Li bajarê Eqebê yê Urdinê ji bo rewşa Sûriyeyê civînek hat lidarxistin.
Wezîrên karên derve yên dewletên wekî Urdin, Siûdî, Îraq, Libnan, Misr, Îmarat, Behreyn, Qeter, Amerîka û Tirkiyeyê beşdarî civînê bûn.
Herwiha Sekreterê Giştî yê Komkara Dewletên Erebî Ehmed Ebû El Xeyz, nûnera siyasetên derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas û nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyeyê Geir Pedersen jî beşdarî civînê bûn.
Di civînê de encamnameyek hat eşkerekirin.
Di encamnameyê da tê gotin ku divê demildest tevahî çalakiyên leşkerî werin rawestandin û proseya siyasî ya li Sûriyeyê jî, li gorî biryara 2254an a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekûbyî (NY) be.
Fermandarê Giştî yê HSDyê Mazlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê Xê di derbarê encamnameya civînê da peyamek belav kir. Di daxûyanîyê da Mezlûm Ebdî dîyar dike, ku ew encamnameya lutkeya Eqebê erênî dibinin.
Mazlum Ebdî her wiha tekez dike, ku li Sûriyeyê aramî bi beşdarbûna hemû aliyan va pêk tê.
Peyama Fermandarê Giştî yê HSDyê wiha ye: “Em encamnameya lutkeya Eqebê ya wezîrên karên derve ya welatan Ereban a di derbarê Sûriyeyê da erênî dibînin.
Di heman demê de em piştgiriya hewldana Ereban a ji bo avakirina aramiya li Sûriyeyê, dikin.
Wekî gaveke bingehîn a ber bi diyalogên çêker ên ji bo avakirina Sûriyeke nû ve dibînin.
Em teqez dikin ku girîng e li gorî encamnameyê tevahî çalakiyên leşkerî li seranserî axa Sûriyeyê werin rawestandin.
Li Sûriyeyê aramî bi beşdarbûna tevahî aliyan û mîsogerkirina yekitiya axa wê ku rê li ber aştiyeke mayînde vedike, dest pê dike.”




