
İkram Oguz
Ez ji pirtûkên bîyografîk zêde hez dikim. Bi kurdi ji wan ra dibêjin pirtûkên jînenigarîyî.
Loma dema ku pirtûkeke bîyografîk bikeve destê min, ez hemû pirtûkên li ber destê xwe didim alîkî û wê dixwînim.
Di demeke nêzîk da ez rastî bîyogragfîyeka Friedrich Schiller hatim. Bîyografîya Schiller heta roja îro ji alî gelek nivîskaran va hatîya nivîsandin, ku ji wan nivîskaran yek jî Manfred Mai ye.
Manfred Mai navê pirtûka xwe bi ser nivîsa „Was macht den Mensch zum Menschen? Friedrich Schiller“, lê kirîye.
Ku bi Kurdî jî mirov dikare navê wê wiha wergerîne: „Tişta ku merîya dike Mirov çî ye? – Friedrich Schiller“.
Pirtûk di sala 2004an da û ji alî Weşanxaneya Carl Hanser li Munchen û Wîyanayê hatiye çapkirin.
Manfred Mai di vê pirtûkê da li ser Friedrich Schillerê ku wek xortekî kuvî, nivîskarekî serkeftî û pûtê dema xwe, çîrokeke balkêş û herikbar vedibêje.
Manfred Mai dîroknas û nivîskarekî Alman ê bi nav û deng e. Berî ku dest bi nivîskarîyê bike, wî beşa dîrok û zimanê Alman xwendîye û bi salan mamostetî kirîye. Ew bi pirtûkên xwe yên dîrokî yên ku bi taybetî ji bo kesên ciwan nivîsîye tê naskirin.
Min bîyografîya Schiller a ku ji alî Mai va hatîye nivîsandin, xwend û bi vê pirtûka va kesayetîya Schiller jî ji nêzîk va nas kir.
Bêguman mebesta vê nivîsê jî nasandina Schiller nîne, ku jixwe kesên ku heta roja îro Schiller nas nekiribe, vê nivîsê nexwîne jî jê ra kêmsayik nîne…
***
Bi navê xwe yê fermî Johann Christoph Friedrich Schiller, di 10ê Cotmeha 1759an da li bajarê Marbachê ji dayîk dibe û di 9ê Gulana 1805an da jî li Weimarê dimire. Schiller helbestwan, nivîskar, filozof, diroknasekî Alman ê herî bi nav û deng e.
Di dema zarokatî û xortanîya Schiller da Ludwigsburg navenda Mîrtî ya Wurtembergê, Mîrê wê jî Herzog Carl Eugen e.
Bavê Schiller din av artêşa Carl Eugen da fermandar e. Mîr, ji bo ku Schiller têbigihîje û di nav rêvbirîya mîrtîya wî da cih bigre, hemû lêçûnên Schiller dide ser xwe û di dibistana mîrtîyê da dide perwerdekirin, ku navê wê didistanê jî Dibistana Carl (Carlsschule) e.
Ji bo xwendina hiqûqê ya li Carlsschuleyê, Schiller bi caran beşdarî azmunê dibe û di cara çaremîn da bi ser dikeve. Piştî xwendina sê salan ji beşa hiqûqê derbasî beşa bijîşktîyê dibe. Di sala 1780yî da xwendina xwe diqedîne û wek bijîşkê leşkerî dest bi xebatê dike.
Lêbelê Schiller ji dema xwendekarîya xwe va ji ders û xebata xwe bêtir bi xwendin û nivîsandina wêjeyî ra mijûl dibe. Loma wek xwendekarîya xwe ew ji kare xwe yê bijişktîyê jî xemsar dibe. Sedem wê yekê Schiller ji alî Mîr Carl Eugen va tê cezakirin û karê nivîsandinê jî lê tê qedexekirin, ku ew jî ji Herêma Wurttembergê direve û berê xwe dide Herêma Tühringenê.
Di sala 1783an da şanoya Don Karlos dinivîse û ew şano cara yekem li Manheimê tê pêşandan.
Di sala 1792an da bi navê Die Räuber (Diz û Çilpiz) dramayeke şanoyî dinivîse, ku ew şano di wêjeya cîhanî da cîhekî girîng digre.
Schiller herçiqas di dema xortanîya xwe da dest pê bike û zêde binivîse jî, bi karê nivîsandinê nikare debara xwe bike.
Ji gelek kesên derdora xwe ra deyndar dibe. Heta sedem deyndarîya xwe, cezayê hepsê lê tê birîn, ku bavê wî deynê wî dide û ew jî ji hepiskirinê xilas dibe. Schiller di rewşeke wusa da nivîskarîya xwe didomîne, ku dixwaze rojek ji bavê xwe ra bide îspatkirin ku ew mirovek ne xirab e.
Ji bo ku pere qezenc bike, bi navê Rheinischen Thalia kovareke wêjeyî û fîlozofîk amade dike û diweşîne. Bi weşana kovarê ra bêtir deyndar dibe…
Di destpêka Nîsan a 1785an bi weşanxaneyeke Leipzigê ra kontratek imza dike, ku bi saya wê kontratê, ji beşek deynê xwe azad dibe.
Loma ew hergav bi alîkarîya dost û hevalên xwe va girêdayî ye. Lê dîsa jî dest ji nivîsandinê bernade. Ne tengasîyên darayî, ne pirsgirekên tenduristî, ne jî tirsa ji bo avêtina zindanê rê li ber Schiller digre. Ew ji bo jiyana xwe dinivîse, ku hêz û dilsozî, hetta hêrsa ku hewla nivîsandinê daye wî, di berhemên wî da tên hîs kirin.
Li bajarê Leipzîgê heval û piştgirê xwe yê herî qedîm, Christian Gottfried Körner nas dike, ku heta dawîya jîyana xwe çi hatibe sere wî, ji hevalê xwe ra dinivîse û pê ra parva dike.
Schiller li Leipzigê jî zêde namîne, berê xwe dide bajarê Weimarê û li wir bi cîh dibe. Li Waimarê Johann Wolfgang von Goethe dibine, bi wî ra dibe heval û kar û xebatê dike.
Ew demek bi hev ra kovara Horen diweşînin, bi wê xebatê ra nêzikî hev dibin û bi hev ra hevaltîyê dikin. Lêbelê dem tê têkiliya wan xirab dibe, ku dû ra ew di derbarê hev da şano û helbestan jî dinivîsînin.
Di sala 1799an da Schiller ji Goethe ra nameyek dişîne û di nameyê da bi hûrgulî qala projeyeka xwe ya nû dike. Di dawîya nameye da jî dibêje, ku ji bo wê projeyê jê ra 6 sal pêwîst e. Mirov dibê qey dema mirina xwe zanîbû ye, ji wê rojê 5 sal û 9 meh şûnda, projeya wî diqede, lêbelê ew jî pê ra dimire…
***
Schiler di her xalên wêjeyî da nivîsîye. Ji bilî şanoya Schiller a bi navê Don Carlos, dramayên wî yên dîrokî Wallenstein, Maria Stuart, Die Jungfrau von Orleans û William Tell, beşek ji repertuara standard a Alman in.
Schiller wek nivîskar û teorîsyen, ji nivîskar û şanogerên paşerojê ra bûye model û ji wan ra rê vekirîye.
Ji xeynî berhemên xwe yên dramatîk, Schiller gelek destanên estetîk jî nivîsîn e, ku helbestên wî di nav helbestên Almanî yên herî naskirî da cîh digrin. Helbestên wî yên ramanî û yên dîdaktîk jî herwiha xwedî girîngiyeke mezin in.
Friedrich Schiller jidayikbûna xwe va hemwelatîyê Wurttembergê ye, dû ra hemwelatiya Sachsen-Weimarê werdigre, ku du wan salan da her herêm bi sere xwe ye. Di sala 1792an da drama wî ya bi navê Die Räuber, li Parîsê tê lîstin, ku ew jî bi wê xebata xwe va wekî şêrekî ku ji bo azadiyê şer dike, tê naskirin. Di heman deme da bi hemwelatiya fransî ya rûmetê va tê xelatkirin û bi vî rengî hemwelatiya fransî jî werdigre…
***
Marbacha ku Schiller lê bûye, îro jî wek bajarê Schiller tê binavkirin. Li Marbachê bi navê wî Muzexaneya Neteweyî ya Alman a Wêjeyî hatîye avakirin. Herwiha mala ku tê da mezin bûye jî dîsa wek mûze hatîye veguhastin.
Di pirtûkê da navê gelek bajarên Alman cîh digre. Ji wan sê bajar hene, ku zarokatî û xortanîya Schiller di kûçe û kolanên wan bajaran da derbas bûye.
Ew bajar jî, Marbach, Ludwigsburg û Stuttgart in.
Marbach, bajarokê zarokatîya Schiller e, ew li wir hatîye dinyayê û mezin bûye.
Ludwigsburg, di wê demê da navenda Baregeha Mîrtîya Wurttembergê ye û ji alî Herzog Carl Eugen va tê birêvebirin.
Stuttgart jî hem wê demê hem jî iro bajarê herî mezin ê Eyaleta Baden Wurtembergê ye, ku Schiller li wir perwerde bûye.
Ev 25 sal e, ez jî di navbera van her sê bajaran da dijîm.
Heta niha min du caran mala ku Schiller tê da hatiye dinyayê û mezin bûye, zîyaret kir. Herwiha li muzexaneya ku bi navê wî hatîye avakirin û li kûçe û kolanên ku tê da gerîyaye jî gerîyam.
Wek hemû bajarên Almanyayê li bajarokê ku ez tê da dijîm, li Kornwestheimê jî bi navê Schiller dibistan hatîye avakirin, ku herdu keçikên min jî dibistana seretayî li Dibistana Schiller (Schiler Schule) xwendin.
***
Di destpêka vê nivîsê da jî gotibû, ku ez ji pirtûkên bîyografîk hez dikim.
Jiber ku dema mirov wan pirtûkan dixwîne, ne tenê kesayetî û kirin û kiryaran ew kesê navdar, di heman demê da mirov ji rewşa dem û dewran, cîh û warê ku ew tê da jîyane jî, ji nêzîk va nas dike. Sedem naverokeka wan a têr û tîjî ya ku bi hunera wêjeyî hatîne xemilandin, mirov ji wan tama xwendinê digre.
Di bîyografîya Schiller da mirov têdigihîje, ku 250 sal berê jî Alman qasî ku fêrî xwendin û nivîsandinê bibin, zarokên xwe yê qîzin dişînin dibistana seretayî, ku ew di jîyana xwe da rûbirû astengîyan nebin.
Piştî hînbûna xwendin û nivîsandinê, qîz di nav malê da bi karê malê ra mijûl dibin û di 15-16 salîya xwe da jî dizewicin. Ji zû va dibin dayîk, bi kar û barê navmalê û bi mezinkirina zarokên xwe jîyana xwe derbas dikin.
Heta ku nezewicin, ji mal zêde dûrnakevin û di nav gund û bajaran da bi tena serê xwe rêwîtîyê nakin.
Herwiha dîya Schiller jî di 16 salîya xwe da bi bavê wî ra zewicîye û heta wê demê ji bajarokê ku lê bûye, derneketîye û dereke din neditîye.
***
Ji bîyografîya Schiller çend anekdotên balkêş:
Schiller di dema xortanîya xwe da bi rêvebirê pirtûkxaneya Reinwaldê ra dikeve têkilîyê. Ew ji dûr va hevdu nas dikin ji hev ra nameyan dinivîsînin. Hê di wê demê da rêvebirê pirtûkxaneyê di rojnivîseke xwe da ji bo Schiller wiha dinivîse; “Dê dem were Almanya bi vî xortî ra serbilind be…”
***
Heinrich Heine jî di nivîsek xwe da ji bo Schiller wiha gotîye; „Ew Marguis Posa ye ku, di bin kirasê xwe yê spanî de, dilê herî xweşik hildigire, ku heya niha li Almanyayê pê hez kiriye û êş kişandiye…“
***
Schiller bi salan li Bajarê Jenayê wek profesor dersên Fîlozofî û Estetîkê dide. Di wê deme da muçeyê wî yê salane 400 Talern e, ku Talern navê pereyên mîrtîya Weimarê ye.
Mesrefa mala wî ya salane jî 1525 Talern e.
Di nameyek xwe da ji hevalê Korner ra dinivîse, ku ji bo ku debara mal û zarokên xwe bikê divê pêwîst e, ku ew di salê da kêmasî du berheman binivîse û bide weşandin.
***
Schiller di 40 salîya xwe da êdî nivîskar û fîkozofeke bi nav û deng e. Lêbelê di dema xwe ya herî berhemdar da rûbirû nexwaşîyeke giran dibe. Di demeke wusa da Rektorê Zanîngeha Tûbîngenê pêşnîyarek ji Schiller ra dişîne, ku ew were li zanîngeha wan dersa Fîlozofî û Estetîkê bide. Schiller sedem nexweşîya xwe wê pêşnîyarê red dike, ku ew nikare dersdayîneke bi rêk û pêk bîne cîh.
Lê ji bo ku yekî mîna Schiller di nav dersdarên zanîngeha wan da hebe, rektor pêşnîyara xwe dubare dike û dibêje, “dersdayîn û dema dersdayînê bila gor dile te be, bes ku tu me ji hebûna xwe bêpar nehêle.”
Schiller careke din dîsa pêşnîyara rektor red dike, lêbelê bi saya wê pêşnîyarê ji Herzog daxwaz dike, ku ew mûçeya wî du qat zêde bike, Herzog dike jî…
***
Schiller di dawîya jîyana xwe ya kin da, ji hevalê xwe yê qedîm, Korner ra wiha dinivîse: Ez li vir carinan sebra xwe wenda dikim û her roj bêtir eciz dibim. Ez ne amade me ku li Weimarê bimirim. Ji bo hilbijartina cihê ku ez dixwazim lê binax bibim jî hê bêbiryar im. Lê tişta ku dizanim ew e, ku ji bo min her der ji vir çêtir e. Ger ku tenduristiya min destûr bide, ez ê bi kêfxweşî berê xwe bidim Bakur bi rê bikevim…
Gor şiroveya Manfred Mai, li vir mebesta Schiller a ji bo Bakur, Berlîn e.
Mixabin emrê wî têr nake ku ew here Berline. Di 45 salîya xwe da li Weimarê koça xwe ya dawîyê dike, lêbelê ew bi berhemên xwe yên mayînde ne tene li Almanyayê, li seranserê cihanê jî jîndar maye û dimîne…
28.03.2025