
Marco Rubio, Wezîrê Karê Derva yê Amerîkayê
Marco Rubioyê ji aliyê Donald Trump va wekî wezîrê karên derva yê Amerîkayê hatibû pêşniyarkirin. Ew di çarçoveya pêvajoya erêkirina namzediya xwe da beşdarî rûniştina Komîteya Têkiliyên Derva ya Senatoyê bû û bersiva pirsên senatorên Amerîkî da.
Di rûnişkandinê da Senatorê Demokrat Chris Van Hollen ji Rubio dipirse, ku ew piştgiriya Amerîkayê ya ji bo hêzên HSDyê diparêze yan na.
Rubi di bersiva xwe ya ji bo vê pirsê wiha dibeje; „Bê guman. Ez bawer dikim divê em bi zelalî qebûl bikin ku dê encamên terikandina hevalbendên me hebe, ku wan bi fedakarî û di bin tehdîdê da çekdarên DAIŞê girtin.
Ji sedemên têkçûyîna DAIŞê yek jî ew amade bûn DAIŞiyan di girtîgehan da ragirin ku ev jî ji bo wan tehdîdeke mezin a kesayetî bû.“
Rubio di derbarê rewşa ne zelalî ya li Sûriyeyê jî wiha got; „Lê eger mumkin be, hebûna Sûriyeya ku êdî ne qada lîstikên DAIŞê be, divê rêz li kêmîneyên olî bê girtin, ku di nav wan da Xirîstiyan jî, Kurd jî cîh digrin.
Rê li ber Îranê hatîye girtin, ku ew êdî nikare xwe bigihîne Hizbulahê û li Libnanê bêîstiqrar bike. Ev yek di berjewendiya neteweyî ya Amerîka û hema hema her netewe dewletên li Rojhilata Navîn da ye.“
Rubio di bersivên xwe da qala astengîyan jî kir û wiha got; „Li pêşiya vê derfetê ne tenê birêvebirên nû, zehmetiyên din jî hene û ji wan yek jî Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û armancên wî ne. Aniha di derbarê Kurdan da agirbesteke qels heye. Parastina wê girîng e. Loma divê em ji zû va peyamekê bidin Erdogan, ku divê ew guherîna desthilatê ya li Amerîkayê wekî derfetekê nebîne û peymanên heyî bin pê neke.“
Ji bo „ıstıqrara Surîyê jî Rubio wiha got; „Niha tiştê ku em li Sûriyeyê dixwazin îstiqrar e.
Bi vî awayî em dikarin lêkolîn bikin, ka çi derfetên me hene ku em dînamîkeke cuda bînin, ku dê bandora wê li ser Libnan, Îsraîl, Xeze û Rojhilata Navîn a berfirehtir bibe.
Eger Amerîka vê yekê neke, Rûsya û Îran ên ku ji Sûriyeyê hatine qewitandin dê di demekê da careke din vegerin.“




