Li gorî amarên nefermî yên ku ji aliyê çend rêxistinên sivîl va hatine berhevkirin, li Sûriyeyê nêzîkî 4 milyon Kurdan dijîn û rêjeya wan ji sedî 15-17 e.
YaGor heman çavkanîyan rêjeya Ereban ji sedî 70-75 e, Asûrî nêzîkî ji sedî 2, Tirkmen nêzîkî ji sedî 2, Çerkez ji sedî 0,5 û Ermen ji sedî 0,04ê şêniyên Sûriyeyê pêk tînin.
Alîkarê Serokê Tevgera Azadiya Kurdistanî Dr. Tariq Xêrikî di Rûdawê da dîyar dike, ku ev amar ji sedî 90 nêzîkî rastiyê ne.
Dr. Tariq Xêrikî di derbarê rewşa kurdan da wiha dibêje; „hejmara Kurdan gelek e lê parçe parçe û belavbûyî ne.
Wekî mînak tenê li Laziqiyeyê 73 gundên Kurdan hene lê piraniya şêniyên wan Kurdî nizanin.
Li Hemayê jî Kurdên ji serdema Selahedînê Eyûbî hene ku ji wan ra dibêjin ‚Kurdên Eyûbî‘. Di nav wan da tenê kesen kal û pîr n Kurdî dizanin.“
Li gorî amarên nefermî pêkhateyên neteweyî li Sûriyeyê:
Ereb
Hejmar: Kêm zêde 18 milyon
Rêje: Ji sedî 70-75
Ziman: Erebî
Cihê niştecîbûnê: Şam, Heleb, Hims, Hema, Îdlib, Laziqiye, Tertûs, Quneytire, Dera, Siweyda, Dêrezor, Reqa û Hisîça.
Kurd
Hejmar: Kêm zêde 4 milyon
Rêje: Ji sedî 15-17
Ziman: Kurdî.
Cihê niştecîbûnê: Hisîça, Qamişlo, Dêrik, Serê Kaniyê, Kobanî, Efrîn, gundên Ezaz, Elbab, Tel Ern, Tel Hasil û Tel Elemê. Her wiha li kêleka Ereb û pêkhateyên din li hinek bajar û gundên Şam, Heleb, Hema, Hims, Laziqiye û Reqayê dijîn.
Asûrî, Suryan, Kildan
Hejmar: Kêm zêde 400 hezar
Rêje: Ji sedî 1,5-2
Ziman: Asûrî (Aramî) û Suryanî.
Cihê niştecîbûnê: Qamişlo, Hisîça û Dêrezor û gundên bakurrojhilatê Sûriyeyê.
Tirkmen
Hejmar: Kêm zêde 400 hezar
Rêje: Ji sedî 1,5-2
Ziman: Tirkmenî
Cihê niştecîbûnê: Li bakurê Sûriyeyê cihên wekî parêzgehên Heleb, Îdlib û Laziqiyeyê.
Çerkez (Qewqaz)
Hejmar: Kêm zêde 120 hezar
Rêje: Ji sedî 0,5
Ziman: Çerkezî (bi zaravayên cihê yên wekî Qeberdî û Edixî).
Cihê niştecîbûnê: Şam, gundewarê Şamê, Hims û Dera.
Ermen
Hejmar: Kêm zêde 100 hezar
Rêje: Ji sedî 0,4
Ziman: Ermenî (bi her du zaravayên rojhilat û rojava).
Cihê niştecîbûnê: Şam, Heleb û Qamişlo, Laziqiye, Tertûs.
Arnawid (Alban)
Hejmar: Kêm zêde 10 hezara
Rêje: Ji sedî 0,04
Ziman: Albanî.
Cihê niştecîbûnê: Heleb û deverên derdorê, Şam û hinek bajarên biçûk ên bakurê Sûriyeyê.