédits da bi kar anîye.
Mixabin di wê demê da jî dewleteke kurdan nebî îro jî hê nîne.
Loma kurd îro jî ji alî dewletên dagirker va tên birêvebirin.
Li Bakur Tirk…
Li Rojhelat Faris…
Li Rojava jî Ereb in…
Başûr nêzikî çil şal e, ji alî du partîyên kurd va wek dewleteke defacto tê birêvebirin, ku ew jî wek dewletên cînarên dagirker, gor berjewendîyên xwe yên sîyasî tevdigerin û daxwazên gel paşguh dikin.
Ji îro şûn va avakirina deweleteke kurd a azad û serbixwe jî êdî ne hêsan e.
Lêbelê herçiqas Kurd li çarnikalên Kurdistanê xwedî dewleteke serbixwe û azad nebin jî kesên ku kurdan xwe wek rêvebirên kurdan nîşan didin zêde ne.
Jiber ku kîngê sê kurd werin ba hev û di nabvera xwe da hevparîyeke civakî bibînin, berê naveke mezin li xwe dikin, dû ra jî xwe wek rêvebirên kurdan bi nav dikin.
Ji heval û hevalbendên xwe yên ji salan biqetin…
Ji hêz û partî û komelên xwe yên ku bi salan tê da kar û xebat kirine, dûrbikevin jî dev ji gotina yekitîyeke neteweyî Bernadin.
Bêguman kesên ku li pey wan diçin, ji wan yek jî ranabe û nabêje, “heyran em ji heval û hogirên xwe yên ji salan dûrketin, çawa dikarin bi rikberê xwe yê doh ra yekitîyeke neteweyî ava bikin?“
Rêvebir, ha rêvebirê girseyeke mezin ha rêvebirê çend kesan be jî, çi bibêje, alîgir û şopînerê wî/wê jî heman gotinê dubare dikin û çavgirtî li pey wan dimeşin.
Loma dema ku mirov li rewşa sîyaset û sîyasetvanên kurd dinihêre, ji bo avakirina dewleteke serbixwe bîr û bawerîya merîya wenda nebe jî herdiçe kêm dibê.
Jiber ku hêz û partîyên xwedî girseyeke mezin ya bi qewlê biratîya gelan ya jî bi qewlê biratîya olî tevdigerin û sîyaseta xwe didomînin…
Hêz û partîyên ku ji çend kesan pêk tên, ew gotinên ji nave mezintir dikin. Lêbelê ew bixwe jî ji nav û gotinên xwe bikevin şikê jî dev ji sosretîya ku tê da ne Bernadin û xwe naguherînin.
Di medya civakî da ez jî carinan rastî civînên partîyên kurd, ew partîyên ku navên mezin li xwe kirine û daxwazên ji xwe mezintir dikin, têm.
Bi dîtina rewşa wan ra bîr û bawerîya min a ku ji bo kurdistaneke azad û serbixwe ma ye jî ji binî va diqede.
Jiber ku di civînên wan da mirov tenê çend kalemêrên ku ji qidûm da ketine, dibîne.
Ne rastî jinek, ne jî rastî keç û xorteke ciwan tê…
Mirov dibêje, qey hemû mêrebîne û ji jin û zarokan jî bêpar ma ne…
Ew kalemêr jî, di nav xwe da ji sê beşan pêk tên.
Ji wan hinek porsipî…
Hinek sersîqal…
Hinek jî wek kurdên me yên başûr porqîr in.
Ji alî kê va wêneyên wan tê kişandin û parvakirin, ez bixwe nizanim.
Lê ya ku dizanim ew e, ku ew wêne ne tenê rewşa beşdarvanan herwiha hest û helwesta sazûmankarên civînan jî nîşan dide.
Partî ya jî komelên ku civînan li dar dixin herçiqas gor destûrnameya dewleta dagirker hatibin damezrandin û di kar û xebatên xwe da serbest bin jî, sazûmankarên civînan di hişê xwe da hê binerd û di tunêleka tarî da xwe dihesibînin.
Sedem wê nêrînê weneyên kalemêrên ku beşadrî civînan dibin, ne ji alî pêş va, ji alî paş va dikişînin û di medya civakî da diweşînin.
Ji wan wetrê partîyên wan hê binerd…
Civînên wan neyasayî…
Beşdarvanên civînan jî ne endam û rêvebirên wan ên nefermî ne.
Loma wêneyên beşdarvanan ji paş va dikişînin, ku ew ji neyên naskirin.
Lê mirov herçiqas rûyê wan nebîne jî, ji kortika wan va zayendîya wan jî, salên wan jî guman dike û di ber xwe da dikene…
18.10.2026




