
Sirac Oguz
Dîroka miletê kurd bi komkujî û di bin koletî û bindestîya çar dewletan da derbas bû. Lê dema mirov van sed salên dawî dişopîne, çend serhildanê kurdan çêbûne, lê ew bi nîfaq û alîkarîya çar dewletên dagirker bi dawî bûne.
Tiştên herî balkêş ewe ku, ji dijminan zêdetir, kurdan zerarê mezin dane hevdû. Kurd bi nave omedê, bi nave biratî û hinek jî ji bo berjewendîyên xwe hatine xapandin.
Dijminê kurdan herdem bi aqilê neteweyî û ji bo berjewendîyên miletê xwe tevgerîyane û sîyaset kirine. Ji ber ku kurd xwedî dewlet nînin, ji gelek tiştên netew bêpar û bê çare ma ne.
Kurd wek miletên cîhanê yên xwedî dewlet nikarin bi azadî tevbigerin. Kurd bi hevra yek û yek bi rêzdarî tevnagerin. Dema gelek berê nebe millet, nikare bibe dewlet jî. Loma bi sedsalane ji bindestîyê kurd tar û mar bûne.
Îro ji bo miletê kurd tiştên herî bingeh hişê netewî û ziman e. Ji ber ku, hîmê milet û dewletbûnê ewe ku, berî her tiştî mirov lê ziman û netewa xwe xwedî derkeve. Lê mixabin li çar parçeyên Kurdistan ê, kurd ji esasê neteweyî zêdetir girêdayî partî û serokan in. Kurd her çiqas ji hev cûda bin jî gerek li ser esasîyên milet û netewî fikr û ramanê wan yekbin.
Di cîhanê da qet miletek bi destên partîyên îdeolojîk nehatine azadkirin û nebûne xwedî dewlet. Li dinyayê cara yekem partîyên sîyasî li Amerîkayê di sala 1795-1800da li Ewropayê da jî li Ingilterê di sala 1877da hatine damezrandin. Di dîroka kurdan da ji bo dewletbûnê raste rast bi yek deng û rengekî d seranserî Kurdistanê da şer û doz nehatîye kirin.
Heger di van 50 salên dawî da jî, serok û rêveberên netew hebûna, kurd îro bêtir di merhalekî baş da û belkî azad jî bibûn. Ji ber ku gelek firsend ketin destê kurdan. Lê mixabin wan ew firsen bikar neanîn.
Wek mînak sîh sal berê li başûr di şûna rola herdu partîyên sereke PDK û YNKê da yek serok û siyasetek neteweyî bahata bikaranîn, belkî îro Kurdistan serbixwe bû.
Ji bo kurdan di dîroka du hezar salîda tiştê herî baş û balkêş qerara Referandûma Serxwebûna Kurdistanê bû. Ew jî bi qerara PDKê bû, partîyên din jî bêhemdî ji bo berjewendîyên xwe erê gotin. Ew jî heta roja îro nehat ziman û neket nav rêya çareserî û dîplomasîyê. Ji ber ku di navbera partiyên sîyasîda dubendîti û destê neyarên kurdan û bandora wan heye, qerara referandûmê nakeve rojeva kurdan û cîhanê.
Li çar perçeyên Kurdistanê, Israîl ji alîyê partîyên kurda û ji alîyê hikûmeta Başûr va tê şermezarkirin. Li Îranê mehane bi dehan keç û xortên kurdan tên dardakirin. Heta salek berê Pêşrew Dizayî û keça wî ya du salî, Jîna û birayê wî bi dehan fûzeyên Îranê hatin kuştin. Li Îranê bi deh hezaran kurd hatine dardakirin û gulebarankirin. Helbet rê û taqtîk û gotinên dîplomasîyê cûdan in. Lê gotin û belavokên partî sîyasetmedarên kurdan ji wan dûr in û dibin terefdar. Kurd ne mecbûrin bibin terefdarê alîkî. Bê dengî an jî daxwazîya şer neyê kirin bikin baştir e.
Helbet şer li kudera dinyayê dibe bila bibe, xencî xwîn û malmîratîyê tiştek nade gelan. Îro dost û hevalbendên miletê kurd pirin. Wek Amerîka, Fransa û qûwetê dewletên koalîsyonê, li başûrê Kurdistanê û li rojavayê Kurdistanê ne. Heger ew qûwet nebin di nav seetekî da dewletên dagirker ewê koka kurda biqelînin.
Kurd xwedêgiravî bi nave dîplomasîyê an jî wek taqtîk tevdigerin, lê dawîyê da xwe davêjin hemêza kujerên xwe.
Nizanim çi hîkmet e kurd şer dikin li ber xwe didin, lê bi tiştên piçûk tên xapandin. Ew jî bi sed salane di bin bandora ol û omedê da û yek jî di van salên dawî da jî, di bin bandora îdeolojîya çep û biratîya gelan da ne.
Ya rastî kurd bi daxwazên xwe yên xwezayî û bi deng û doza netewî dikarin pirsgirêkên xwe bi dîplomasî û sîyasetek navneteweyî çareser bikin.
15.06.2025