
Trump û Netenyahu
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro diçe Amerîkayê û dê li Washingtonê bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra bicive.
Benjamin Netanyahu li balafirgehê ji çapemenîyê ra dîyar kir, ku ew bawer e bi hevkariya nêzîk a bi Serokê Amerîkayê Donald Trump ra dê nexşeya Rojhilata Navîn ji nû va xêz bikin.
Netanyahu diyar kir, ku bi êrişên xwe yên li dijî Hemas û Hizbulahê çehreya Rojhilata Navîn guherandiye û ew bi van biryaran nexşeyê ji nû ve xêz dikin.
Netanyahu li ser pirsek wiha got, „Biryarên me yên di şer da dimena Rojhilata Navîn têra xwe guherand. Biryarên me û mêrxasiya leşkerên me nexşe ji nû ve xêz kir.
Lê ez bawer im ku em bi hevkariya nêzîk a bi Serok Trump ra dê karibin nexşeyê bi awayekî baştir ji nû va xêz bikin.“
Herwiha Netanyahu destnîşan kir, ku ew dê bi Serokê Amerîkayê ra hevdîtineke girîng pêk bîne û Peymana Abrahamê ya ku Trump di dewra xwe ya ewil da pêşengiya wê kiribû bi bîr xist û ji bo wê yekê wiha got; „Encamên wan ên girîng ji bo Îsraîl û Rojhilata Navîn çêbûn.“
Ofîsa Serokwezîriya Îsraîlê jî ragihand ku Netanyahu dê di çarçoveya gotûbêjên qonaxa duyem a lihevkirina agirbestê û danûstandina dîlan da bi Nûnerê Taybet ê Trump ê Rojhilata Navîn Steve Witkoff ra jî bicive.




