Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî û Gerînendeyê Ofîsa Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn a Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel civiyan.
Mezlûm Ebdî, li ser hesabê xwe ya Xê peyamek belav kir û tê de destxweşiyê li helwest û rola Almanayayê kir.
Ebdî di peyama xwe da wiha dibêje; “Min bi dilxweşiyeke mezin Gerînendeyê Ofîsa Afrîkaya Bakur û Rojhilata Navîn a Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel pêşwazî kir.
Helwesta Almanyayê ya ji bo piştgirîya ji gelê Sûriyeyê ra, cihê pêşwazî û rêzgirtineke mezin e.
Her wiha ez rola Almanyayê ya piştgirîkirina hêzên me ji bo têkoşîna li dijî terorîzm û tundreviyê û avakirina paşerojeke geş ji bo hemû Sûriyeyiyan bilind dinirxînim.”
Tobias Tunkel jî li ser hesabê xwe yê Xê dîyar dike, ku ew bi Mezlûm Ebdî ra li ser mijarên pêwendiyên HSDyê yên bi HTŞyê ra û xebatên hevbeş ên berdewam ên li dijî DAIŞê axivîne.
Tunkel her wiha tekez dike, ku maf û berjewendiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê di diyaloga bi Şamê ra dikarin bi awayekî herî baş bên parastin.




