Şêwirmendê Ewlehiya Niştimanî ya Amerîkayê Jake Sullivan di hevpeyvîneke xwe da Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) wekî hevkarê herî baş û herî nêzik ê Amerîkayê bi nav kir û wiha got; „Yek ji mijarên mezin ew e ku em di têkoşîna dijî DAIŞê da piştgiriyê bidin hevkarên xwe yên herî baş û nêz. Em mil bi mil bi wan ra ne, ku ew jî Hêzên Sûriyaya Demokratîk in û di bin pêşengiya Kurdan da ne.“
Di beşeke din a hevpeyvîna xwe da jî Sullivan wiha dibêje; „Pêdivî ye ku em piştgirîya wan bikin, piştrast bikin ku ew li cîhê di parastinê da ne. Ku ew bibin hevkarên baş ên berê, di nav wan da rêveberiya van girtîgeh û kampên pir mezin ên ku bi hezaran çekdarên DAIŞ’ê û bi deh hezaran endamên malbat, hevjîn û zarokên wan tê de ne.
Heger ew hemû derbikevin, dê ji bo herêmê û di dawiyê da jî ji bo Amerîkayê bibin metirsiyeke pir mezin. Ji ber vê yekê divê em Kurdan biparêzin, ku serok Biden jî wê yekê kirîye armanc.“




