
İkram Oguz
Gotinek ji gotinên pêşîyan e: Zarok gûz, torin jî kakilê gûzê ne!
Min herdu kalikên xwe jî nedît.
Jiber ku berî bûyîna min herduyan jî ji vê dinyayê koça xwe ya dawîyê kiribû.
Bêguman torinên wan ên ji min mezintir gelek zêde bûn. Ew torinên xwe yên ku di saxîya xwe da dîtibûn, bi wan ra çawa lîstibûn ya jî çiqas ji wan hezkiribûn û bi hebûna wan ra şad û bextewar bibûn, nizanim.
Ji ber ku ez bi bûyîna xwe ra ji hebûn û hezkirina herdu kalikên xwe jî bêpar mabûm.
Lê min çavdêrî li hezkirina bavê xwe kir, ku bi dîtina torinên xwe ra ew çawa şad û bextewar dibû…
Torinên bavê min jî gelek bûn. Wî ji hemûyan hez dikir û qasî ku ji destê wî dihat bi wan ra mijûl dibû, ji qêrîn û qîjîna wan jî ti car bêzar nedibû.
Dema ku bavê min bi torinên xwe ra şa dibû û ji wan hez dikir, em heft xwîşk û bira, me bi gilî û gazin jê ra digot, qasî ku tu niha ji torinên xwe hez dikî û bi wan ra şa dibî, te ji me jî hezdikir û bi me ra jî şa dibû yî?
Bi ev pirsa me ra bavê min bi rûken li me dinihêrî, hinek di ber xwe da dikenîya û ji me ra digot:
- Bêguman min ji we jî hez dikir, lêbelê min ew hezkirina xwe di kurahîya dilê xwe da vedişart. Jiber ku min firsend nedidît, ku ez hezkirina xwe ya ji dil nîşanî we bidim. Li alîkî kar û barên ji dervayî malê, li alîyê din jî kevneşopîyên civakî, rê li ber min û kesên mîna min digirt. Di dema me da jîyana me bi dê û bav, bi ap û amojnên me ra û di nav malekî da derbas dibû. Nîşandayîna hezkirinê bidin alîki, li ba mezinên xwe em nêzikî zarokên xwe nedibûn. Me ji wan şerm dikir û ji dûr va jî li rûyê mezê nedikir. Zarokek me ber bi me bihata, em jê direvîyan, ku mezin wan li ba min nebînin. Bav û kalên me çûn, em ketin şûna wan. Îro ne mêzinên ku ez ji wan şerm bikim li dora min man e, ne jî kar û barên giran. Loma hezkirina ku min bêhemdê xwe we jê bêpar hîşt, îro gor dilê xwe nîşanî torinan didim. Çawa ku pêşîyên me gotine, zarok gûz, torin jî kakilê gûzê ne, min firsend nedît ez bi gûzan ra bilîzim, lêbelê îro di nav kakilan da dijîm û ji tahma wan têr dibim…
Bi rastî jî nifşên dê û bavê min û yên ji wan mezintir, sedem rewşa jîyan û kevneşopîyên civakî hezkirina xwe nîşanî zarokên xwe nedabûn. Lê dema ku bibûn kalik û pîrik, hezkirina ku nedabûn zarokên xwe, qat bi qat didan torinên xwe û ji wan hezdikirin.
Nifşa min û ya ji beri min jî sedem kar û xebatên ji bo kurdistaneke azad û serbixwe, derfet nedîtin ku ji zarokên xwe hez bikin. Di vî xalî da bi hezaran mînakên dijwar û diramatîk hene. Lêbelê ez dixwazim di vê nivîsa xwe da mînakek ji jîyana xwe û ji hevalekî xwe yê nêzik bidim.
Di salên 90î da hevalekî min ê hêja û bi rûmet hebû, ku bê dêstûra wî naxwazim navê wî li vir binivîsim, lê ger ku ew û hevalên me yên we demê vê nivîsa min bixwinîn, ew dê têbigîhîjin, ku ez qala kê dikim.
Di sala 92an da ez li Stenbolê berpirsîyarê rojnama Azadî û Kovara Deng bûm, ew jî di nav Partîya Keda Gel (HEP) da dixebitî. Sê lawên wî hebun, ku yê herî piçûk 6 ya jî 7 salî, keça min Şevîn hê çend mehî bû. Şev û rojên me bi kar û xebatên sîyasî ra derbas dibûn. Carinan me zarokên xwe di heftê da carek ya jî du caran hişyar didît. Dema ku em her siba zû ji mala xwe derdiketin, zarokên me hê di xewa şirîn da, di vegera me ya nivê şevê da jî ew ji zû da razayî bûn.
Ew lawê hevalê min ê 6-7 salî, zarokekî hiperaktif bû, lê me wî wek zarokekî har û din bi nav dikir. Ew carinan bi dîya xwe ra dihat ofîsa rojnameyê, bi çûyîna wî ra qulpên hemû derîyên me jî wenda dibûn. Roja mayîn bavê wî qulpê hemû derîyên ofîsê di nav tûrikekî da dianî û bi qilf û henek ji me ra digot, “Hûn çima li qulpên deerîyên xwe xwedî dernakevin, ez nebema we yê çı xalî li serê xwe bikira…“
Rojek ji rojan dîya wî ew lawik dibe ba bijîşkekî nas, ku bijîşk lê binêre û ji har û dîntîya wî ra çareyek bibîne. Bijîşkê nas lawik li hemberî xwe dide runaişkandinê û pê ra diaxife, di dawîya axftinê jê dipirse, ku gelo navbera wî û bavê wî çawa ye… Bavê wî çiqas pê ra dilîze û jê hezdike…
Lawik weke miroveke mezin bersiva bijîşk wiha dide, “ez bavê xwe nabînim, ku ew bi min ra bilîze û ji min hez bike…”
Bijîşk bi bersiv alawik ra matmayî dimîne, jiber ku ew bavê lawik ji nêzîk van as dike û ji jîyana wî jî hayîdar e. Loma ji lawik dipirse „çima bavê te li kû ye, ku tu wî nabînî?”
Lawik, “bavê min siba zu ji mal derdikeve, tere Kurdistanê ava dike. Ez li benda wî disekinim, ku ew zû were û ez wî bibînim. Lê di nîvê şevê da vedigre, wê çaxê jî ez dîsa di xewê da me…“
Ji bo ku pirsgirekek dernekeve, dîya wî gotinên lawik dibire û mijarê diguherîne, lêbelê bijîşk jixwe mirovekî nas e û ji rewşa bav jî hayîdar e.
Dibêje, “… Xan, ji kek … ra bibêje bila ew ji avakirina Kurdistanê şûnda nemîne, lêbelê daxwaza lawê xwe jî zêde paşguh neke…”
Rewşa min û Şevînê jî ji ya wan cudatir nebû.
Şevîn 15 roj piştî derketina Azadîyê bibû. Me di 1ê Hezîrana 1992an da dest bi weşana Azadîyê kiribû, Şevîn jî di roja 15ê Hezîranê da bibû.
Wê demê teknolojî weke îro zêde pêşda neçûbû, em jî di ware rojnamegerîyê da xwedî tecrûbe nebûn.
Ji bo rojnameya heftemîn em ji roja Duşemê heta roja Çarşemê ji danê sibê va ji mal derdeketin û heta derengîya êvarê dixebitîn. Ji roja Pêncşemê heta roja Şemîyê jî şev û rojên me li navenda rojnameyê derbas dibûn. Bi berbanga roja Şemîyê ra weşana rojnameyê diqedîya, em jî bi danê nîvroyê ra vedigerîyan malên xwe.
Du salên min, kêm zêde bi vî rengî derbas bûn, min jî wê demê di heftê da tenê çend caran Şevin wek hişyar didît û pê ra dilîst…
Di du salîya wê da ez bêçare mam û derketim dervayî welat. Qasî 8 mehan me hevdû nedît û ji dûrva be jî me dengê hevdû nebihîst. Piştî 8 mehên dirêj, dema ku em rastî hev hatin, Şevîna min, ez nas nekirim. Ez bi kelecan ber bi wê çûm, ku wê bigrim hembêza xwe û jê hez kim, ew ji min revîya û bi qêrîn û qîjin xwe avêt hembêza dîya xwe…
Kejala min li Almanyayê bû…
Di dema zarokatîya wê da min dev ji karê rêxistinî berda bû, lêbelê li alîkî ji bo debara male dixebitîm, li alîyê din jî bi weşana NavKurdê ra careke din bi karê çapemenîyê ra mijûl bûm…
Loma dema xwe ya ku bi Kejê ra derbas bikim û pê ra bilîzim, jê hez bikim û pê ra şabibim, kêm be jî, rê rewşa me ji dema zarokatîya Şevînê xirabtir nebû…
Dem û demsal li pey hev derbas bûn, bi derbasbûna demê ra Şevîn bû dayîkeke ciwan û Kawa dîyarî me kir, ez bi hatina Kawa ra bûm kalik.
Di yekê Nîsanê deh mehên Kawa qedîyan, roja ku ez wî nebînim, ew roj l imin dirêj dibe û derbas nabe.
Kîngê Şevîn wi ji me ra bîne, ez wê rojê dev ji xwendin û nivîsandinê ber didim û hemû dema xwe bi Kawa ra derbas dikim.
Ez pê ra dilîzim, jê ra kilam û stranên govendê distirêm, ew jî ji nuha da ji stranên govendê hez dike û gor tewna her stranê dest û pîyê xwe li ba dike û di hembêza min da direqise.
Ger ku bişev jî li ba me bimîne, roja min a bê jî bi wî ra têr û tijî derbas dibe.
Saet bi 7ê sibê ra dema ku Şevîn wî î tîne û dide ser dilê min, wê gavê ez jî bî Kawa ra dibim zarokekî yeksalî û em qasî 2 saetan bi hev ra bênavber dilîzin, distirên û direqisin…
Saet dibe 9, Kawa jî hêdî hêdî birçî dibe. Şevîn wî dibe, dimêjîne, zikê wî têr dike û şûnda tîne. Îjar ez Kawa digirim hembêza xwe û dibim li ereba wî sîwar dikim, dû rêwîtîya me ya danê si^be dest pê dike. Em di navbera zevîyan ra û di nav gul û sosinên rengîn da hêdî hedî digerin. Bi avêtina çend gavan ra ew dikeve nav xewa kûr û radizê, ez jî li rûyê wî yê rûken dinihêrîm û dikevim nav xewn û xeyalên xwe yên ji dema zarokatîyê. Piştî gera me ya du saetan ew ji xewa xwe ya şirîn hîşyar dibe, ez jî ji xewn û xeyalên xwe…
Em bi rûken û dilşa berê xwe didin malê û şûnda vedigerin. Teştê û navroja min a bi hev ra girêdayî va, xwarin û vexwarin, lîstik û reqsa bi klam û stranên govendê ra Kawa jî birçî dibe. Şevîn careke din wî dimêjîne û zikê wî têr, bi têrbûna wî ra jî gera me ya danê esrê dest pê dike…
Saet şeşê êvarê ra ew ji xewa xwe hîşyar dibe û gera me ya duyemîn jî diqede. Şîva êvarê, dû ra dîsa lîstik û stran, ken û henek, Kawa diweste, bihûşk tên ber û çavê wî tên girtin. Saet di 9ê êvarê da ew radizê û dikeve xewa xwe ya şirîn…
Saetek şûnda ez jî wek kalikekî şad û bextewar serê xwe datînim ser balîfê û heta berbanga sibê bênavber radizim, ji xem û xeyalên nîvcomayî dûr û azad…!
15.04.2025