
İkram Oguz
Zarokatîya min li gund, di oda mêran da derbas bû.
Hemsalên min li derva û bi hev ra dilîstin…
Ez li oda mêran, bi mezinên gund ra rûdiniştîm…
Bi wan ra Quran ya jî Nûbara Piçûkan dixwend…
Li sohbeta wan, sohbeta ku mesele û metelokan dixemilandin û vedigotin, guhdarî dikir.
Loma ji hevaltîya hemsalên xwe, ji lîstikên ji dema zarokatîya xwe bêpar mam.
Hemsalên min di rojên payîz û zivistanê da li ser berfa kurşe xwe xişdikirin…
Li ser cemeda çem lîstika bi kapan dilîstîn…
Di rojên bihar û havînê da jî demên wanên vala bi lîstikên curbecur derbas dibûn, zarokatîya min jî bi xwendina Quranê û bi guhdarîkirina gotinên mezinan va derbas dibû.
Qasî kara ku ji wê demê wergirt, ewqas jî zerara wê dît.
Ji hînbûyîna wê demê, min di dema xortanîya xwe da jî bi hemsalên xwe ra hevaltî nekir.
Hevalên ku bi wan ra radibûm û rûdiniştim, hemû bi salan ji min mezintir bûn, ku ji wan yê herî piçûk birayê minê mezin bû, ku di navbera min û wî da jî 4 sal hebû.
Kara min, ez ji mezinan gelek tişt hîn dibûm û bi wan ra dikemelim…
Zirara min jî ew bû, ku ji gelek kirin û kiryarên zarokatî û xortanîyê bêpar dimam.
Bêdil diçûm odê, her çiqas çavê min li derva ba jî, guh dida gotinên mezinan û li wan guhdarî dikir.
Di wê demê da ji kalemêrên gund yek hebû, ku ew zêde nedihat odê û beşdarî civata gund nedibû.
Lê kîngê bihata, merîya digot qey ji gundek ya jî ji bajareke dûr hatîye.
Dawî li pirsên ku jê dihate kirin nedihat.
Lê kîngê di derbarê zarokên wî da pirsek lê bihata kirin, berê hinek bê deng dima û di ber xwe da dikenîya, dû ra dest pê dikir û diaxifî.
Gelek zarên wî hebûn.
Qala yên qîzîn nedikir, jiber ku di wê demê da kesî zarokên ji malê hesab nedikir.
Bi zewacê ra ew ji mal derdiketin, diçûn û dihatin ji bîrkirin.
Kalemêrê me jî qala zarokên xwe yên qîzîn nedikir.
Ji lawê xwe yê piçûk dest pê dikir, heta yê mezin diçû.
Têkîlîya xwe ya bi wan ra dinirxand, di hinek xalan ew rexne dikirin, di hinek xalan da jî pesnê wan dida.
Lê dema ku dor bihata lawê wî yê mezin digot; „Têkilîya me pirr baş e û di navbera me da ti pirsgirekek cîh nagre. Ez jî wî razî me û bila Xwedê jî jê razî be.“
Bi gotinên wî ra kesên derdorê di ber xwe da dikirin tîqetîq û dikenîyan…
Kalemêrê me gotina xwe didomand û digot; “Hûn dikenin, lêbelê hûn nizanin çima di navbera me da pirsgirekek dernakeve. Jiber ku ew çi bibêje ez dizanim, ku gotina wî ji binî va derew e…“
Ev çend roj e, dema ku ez li serdest û berdestên dewlata Tirk guhdarî dikim, kalemêrê gundê me û gotina wî ya ku ji bo lawê xwe mezin dikir, tê bîra min.
Serdest û berdestên dewleta Tirk bi hev ketine, ku serdest Erdogan û Baxçelî, berdest jî Ozel û Îmamoglu ne.
Ew kîngê bikevin tengasîyê, qala hevaltî û biratîya xwe ya bi kurdan ra dikin.
Pesnê mêranî û mêrxasîya kurdan didin…
Bi gotin û pesindayîna wan ra kurd ewqas kêfxweş dibin, ku bê per û bask difirin.
Lê dema ku ji tengasîyê difilitin, ne kurdan nas dikin, ne jî hevaltî û biratîya ku qal kirine, tê bîra wan.
Ji bo ku rê li ber hev bigirin, hevdu bi silavdayîna ku li kurdan kirine, tawanbar dikin…
Divê kurd jî wek kalêmerê gundê me bizanibin, ku serdest û berdestên dewelta Tirk derewçîn in. Bi gotin û pesnên wan ên ku ew bi peyv û hevokên xemilandi dikin, nexapin…
Nexapin, ku piştî firîna bi çend gavan, devarû li erdê nekevin…
23.03.2025