Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) ragihand ku şandeyeke serkirdayetiya ENKSyê li Hisîçayê bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ra civiyaye.
Berdevkê Encûmena Niştimanî ya Kurdî ya Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif li ser civînê ji Rûdawê re axivî.
Feysel Yûsif di derbarê civînê da wiha got:
„Piştî serdana Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ya Herêma Kurdistanê û civîna bi Serok Mesûd Barzanî ra, em jî wekî ENKSyê çûn serdana Hewlêrê û em li ser pêwîstiya avakirina yekrêzî û yekhelwestiya Kurdan û pêkanîna şandeyeke Kurdî axivîn.
Îro jî em bi amadebûna berpirsên Hevpeymaniya Navneteweyî em bi Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî ra civiyan.
Mezlûm Ebdî di civînê da ji bo hevdîtina bi Serok Mesûd Barzanî ra kêfxweşiya xwe anî ziman.“
Feysel Yûsif dîyar dike, ku civîn baş derbasbûye û eger rewş bi vî awayî be, dê ew di demeke nêzîk da ji bo pêkanîna şandeyeke hevbeş li hev bikin.




