
Sirac Oguz
Di salên 1990î da dîplomatek ji sefareta Hollandayê li bajarên kurdan digerîya, çavdêrî li rewşa kurdan dikir, bi wan ra diaxifî û di derbarê pirsgirekên wan da agahî berhev dikir.
Bi vê mebestê dixwest were bajarê Erzirumê û li çend bajarokên ku tê da Kurd dijîn jî bigere.
Di sala 1993an hat û bû mêvanê me, ku ez wê demê Sekreterê Komela Mafê Mirovan (İHD)ya şaxê Erzirumê bûm. Mirovekî zana û gelek zimanên bîyanî dizanîbû. Dema em diçûn otêla ku tê da bi cîh bibû, polîsên sivîl û kesên ji îstixbarata Tirk, gav bi gav me teqîp dikirin, dihatin li lobîya otêlê li rexta me bi saetan rûdiniştin û li sohbeta me guhdarî dikirin.
Rojek du polêsên sivîl hatin bûroya min û rasterast ji min ra gotin em dixwazin ji bo hatina dîplomatê Holandayê ji te bipirsin, ku ew çima hatîye.
Min jî bersiva wan da û got, ew camer dixwaze bi alîkarîya İHDê li heremê bigere. Em jî wek rêvebirê IHDê, bi wî ra terin li Xinûsê, Tatosê û Qereyazîyê.
Wan got ku, heger em bixwazin ew dê ji bo parastinê alîkarîya me bikin.
Min jî got ne hewceye hûn me biparêzin, ji xwe ew mirov, ji bo gera xwe agahî daye wezareta karên navxweyî û parêzgeha Erzirumê.
Ew çûn, lê ji piştî gerê, heta sala 1995an min ji bo vê zîyaretê min pir zor û zordarî dît.
Dema em çûn Tatosê, mêvanê me ji me ra got ku ew baş tirkî dizane. Ew dikare bi herkesî ra rasterast qise bike û ji me kes nekeve navbera wan.
Ez û serokê komelê Melik Aygül û ew bi hev ra çûn Xinûsê, Tatos û Qereyazîyê.
Di vegerê da jî em di rêya çîyê ra vegerîyan. Li Zozanên Şahwelat em çûn ber konên koçeran, mêvanê me jî bi koçeran ra axifî.
Berî ku vegere Enqerê, ji me ra got, “ez li gelek bajarên kurdan gerîyam, bi gundi û bajarîyan ra, li serê çîyayê çar hezar metreyî bilind, koçer û şivanan ra axifîm, lê min dît ku Kurd weke dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn hê jî feqîr û belengaz in.”
Di sohbetên xwe da diplomat gilî gazinên kurdan guhdarî dikir û ji wan ra digot, “dîrok şahidê herî raste!”
Ji wê rojê heta îro jî, kurdan bedelên gelek giran dan û hatin kuştin.
Mixabin îro jî Kurd hê bindest û belengaz in.
16.02.2025