Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê bi serokatiya Pervîn Buldan û Sirrî Sureyya Onder îro li Silêmaniyê bi Serokê YNKyê Bafil Talebanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî ra civiya.
Bafil Talebanî li Silêmaniyê pêşwazî li heyeta Îmraliyê kir. Piştî civînê, ji alî YNKyê va daxuyaniyeke nivîskî hate belavkirin.
Di daxûyanîyê da wiha tê gotin:
„Em piştgiriyê didin her hewla ku mafên gelê Kurd li Tirkiyeyê diparêze. Wekî YNKyê ji bo serkeftina vê pêvajoya dîrokî em amade ne her tiştê ji me tê bikin.“
Li gorî daxuyaniyê, di civînê da heyeta Îmraliyê silav û peyama Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan gihandî Serokê YNKyê Bafil Talebanî.
Talebanî jî destnîşan kirîye, ku di derbarê pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê da YNK xwedî stratejiyeke zelal e û wiha gotîye:
„Em piştgiriyê didin her hewla ku mafên gelê Kurd li Tirkiyeyê diparêze.
Em wekî YNK amade ne ji bo vê pêvajoya dîrokî ya serkeftî her tiştê ji me tê bikin.
Bingeha van hewlan sala 1993yan ji aliyê Mam Celal ve hatiye danîn û em jî vê mîrateyê didomînin.
Pirsgirêka Kurdan bi çek û şer çareser nabe, ev rê encam nade. Tenê rê ew e ku mirov vegere diyalogeke cidî û avaker.
Divê em hemû bi dilsozî bixebitin da ku vê derfeta dîrokî bi kar bînin.
Baweriya me bi jiyana aştiyane ya bi hev re heye. Em naxwazin bibin gefek li ser ti welatên cîran.
Divê em bi zimanê diyalogê nêzîkî hemû aliyan bibin û zemîneya lihevkirin û hevkariyê ava bikin.
Em dê her tiştê ku ji destê me tê, bikin ji bo ku biratiya di navbera Kurd û Tirkan de xurt bikin û vê hewla neteweyî bigihînin serkeftinê.“
Di civînê da Qubad Talebanî jî cîh girtîye û wiha gotîye:
YNKya ku li ser rêya Serok Mam Celal dimeşe, di derbarê çareserkirina Pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê da xwedî helwesteke zelal û biryardar e.
Em dê wekî her demê bi hemû hêza xwe piştgiriya çareseriya aştiyane ya Pirsgirêka Kurd bikin.
Di vê çarçoveyê da, em dê bi serbilindî her peywira ku dikeve ser milê me wekî berpirsyariyeke neteweyî bi cih bînin.“




