Guldexwîn ya jî şilêr li deverên bilind û asê yên çiyayên Kurdistanê şîn dibin.
Di nav gel da wekî “bûka digirî” ya jî “kûlîlka xemgîniyê” jî tê naskirin, ku dema tê jêkirin du rondik ji nav wê dikevin.
Bi hatina biharê re li navçeya Qilebanê vebûne û bir rengê xwe yê kesk, sor û zer xwezayê dixemilînin.
Tenê demsalekê çêdibin û emrê wan jî 20 roj in.
Guldexwîn ji kulîlkên endemîk in û bi taybetî li herêma Helal û Sêgirgê digihên.
Niştecihên Qilabanê diyar dikin, ku guldexwîn li her herêmê nagihên.
Cîhê ku lê digihên jî, kes nikare destê xwe bide wan, jiber ku jêkirina wan qedexe ye.
Di vê demsalê da ji bo dîtina wan gelek kes tên zozanên Şirnexê, ku van kulîlkan bibînin.